‘Emê bi rihê Arîn Mîrkan dewleta Tirk a dagirker li Kobanê têk bibin’

Nemet Elîko yek ji koçberên Efrînê ye ku ev 2 car in ew û malbata xwe neçarî koçberiyê dibin, anî ziman ku ji bo careke din dewleta Tirk a dagirker li Kobanê têk bibin, wê hemû bi rihê Şehîd Arîn Mîrkan tevlî banga seferberiyê bibin û çekê rakin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Dewleta Tirk a dagirker di 1’ê Çileya 2018’an de bi balafiran êrîşî Herêma Efrînê kir. Li hember wê, gelê Efrînê 58 rojan li ber xwe da û ji bo vegera Efrînê berxwedaniya xwe li Şehbayê 7 salan domand. Li Şehbayê tevî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî, her wiha dorpêçkirina rêjîma Sûriyê ya li Şehbayê û qedexekirina derbaskirina alîkariyan a ji gel re, gel bi israr berxwedaniyek dîrokî meşand. Di Mijdarê de carek din dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî êrîşek hovane li ser Şehba pêk anîn. Gel carek din neçarî koçberiyê bûn .Têkildarî mijarê koçbera bi navê Nemet Elîko ku ji gundê Ereba ya girêdayî navçeya Mabata a Kantona Efrînê ye, ji ajansa me re behsa kêliyên dîrokî yên berxwedanê kir.

‘Li Efrînê gel bi rengê civaka xwezayî jiyan dikir’

Nemet Elîko anî ziman ku gelê Efrînê jiyana xwe bi rengê civaka xwezayî di bin sîstema Rêveberiya Xweser de dimeşand û wiha got: “Me wek gel li Efrînê xwe birêxistin kiribû û bi rengekî aramî em dijiyan, em di nava mal û milkê xwe de bûn. Gel di bin projeya Netewa Demokratîk de hevgirtina xwe ava kiribû û tu car êrîş û îşkence nedîtibûn. Di herêma Efrînê de gel bi rengekî civaka xwezayî jiyana xwe dimeşand. Dema karek derdiket, em ji hev re dibûn alîkar. Lê her dem jî rêjîm dixwest vê hevkariyê hilweşîne û desthilatdariya xwe bimeşîne. Dema Rêvberiya Xweser hat avakirin, me xwe bi xwe birêve bir, komîn û meclis hat çêkirin. Bi riya wan, me xwe birêxistin kir û kar û xebat ji bo gel meşand. Xelkên Efrînê bi helwest, maf û dengê xwe li Efrînê dijiya, bêyî ku kes desthilatdariyê li ser me bimeşîne.”

‘Li dijî gelê Efrînê komplo hat çêkirin’

Nemet Elîko da zanîn ku li dijî rêxistinbûna gelê Efrînê, komployek qirêj hatiye amadekirin û li hember vê komployê berxwedan didome. Nemet wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk a dagirker di 1’ê Çileya 2018’an de êrîş kir û nehişt em di wê aramiyê de bijîn. Li dijî rêxistinbûna gelê Kurd, di hundirê Efrînê de planek qirêj pêk anîn lewma êrîşî Efrînê kirin. Efrîn herêmek biçûk bû, lê herêmek zengîn bû. Xelkê bi dar û zeytûnan jiyana xwe didomand. Di dema êrîşan de 72 balafiran Efrîn kirin hedef. Li hember teknîka pêşketî û giran, me 58 rojan li ber xwe da. Di Efrînê de seknek Efrîniyan hat nîşandan.”

‘Berxwedaniya dîrokî didome’

Nemet Elîko  balkişand ser êrîşên li ser Şehbayê û da zanîn ku 7 salan gelê Efrînê li Şehbayê di bin tang, top , êrîş û dorpêçkirinê de berxwedaniyek dîrokî meşandiye. Nemet der barê vê pêvajoyê de wiha got: “Li beramberî gelê Efrînê û berxwedaniya wan, komployek hat çêkirin û gel neçarî koçberiyê bûn. Wê demê Rêvberiya Xweser ji bo ku gelê Efrînê ji komkujiyan xelas bike, biryara vekişandinê da û gel bi israr xwe li Şehbayê birêxistin kir. Efrînek biçûk bi çadiran ava kir, di bin şert û mercên herî dijwar û dorpêçkirina rêjîma Sûriyê de jiyana xwe domand. Çawa li Efrînê dijiyan, li Şehbayê jî ew jiyan afirandin, şînkayî çêkirin û daran çandin. Li Şehbayê her roj dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî êrîşî me dikirin û em dikirir hedef, me li wir jî şehîd dan . Em dibînin ku komploya qirkirina gelê Kurd ku li Efrînê pêk hat, li Şehbayê jî berdewam kir û îro de bi êrîşên li ser herêmên Bakur  Rojhilatê Sûriyê ev komplo dewam dike. Dema em ji Efrînê derketin em êşiyan, lê ne wekî dema em ji Şehbayê derketin. Rêveberiya Xweser ji bo ku me ji komkojiyan xelas bike ev biryar da, lewma em derketin û me berê xwe da Hesekê.”

‘Gelê Kurd li kuderê bijî xwîn dide’

Nemet Elîko destnîşan kir ku ji dîrokê ve ye gelê Kurd gelekî li kuderê jiyan bike xwîn dide û axaftina xwe wiha domand: “Di dîrokê de gelê Kurd li kuderê bijî, xwîn dide û li dijî wê planên qirkirinê tên meşandin. Li ber çavê me zarok hatin qetilkirin, revandin û ji sermayê jî mirin. Çeteyên Dewleta Tirk a dagirker heya çadir ji wan xelas nebû, hemû çadirên ku em tê de diman, niha xirab kirin û şewitandin. Çeteyên ku êrîşî Şehbayê kirin, me alên DAIŞ’ê li ser milê wan dît, ev hatine ji bo qetilkirin, revandin, dizî, talan û xirabkirinê. Em êşa xwe parve dikin, lê mixabin wicdan nemaye ku kes van kiryaran bide sekinandin.”

‘Rêveberiya Xweser me hembêz kir’

Nemet Elîko diyar kir ku bi koçberiya gelê Efrînê ya ji Şehbayê kesî destê alîkariyê pêşkêş nekiriye û Rêveberiya Xweser tevî êrîş û derfetên kêm jî, koçberan hembêz kiriye û bicih kirine. Nemet hestên xwe yên ji bo vê yekê, wiha anî ziman: “Kes xwedî li me derneket, ji bilî Rêveberiya Xweser. Digel êrîş û derfetên kêm, koçberan hembêz kir û ew bicih kirin. Gelo heya niha çima rêxistinên mirovî pirsa vî miletî nakin û alîkarî pêşkêş nakin? Em dixwazin vegerin Efrînê, em tiştekî din ji kesî naxwazin û em bi hêz û rêveberiya xwe bawer in ku emê bikaribin dagirkeriyê têk bibin.”

‘Em nasnameya xwe ya Kurdî dixwazin’

Nemet Elîko bibiryariya gelê Efrînê ya di demên herî tengav de jî, bi van gotinan anî ziman: “Li kuderê be em dikarin bijîn, em dikarin xaniyek xwe çêkin û bijîn, lê em mafê xwe dixwazin, em nasnameya xwe ya Kurdî dixwazin, em dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn. Emê heya dawî li pey mafê xwe bin. Ji ber ku bê maf û nasnamebûn, tunebûna me ye. Banga min ji gelê Kurd re ye, li her çar aliyên Kurdistanê rabin ser piyan û li hebûna xwe ya Kurdî xwedî derkevin .”

‘Bi rihê Arîn Mîrkan emê dewleta Tirk a dagirker li Kobanê têk bibin’

Nemet Elîko di dawiya axaftina xwe de balkişand ser daxwaza dagirkirina Kobanê û wiha got: “Îro dewleta Tirk a dagirker dixwaze Kobanê dagir bike, lê bila bizanibe ya ku ku cara yekem nehişt Kobanê têk biçe,  jina Efrînî Arîn Mîrkan bû. Lewma rihê wê jina Efrînî hîn jî zindî ye û em wekî Koçberên Efrînê, piştgîrî didin Kobanê. Emê ji bo têkbirina dewleta Tirk a dagirker, hemû bibin Arîn Mîrkan.”