‘Em zehmetiyan tehemul dikin lê tu carî teslîmiyetê qebûl nakin’

Jinên Efrînê yên koçî Şehbayê bûne û ruxmî êrîş û rêgiriya ku li ser herêmê hatine ferzkirin wiha dibêjin: "Em astengî û zehmetiyên jiyanê tehemul dikin lê tu carî teslîmiyetê qebûl nakin."

HESNA MIHEMED

Şehba- Dewleta Tirk piştî ku herêma Efrînê dagir kir, bi hezaran şêniyên Efrînê koçber bûn û li Şehbayê û navçeya Şêrewaya Efrînê bi cih bûn. 6 sal in koçberên Efrînê li warê koçberiyê li ber xwe didin lê rojane dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî bi armanca lawazkirina berxwedana gel êrîşên xwe li dijî gelê koçber didomîne û gelek komkujiya ndike. Di van demên dawî de ev êrîş dijwartir bûne û bi hincetên derew sivîlan hedef digrin.

Di encama êrîşên dagirkeriyê de di 7'ê Îlonê de koçberek Efrînî ku ji navçeya Bilbilê yê bi navê Xalid Mihemed, jiyana xwe ji dest da. Her wiha di 9'ê Îlonê de jî 2 zarokên bi navê Zeyneb Faysel Cinêd Omar a 4 salî, Ehmed Faysel Cinêd Omar a 6 salî birîndar bûn û hemwelatiyê bi navê Mihemed Sadiq Omar jî ji ber birîna wî giran bû jiyana xwe ji dest da. Ev êrîş li seranserê gundewarên Şehbayê, navçeya Şêrewayê û Şera yên Efrîna dagirkirî didomin, di wan gundan de sivîl jiyan û berxwedana xwe berdewam dikin.

Der barê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî yên li ser Şehbayê û koçberên Efrînê de, jinên Efrînî yên koçî Şehbayê bûne ji ajansa me re axivîn.

'Jin û zarok tên hedefgirtin'

Emel Qehreman behsa êrîşên dewleta Tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê û armanca van êrîşan kir û wiha pê da çû: "Dewleta Tirk a dagirker bi hincetên derew, êrîşî seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û sivîlan hedef digre. Armanca dagirkeriyê bi van êrîşan ew e ku gelê Kurd qir bike û metirsiyê çêbike. Bila were zanîn em qet li hemberî êrîş û siyasetên îmhakirinê serî natewînin û teslîmkariyê qebûl nakin. Tirsa me ji êrîşên dijmin tune ye û em ê her dem têkoşîna xwe bidomînin. Dewleta Tirk a dagirker li dijî pêşketina jinan e lewre destpêkê jinan hedef digre û dixwaze bi riya wan civakê bide pişaftin. Em gelê Kurd ji êşa xwe hêzê digrin û li ber xwe didin. Mayîna me ya li Şehbayê ji bo vegera Efrînê ye û heya ku em vê vegerê misoger bikin em ê têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bikin."

'Heta ku Efrîn rizgar nebe em ji Şehbayê dernakevin'

Ceylan Demircî jî êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û diyar kir ku derketina wan ji Şehbayê di vê rewşê de ne pêkan e heta ku Efrîn rizgar nebe ew ê li wê derê bimînin û wiha got: "Em koçî Şehbayê bûne lê dewleta Tirk a dagirker rojane êrîşî me dike û hemwelatiyan dike armanca êrîşên xwe di nav de jin û zarok jî hene. Peyama me ji Erdoxan û çeteyên wî re ev e: Em ji Şehbayê dernakevin heya Efrîn rizgar nebe. Bû 7 sal em li warê koçberiyê li ber xwe didin û em ê hê jî li ber xwe bidin ji bo Efrînê. Her wiha li aliyekî êrîşên dagirkeriyê, li aliyekî jî rêgiriya Hikumeta Şamê li ser herêmê heye. Bi vê yekê dixwazin berxwedana gel bişkînin em astengî û zehmetiyên jiyanê tehemul dikin lê tu carî teslîmiyetê qebûl nakin."