Em pêvajoyê di xet û biryardariya Zîlan de bi ruhê fedayî pêşwazî dikin

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, bi muxatabiya Rêber Apo ji bo demildest derbasbûna muzakereyên demokratîk pêk were em pêvajoyê di xet û biryardariya Zîlan de bi ruhê fedayî pêşwazî dikin.

BÊRÎVAN ZÎLAN

Em  rêheval Zeynep Kinaci ku têkoşîna me ya azadiyê bir lutkeyê û pêşengî jê re kir, navê xwe li ser dîrokê bi tîpên zêrîn nivisand, bû sembola xeta me ya azadiya jinê di salvegera şehadeta wê ya 29’emîn de bi rêzdarî, minet bibîr tînin. Di şexsê  wê de em careke din soza girêdana bi hemu şehîdên xwe yên şoreşê re nû dikin.

Yên ku pêvajoyên dîrokî hîs dikin, dibînin bi çalakiyên xwe û bi axaftinên xwe şekil didin pêvajoyê. Rêheval Zeynep Kinaci jî di sala 1996’an de di merheleyeke krîtîk a têkoşîna me de bi çalakiya xwe mudaxaleyeke dîrokî kir. Em bînin bîra xwe ku di meha gulana sala 1996’an de ekîba Tansu Çîler-Dogan Gureş li Şamê li hemberî Rêber Apo hewldana suîkasta bi bombe pêk anîbû, lê hewldan bê encam mabû. Di pêvajoyeke ji aliyekî ve operasyonên leşkerî, ji aliyê din ve zexta siyasî û qedexekirin, îşkence, zilma topyekûn zêde bû û raste rast li Şamê Rêber Apo hedef hatibû girtin de Zîlan bi çalakiya xwe mudaxale kir. Di 30’yê hezîrana 1996’an de bi çalakiya fedaî ya ku pêk anî di tevgera me de têşe da xeta fedaîtî.

Bê guman tevgera Apoyî ji destpêkê ve bi kedeke bê dawî, fedakarî û fedaîtiyê pêşket, mezin bû. Her şervanek azadiyê, fermandar, berxwedêrên zindanan jî di nav de li qadên cuda yên têkoşînê cewher, axaftin û çalakî bû fedaîtî. Rêheval Zeynep Kinaci ev mîrate ber bi merheleyeke pêştir de bir, cara yekemîn bi tarzê fedaîtî çalakî pêk anî. Li hemberî komkujiyên dewleta Tirk li navenda bajarê Dersimê çalakiya pêk hat di aliyê îdeolojîk, siyasî û leşkerî de xwedî wateyeke mezin e û nirx dane avakirin. Di serî de ji bo parastina Rêber Apo û li hemberî êrîşên faşîst ên leşkerî, li hemberî înkar-îmhayê da diyarkirin ku cesaret, îrade di çi  astê de serî hildide. Bû lutkeya di azadiyê de israrkirinê. Zîlan xeta me ya partîbûnê, îradeya me ya azadiyê, felsefeya me ya jiyanê ye. Zîlanbûn û Egîdbûn, ji bo jin û zilam hemû mîlîtanên azadiyê hevpeymana azadiyê ye, li ser vê bingehê biryardariya tevlîbuna Rêber Apo ye. Di heman demê de ruhê têkoşîna civakî û sekna wê ya jiyanê ye.

Têkoşîna me li ber merheleyeke nû ya dîrokî ye

Bi banga Rêbertî ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ re têkoşîna me li ber merheleyeke nû ya dîrokî ye. Di pêvajoyeke wisa de rastiya Zîlanbunê rast fêmkirin û tevlîbun gelekî girîng e. Ji çalakiyeke leşkerî ya fedaî gelekî wêdetir e, li gor ruhê pêvajoyê di çarçoveya birdozî, siyasî, parastina rawa de pêşengiyê dike. Di vê wateyê de Zîlanbûn, Rêber Apo di kurahiya birdozî de fêmkirin û ji erkên demê re pêşengiya îdeolojîk kirin, şoreşgertiya kêliyê pratîkkirin e. Li ser vê  bingehê ji bo serkeftina çareseriya demokratîk û stratejiya aştiyê tişta dikeve ser milê me bi hesasiyet emê bînin cîh, bi vî awayî emê di xeta Zîlan de pêşengiyê bikin. Li hemberî şerê qirkirinê yê dewleta Tirk dimeşîne, weke ku me ji şerê hebunê re pêşengî kir, em carekedin didin diyarkirin ku ji pêşengiya aştiyê re jî em bi biryar in. Lê divê were zanîn ku Herêmên Parastina Medya jî di nav de şerê ku li hemû qadên gerîla dimeşe, sedema wê ne gerîla ye, ji ber sedema êrîşên qirkirinê yên artêşa Tirk a faşîst e ku şer zêde dibe.

Di aştî û çareseriya demokratîk de çi ketiye ser milê me me pêk aniye û em ji pêk anînê re amade ne. Dîsa ji bo pêvajo pêş bikeve hemû gavên niyeta baş avêtinê re emê xwe nedin paş, li hember her cure êrîşan jî divê were zanîn ku emê têkoşînê di xeta Zîlan de bimeşînin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, bi muxatabiya Rêber Apo ji bo demildest derbasbûna muzakereyên demokratîk pêk were em pêvajoyê di xet û biryardariya Zîlan de bi ruhê fedayî pêşwazî dikin. Bi helwesta bi israr a Rêber Apo bi xwe, bi bersiva pozîtîf a tevgera me da, bi keda gelê Kurd û hêzên demokrasiyê banga Aştî û Civaka Demokratîk jiyanî dibe. Desthilata AKP’ê jî tişta dikeve ser milê wê bêyî ku taloq bike pêk anîn jênerev e. Hemû gavên ku bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re girêdayî hatine avêtin em erênî dibînin, ji bo bingeha siyasî û hiquqî ava bibe divê îradeya siyasî ya ku hewce dike were raberkirin.

Li ser vê bingehê em careke din rêheval Zîlan bi rêzdarî û minet bi bîr tînin, em didin diyarkirin ku berxwedana wê ya bê hempa û mîrasa li du xwe hîştiye li ser bingeha avakirina civaka komunalîst demokratîk emê tacîdar bikin.