‘Emê armanca Azadî û Sorxwînan bi serkeftinê misoger bikin’

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di duyemîn salvagera şehadeta şehîd Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik bibîranî û diyar kir ku ew ê destkeftiyên şehîdan biparêzin.

Navenda Nûçeyan – Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera duyemîn a şehadeta şehîd Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik (ku 11’ê Sibata 2024’an di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûn) daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Têkoşîna me ya azadiyê ya di roja me ya îro de ji hemû jinan û civakan re bûye hêvî û îlhama jiyana azad û wekhev bi saya şehîdên me yên nirxên herî pîroz in ber bi serketina dîrokî ve diçe.

Ev têkoşîn û berxwedana bi felsefe û fikra Rêber Apo hatiye strandin, di nav xwe de gelek lehengên bi rûmet û hêja dihewîne. Hevrê Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik jî weke du fermandarên giranbiha bi têkoşîn, sekn û helwestên xwe mohra xwe li dîroka me ya Tevgera Azadiyê dane.

Hevrê Sorxwîn a ji bajarê Makû ya Rojhilatê Kurdistanê ye, weke şêrejineke herî esîl li her çar parçeyên welêt têkoşîneke bi heybet û muezem pêş xist. Hevrê Sorxwîn di pêvajoya êrîşên hovane û nemerd li ser Kobanê dihatin kirin, bi komek hevalên xwe re ji çiyayên Bakurê Kurdistanê derbasî Binxetê bû û tevlî berxwedana rûmetê bû.

Hevrê Sorxwîn a di vê berxwedanê de birîndar bû û çavekî xwe fedayî doza gelê xwe kir, weke nîşaneya jinên milîtan ên fedaî yên Rêber Apo piştî rizgarkirina Kobanê di rêveberiya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kar û xebateke mînak pêş xist.

Heval Azadî ya ji Dêrika Hemko bû, bi têkoşîn û berxwedana xwe ya bêhempa tevkariyeke girîng li Şoreşa Rojava ya îro li hemû cîhanê weke keleha serhildêran tê dîtin kir. Heval Azadî tevî hemû êş û nexweşiyên xwe di Federasyona Gaziyan de bi eşq û evîneke mezin ji hevalên xwe yên gazî û birîndar re bû destek û alîkar.

Hevrê Sorxwîn û Azadî 11’ê Sibata 2024’an li Qamişlo di encama êrîşeke bi balafirên keşfê ya dewleta Tirk de gihiştin şehadetê. Dewleta Tirk a di şerê li hember gelê Kurd de ti pîvan û nirxekî mirovî nas nake, ji tirs û xofa li hember têkoşîna jinan û îradeya gaziyên şer her du hevrêyên me kir hedef û qetil kir. Em weke gaziyên şer ên ji bo Şoreşa Rojava ji bedena parçe dane di duyemîn salvegera şehadeta wan de heval Sorxwîn û heval Azadî bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê hêvî û xeyalên şehîdên me di oxira wê de xwe feda kirine tekez bînin cih.”

Biryardariya têkoşînê di dawiya daxuyaniyê de bi van gotinan hate ziman:“Di vê pêvajoya ku li hember Şoreşa Rojava êrîşên herî hovane pêk tên, bi biryardiyeke mezin weke hevrêyên Sorxwîn û Azadî em ê ji bo parastin û pêşxistina şoreşa xwe berxwedana xwe ya rûmetê bêteredut bimeşînin.”