'Em ji bo jinan zêdetir hişyar bikin dixebitin’
Li Tûnisê Komeleya Femînîst a Lîna Ben Mhennî, ji bo jinan perwerde bike û mafên wan biparêze dixebite. Yek ji damezrînerên komeleyê Manal Lesoud wiha got: "Em ji bo zêdekirina hişyarkirina jinan dixebitin, xwişkîtiya femînîst çareseriya feraseta mêr e."
ZOUHOUR MECHERGUI
Tûnis- Jinên Tûnisî ji bo mafên xwe her kêlî têdikoşin, ji aliyekî ve ji bo pêşxistina têkoşîna femînîst û hişyarîkirina hemû jinên di civakê de çalakî û perwerdeyê li dar dixin. Jinên ku Komeleya Femînîst a Lîna damezirandin, armanc dikin ku zanîna femînîst bixin nava tevgerê û ramanek azad a ji qalibên civakê dûr biafirînin. Her wiha armanc dikin ku bi nêrînek femînîst ku hestên rexneyî ya kesan dixe nava tevgerê, di warên cuda yên wek siyaset, maf û çandê de xebatan bidin meşandin.
Komeleya Femînîst a bi navê Lîna Ben Mhennî, di sala 2021'ê de ji aliyê femînîstan ve ji bo bîranîna aktîvîsta mafên mirovan û jinan û rojnamevana Tûnisî Lîna Ben Mhennî ku ji ber nexweşiyê di 27'ê Çileya 2020'an de jiyana xwe ji dest da, hat damezrandin. Yek ji endamên di avakirina Komeleya Femînîst de cih girt Manal Lesoud, bi bîr xist ku komele ji bo bîranîna Lîna Ben Mhennî ya ku li gelek herêmên Tûnisê balê dikşîne ser êşên jinan hatiye avakirin û wiha got: “Komeleyek bêyî vederkirina zayendî û zayendiya civakî hemû kesan dihewîne û di her astê de dixebite. Ji bo zêdekirina hişyarkirina jinan û qanûna bi hejmara 58’an a di sala 2017’an de hat derxistin ji bo hêsan bike û pêvajoya dozê ji wan re hêsan bike, xebatên hişyarkirinê dimeşîne.” Her wiha Manal Lesoud, diyar kir ku Komeleya Femînîst a Lîna Ben Mhennî, bi armanca bilindkirina asta zanîstî û hişmendiya jinan û dawîanîna tundiya rastî wê tên mafên wan bide naskirin, hatiye avakirin.
'Xebata ku Lîna daye destpêkirin wê bidome’
Manal Lesoud a zanîn ku xebatên Komeleya Femînîst a di mijara afirînerî, nivîsandin, avakirin û parastina mafên jinan de heye û wiha got:
"Fikra dibistanê, ji bo şenbêrkirina bangên femînîst û aktîvîsta mafên mirovan Lîna Ben Mhennî ya ku di sala 2020'an de jiyana xwe ji dest da derket holê. Gelek jin ji bo nîşan bidin ku tabûyên baviksalar qebûl nakin tevli merasima cenazeyê Lîna bûn. Ev komele, ji bo şikandina qûralên civaka mêr a otorîter, berdewamiya xebatên Lîna ya baweriya xwe bi jinan û zanîste tîne ye. Parastina maf û azadiyên takekesî yên jinan her wiha azadiya ragihandin, rewşa parastina bawerî û azadiya jinan a ji aliyê Lîna Ben Mhennî ve hat destpêkirin, tevî hemû nelirêtiya ku şoreşa Tûnisê di van salên dawî de jiyaye jî wê ji aliyê vê dibistanê ve bê berdewamkirin.”
Statuya jinan bi paş ket
Manal Lesoud, diyar kir ku piştî şoreşê destkeftiya herî girîng a jinan xistina bin temînetê ya qanûna hejmar 58 a têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan e û destnîşan kir ku hêvî dikin zagon û mewzuatên din jî bên derxistin. Manal Lesoud, wiha got: "Hikûmetên ku hev dişopînin û çav didin hev, destkeftiyên jinan ên wekheviyê têk birin û pergala hilbijartinê ji pergala lîsteyê ya aliyê jinan ve guhert û kir pergala kursiyê. Ji bo tevlibûna jinan a ji bo meclisê hemû temînat hatin rakirin. Ji bo hilbijartinên 2014 û yên piştî vê parlamentoyek mêr a xwedî temsîliyetek jinan a qels hat avakirin û vê yekê jî bandorê li rola jinan a di navendên biryardanê de kir.”
'Koçber rastî zextan tên’
Manal Lesoud bi gotinên; “Ne pêkan e ku zilamek, xeta mêr û fikra mêr a di civakek baviksalar û kapîtalîst de tercubeya jinbûyînê nejiyaye behsa zagonek jinan diparêze bike” polîtîkayên dewletê yên der barê koçberên Afrîqayê yên binê Sahrayê ya li Tûnisê rexne kir û wiha got: "Li welatekî ku endamên peymanên navneteweyî yên koçberî û mafên mirovan, parastin koçber û penaberan li ser parastina penaberan e bi zorê rastî koçberî û zextan hatine."
Manal Lesoud a ku xwest pêkanînên zirarê bidin îmaja Tûnisê û gel rencîde bikin bên bidawîanîn û destnîşan kir ku divê desthilatdarî jin û koçberan biparêze û ji bo mafên herî bingehîn ên mirovî di nava aramî û ewlehiyê de bijîn ji bo wan şert û mercên guncaw ava bike.
'Divê jin piştgiriyê bidin hev'
Manal Lesoud, bang li rêxistinên sivîl kir ku kampanyayên xwe yên li dijî dewlet û Meclisa Nûneran du qat bikin û wiha got: "Divê ku saziyên li ser mafên koçberan dixebitin hişyariyê ava bikin. Di heman demê de divê pêşîgirtina dersînorkirina koçberan a ji ber bingeha nasname û reng û ji bo pêşîgirtina bûyerên êrîşa zayendî bên armanckirin. Ji ber vê yekê têgeha xwişkîtiya femînîst bê hêmbezkirin. Mixabin hemû jin ne femînîst in. Carna tenê ji bo tiştek îsbat bikin, ji bo tetmîn bibin dikevin heman şopê. Divê em femînîstên ku agahiya wan ji hegemonya û sazî û rêbazên wê yên berfirehbûnê heye, êrîşî ferdan nekin û divê em li dijî ramana mêr û diyardeyên wê yên di civakê de têbikoşin. Ji ber vê yekê divê jin piştgiriyê bidin hev, nebin dijminên hev. Li ser vê bingehê em Komeleya Femînîst Lîna Ben Mhennî li ser navê xwişkîtiya femînîst dixebitin.”