‘Em ji Şengalê heta Îmraliyê silav û hezkirinên xwe dişînin’
Jinên Êzidî ku bi peyama Abdullah Ocalan a ji hemû jinan re şandibû 8’ê Adarê pîroz kirin, destnîşan kirin ku ew bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbilind bûne û silav û hezkirinên xwe ji Şengalê heta Îmraliyê dişînin.

CÎLAN ROJ
Şengal – 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Şengalê ji aliyê jinên Êzidî û Ereb ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Şahiya ku her sal li ‘Baxçê Rêber Apo’ dihat pîrozkirin îsal ji ber barana zêde ya roja 8’ê Adarê li Eywana Sinûnê hat pîrozkirin. Lê ev guhertin di coşa jinan de tu guhertin çênekir ji ber ku coşa îsal nedişibiya coşa tu salên din. Jin dîsa wekî her sal heta cihê şahiyê meşiyan, bi tilîlî û dirûşmeyan hatin cihê şahiyê.
Peyama Ocalan eşqa jinan mezin kir
Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di her derfetekê ku dibîne de peyamek taybet ji bo civaka Êzidî şandiye, civaka Êzidî û bi taybetî jina Êzidî ku di 74 fermanan re derbas bûye, bi felsefeya Ocalan xwe ji nû ve ava kir. Bêhna azadiyê girtin, hîs kirin û ji dil û can jiyan kirin. Îsal coşa 8’ê Adarê li her derê pir cûda bû, her kes bi eşq û hêvî bûn. Jinên Şengalê jî ew eşq û hêvî jiyan dikirin, ji bo wê jî şahiya 8’ê Adarê bi peyama ku eşq û vîna wan mezin kirî, peyama Ocalan dest bi şahiya xwe kirin.
‘Bi rih û can li peyamê guhdarî kirin’
Dema ku peyama Ocalan hat xwendin, çavên tijî hêvî, rondik û rûyên bi coş û kelecan derketin holê, hindek kesan tam fam nedikirin û deng nedibihîstin, lê belê dizanibûn ku peyama Ocalan e, ji bo wê jî bi rihekî cuda lê guhdarî dikirin. Coş û kelecaniya jinan bi xwendina peyamê, derket asta jor û bû sedema kelecaniyeke pir mezin. Bi peyamê re gelek jinan diyar kirin ku piştî bi salan ji Rêberê xwe peyam girtine, ev jî yek ji armanca wan bûye û gotin ku niha dora armanca wan a esasî ye, ew jî azadiya azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
‘Hilma Azadiyê’
Şengal beriya fermana ku di sala 2014’an de jiyan bike di bin parastina pêşmergeyên PDK’ê û hikûmeta Iraqê de bû. Civaka Êzidî û bi taybetî Jinên Êzidî 8’ê Adarê ne bihîstibûn û ne dizanîn ku rojeke jinan heye. Hindek malbatên ku fikrê Rêber Apo xwendibûn û bihîstibûn ev roj nas dikirin û hewl didan pîroz bikin. Dema ku dihatin ba hev ji bo pîroz bikin pêşmergeyên PDK’ê rê nedidan û şahî xirab dikirin. Lê belê îro jinên Êzidî ji hemû gundên Şengalê bi zanebûn, eşq û hêvî di bin silogana Jin Jiyan Azadî de li hev kom dibin û 8’ê Adarê pîroz dikin. Wate û girîngiya vê rojê bi hev re parve dikin.
Kêfxweşiya jinan a bi peyamê re
Jinên ku tevlî şahiyê bûn, bi kurtahî hest û nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman. Endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Remo diyar kir ku ew bi coşeke mezin tevlî şahiya 8’ê Adarê bûne, roja xwe pîroz kirine û wiha got: “Em 8’ê Adarê li Rêber Apo û hemû jinên berxwedêr pîroz dikin. Bi peyama Rêber Apo me ji her salê cudatir vê rojê pîroz kir û em bi peyamê gelek kêfxweş û serbilind bûn.”
‘8’ê Adarê rojeke pîroz û xweşik e’
Jina bi nave Nesrîn Dexîl destnîşan kir ku 8’ê Adarê ji bo wan rojeke pîroz, girîng û xweşik e û ev tişt anîn ziman: “Em 8’ê Adarê berî her tiştî li Rêber Apo û li hemû jinan pîroz dikin. Rêber Apo dibêje hemû roj bila bibin 8’ê Adarê. Ji hêla din ve Rêber Apo hezkirin û silavên xwe ji jinan re şandiye, em jî ji vir heta Îmraliyê hezkirin û silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Niha li vir jinên Êzidî û Ereb bi hev re roja xwe pîroz dikin û ev tiştek gelek xweş e.”
‘Em ji vir heta Îmraliyê silavên xwe dişînin’
Sêvê Kurdo da zanîn ku 8’ê Adarê roja serhildana jinan e û wiha axivî: “8’ê Adarê li Rêber Apo û hemû jinên berxwedêr pîroz dikim. Em bi peyama Rêberatî gelek kêfxweş bûn, silavên wî serseran ser çavan û em ji vir heta Îmraliyê silavên xwe jê re dişînin.”
Xalîde Şêxo jî got ku ew bi peyama Abdullah Ocalan gelek kêfxweş bûne û bang li hemû jinan kir ku tu car zilm û bindestiyê qebûl nekin û serî rakin.
Şemê Helîqî jî diyar kir ku ew piştî naskirina fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe nas kirine û gihîştine wateya rast a 8’ê Adarê.
‘Ez vê rojê jinên ku li ber xwe didin pîroz dikim’
Berfê Elyas jî derbarê mijarê de hêz û baweriya xwe ya ji bo peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman û ev nirxandin kir: “Di serî de 8’ê Adarê li Rêber Apo, gerîlayên serê çiya û her jinên ku dixwazin azad bibin dikim. Silavên me ji vir heta Îmraliyê heye. Û em dibêjin Rêberê min heta jineke bindest be û di destê dijmin de be em ê li ser piya bin û li ber xwe bidin. Em ê her rojê bikin roja jin û mirovahiyê. Ez vê rojê li jinên ku îradeya xwe teslîmê dijmin nakin û li ber xwe didin pîroz dikim.”