‘Em jî weke şêniyên Serêkaniyê daxwaza vegera bi ewle dikin’
Jinên koçber ên ji bajarê Serêkaniya dagirkirî ku li bajarê Qamişloyê bi cih bûne, dan zanîn ku daxwaza vegera bi ewle ye ew dixwazin bi rûmet û bi di mercen bi ewle û bi temînat de vegerin ser axa pîr û kalên xwe.
ZEYNEB ÎSA
Qamişlo – Di 9’ê Cotmeha sala 2019’an de êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Serêkaniyê destpê kirin. Dewleta Tirk di êrîşên xwe yên hovane de, tevahî cureyên çekan li dijî welatiyên Serêkaniyê bikar anîn. Piştî berxwedaneke bêhempa ya gel, dewleta Tirk û çeteyên wê bajarên Serêkaniyê dagir kirin û bi sedhezaran şêniyên wê bi darê zorê hatin koçberkirin.
Jinên koçberên Serêkaniyê ku niha li bajarê Qamişlo dijîn ji ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman.
‘Daxwaza me ew e em mafên xwe biparêzin’
Armanc Mihemed da zanîn ku ew weke gelê bajarê Serêkaniyê dixwazin bajarê wan ji dagirkeriyê were rizgarkirin, bi ewle vegerin bajarê xwe, bi zimanê dayîkê biwînin û got: “Em di sala 2019’an de koçberî kantona Cizîrê bûn. Gelek mirovên ji Serêkaniyê niha di kampên Newroz, Waşûkanî dimînin û hinek ji wan jî li bajarên din dimînin. Encamên êrîşên ku li ser bajarê Serêkaniyê hatin kirin giran bûn, bi hezaran kes ji malên xwe koçber bûn û ketin ser riya koçberiyê. Di riyên koçberiyê de me gelek zehmetiyan kişand. Di 29’ê meha Çileyê de lihevkirina ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û rêveberiya demkî ya Şamê de çêbû, li gorî vê divê koçberên Efrînê vegerin bajarê xwe. Em jî weke şêniyên Serêkaniyê daxwaza vegera bi ewle dikin. Serêkaniyê bajarekî Kurdan e em dixwazin li wir mafên me werin barastini em bi zimanê xwe bixwînin, çanda xwe ya Kurdî biparêzin. Daxwaza me ew e ku em vegerin bajarê xwe û mafên xwe biparêzin, bi zimanê dayîka xwe bixwînin û bi çanda xwe hunera xwe biparêzin.”
‘Heviyên me ji bo vegerê qut nebûne û wê qut nebin’
Rohilat Muslim da zanîn ku ji bo vegerin ser axa xwe wê her dem têbikoşin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji destpêka Şoreşa Rojava ve êrîş li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebûn. Dewleta Tirk tu carî nesekinî êrîşê Kobanê, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir. Di van êrîşan de dewleta Tirk a dagirker bajarê Efrînê di sala 2018’an de dagir kir paşê di sala 2019’an de jî Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Ji ber dagirkerî û êrîşên wê yên hovane em ji neçarî koçberî Kantona Cizîrê bûn. Niha em li Kantona Cizîrê di rewşa koçberiyê ya zehmet de dijîn. Dawaza me ya bingehîn ew e ku em wegerin ser axa xwe vegereke bi ewle vegerin bajarê xwe. Em bi hêviya vegereke bi ewle û rûmet in, em dixwazin vegerin bajarê xwe bi zimanê Kurdî bixwînin heviyên me ji bo vegerê qut nebûne û wê tu carî qut nebin, em ê bi aramî li ser axa xwe bijîn.”
‘Divê em bi zimanê dayikê bixwînin’
Muna Yusif jî daxwaz kir ku di li gorî lihevkirinên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikumeta Şamê ya demkî de divê koçber bi ewle û bi hev re vegerin bajarê Serêkaniyê û wiha bi dawî kir: “Di sala 2019’an de ji ber êrîşên dewleta Tirk ên ser bajarê Serêkaniyê, em koçberî kantona Cizîrê bûn gelek binpêkirin li dijî me hatin kirin di riya koçberiyê de. Ji dema ku em koçber bûne ve heta roja îro heviya me vegera Serêkaniyê ye. Em dixwazin bi awayekî bi ewle vegerin bajarê xwe. Çeteyên dewleta Tirk ên li Serêkaniyê bi cih bûne malên me talan kirine û hilweşandine. Di lihevkirinên dawî yên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikumeta demkî ya Şamê de mijarên vegera koçberan hatin nîqaşkirin. Em bi hêvî ne ku di van nîqaşan de bi ewle di bin sîwana Hêzên Ewlekariya Hundirîn de em vegerin Serêkaniyê da ku bi aramî bijîn û zarokên me vegerin dibistanên xwe bi zimanê dayîkê bixwînin.”