‘Em ê têkoşîna jinan a li Rojava bilind bûye tu car bi tenê nehêlin’
Li bajarên Bakurê Kurdistanê, çalakiyên ji bo Rojavayê Kurdistanê didomînin. Di meşên hatin lidarxistin de, peyama "Em ê şoreşa xwe biparêzin" hate dayîn.
Navenda Nûçeyan- Erîşên HTŞ, DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirî kirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Gel bi rojan e li kolanan êrîşan şermezar dikin. Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê li dijî êrîşan meş hatin lidarxistin.
Şemrex
Platforma Saziyên Demokratîk a Mêrdînê, li dijî êrişên ser rojavayê Kurdistanê, li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê meşek li dar xist. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz, hevşaredar, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl di nav de gelek kes tev li meşê bûn. Girseya di ketina navçeyê de kom bû, dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” berz kir. Girseya xwest bimeşe lê polîsan bi hinceta biryara “qedexeyê” ya walîtiyê xwest asteng bike.
Li ser vê yekê parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîzê bertek nîşanî polîsan da û got: “Walîtiya Mêrdînê û Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê bi pêkanînên xwe li pey provokasyonan e. Em bi gelê xwe yê ku bi komkujiyan re rû bi rû re ne. Em li kêleka kesên ji bo mirovahiyê li ber xwe didin e. Hûn li kêleka DAIŞê ne? Walîtiya Mêrdînê û Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê li dijî pêvajoyê ne.”
‘Rojava dilê Kurdistanê ye’
Girse, tevî hemû astengiyan jî derbasî Qada Bajêr bû û ji vir heta avahiya DEM Partiyê bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” meşiya. Di meşê de pankarta “Rojava berxwedan e, azadî ye, wijdan e, nikare teslîm bê girtin. Xwedîderketina li Rojava Xwedîderketina li Mirovahiyê ye” hilgirt û dowîzên “Rojava dilê Kurdistanê ye” , “Rojava kela berxwedanê ye” û “Li Kobanê zarok dicemidin” û posterên mezin ên keziyên hunandî yên şervanên YPJê li ser bûn hilgirtin.
Saliha Aydenîz di daxuyaniyê de helwesta polîsan şermezar kir û diyar kir ku pêkanînên Walîtiya Mêrdînê provokasyon e. Salîha Aydenîzê bi lêv kir ku li dijî komkujiyên DAIŞ’ê çalakiyan li dar dixin û wiha got: “Hûn bi vê nêzîkatiya xwe alîkariya çeteyan dikin. Vî gelî hûn nikarin bitirsînin ev gel bi awayekî serbilind li ser pêyan e.”
‘Jinan li Rojava dîrok nivîsandin’
Bi domdarî Saliha Aydenîz bal kişand ser dorpêça ser Kobanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Kobanê dorpêçek heye zarok ji ber sermayê mirin. Gelê Kurd wê Rojava bitenê nehêle ji ber ku li Rojava têkoşîna mirovahiyê tê kirin. Em ê bertekên xwe û serhildana xwe mezin bikin, dest ji van qedexeyan berdin. Li kêleka me nan û av nîne em ê çawa li mala xwe rûnin. Jinan li Rojava dîrok nivîsandin û şoreş pêkanîn. Ev têkoşîn ji hemû jinên cîhanê re bû ronahî. Tişta ku tê xwestin li Rojava bê kirin domandina tarîtiya DAIŞ’ê ye. Bi rojane gel li ser piyan e, gelê Kurd li ser pêyan e û dibêjin gelê Kurd yek e. Em bi rojan e li ser pêyan in, em ê vê yekê bidomînin. Em ê têkoşîna jinan a li Rojava bilind bûye tu car bi tenê nehêlin.”
‘Birêz Ocalan çawa li vir mîmarê aştiyê be, damezrînerê pergala Rojava ye’
Salîha Aydenîz diyar kir ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan propagandayeke reş tê kirin û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan çawa li vir mîmarê aştiyê be, damezrînerê pergala Rojava ye. Bi milyonan dibêjin birêz Ocalan îradeya me ye. Milyonan kes bûne yek dil û piştevaniya vê felsefeyê dikin. Dest ji reşkirina birêz Ocalan berdin. Ev polîtîkayên we li dijî têkoşîna gel pûç bûye. Gel îro bi Rojava re ye. Rojava xeta gel a sor e. Saziyên sivîl daxwaz kirin ku deroyê sînor vekin. Em jî ji vir bang dikin ku Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê vekin. Gelê Kurd û kesên demokrasiyê dixwazin heta ku li Rojava çareseriyek çêbibe wê bi paş ve gavê neavêjin. Vê baş bizanin. Têkoşîna me dê bi serkeftinê tacîdar bibe.”
Pasûr
Platforma Saziyên Demokratîk, li dijî êrişên ser rojavayê Kurdistanê, li navçeya Pasûrê ya Amedê daxuyanî da. Daxuyanî, li ser Cadeya Cengîz Topel hate dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye, teslîm nayê girtin” hate hilgirtin. Rêveberê DEM Partiyê yê navçeyê Asim Ozgen di daxuyaniyê de axivî û êriş şermezar kir.
Daxuyanî, bi dirûşmeya “”Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.
Bêrecûk
Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê êrîşên li ser rojavayê Kurdistanê bi meşekê li Bêrecûkê protesto kir. Meşa ku bi dirûşma "Bila komkujî û êrîşên li ser Rojava bi dawî bibin" hat lidarxistin, ji aliyê parlamenterên Rihayê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ve hat rêvebirin.
Girseya ku li navenda navçeyê kom bû, bi pankarta "Rojava berxwedan, wijdan û azadî ye" ber bi avahiya navçeya Bêrecûkê ya DEM Partiyê ve meşiyan.
Piştî meşê Parlamenterên DEM Partiyê Omer Ocalan û Ferît Şenyaşar axivîn û bal kişandin ser berxwedana Rojava.
Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.