‘Em ê bi nasname, çand û hunera xwe li dijî êrişan têbikoşîn’

Endamên Navenda Stêra Zêrîn a Wargeha Mexmûrê, biryara girtina sazî û rêxistinên jinan ên li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û wiha gotin: “Divê em tu car dev ji berxwedan û têkoşîna xwe bernedin û bi nasname, çand û hunera xwe li dijî êrişan têbikoşîn.”

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr – Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê, Asayîşa Silêmaniyê di 31’ê Kanûna 2024’an de bi ser şirketa produksiyona Gizingî Berbeyan, Tevgera Azadiya Jinên Kurd (RJAK), Navenda Çanda Niwêger û Saziya Merziye ya jinan de girt û sazî û rêxistinên jinan bi darê zorê girtin. Bertekên jinan û jinên ciwan ên li dijî girtina sazî û rêxistinan didomin.

Endamên Navenda Stêra Zêrîn a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî girtina sazî û rêxistinên jinan ên li Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re axivîn.

‘Cîhgirtina jinan a di hemû qadên jiyanê de mafê herî bingehîn e’

Berdevka Navenda Stêra Zêrîn a Mexmûrê Çîgdem Oren, di destpêka axaftina xwe de girtina sazî û rêxistinên jinan ên li Silêmaniyê şermezar kir û wiha got: “Hêzên desthilatdar dixwazin jinan ji hemû qadên jiyanê dûr bixin. Cîhgirtina jinan a di hemû qadên jiyanê de, mafê herî bingehîn e. Armanca wan tunekirina jinan û belavkirina feraseta xwe ya qirêj e. Ji aliyê hêzên desthilatdar ve li hemû qadên jiyanê li dijî jinan êriş û niheqiyek mezin heye. Ne têne li Başûr, li seranserê cîhanê jin rastî êrişan tên. Afrînerên jiyan û hunerê jin in.”

‘Êrişên li dijî sazî û rêxistinen jinan bi destên Hikûmeta Herêmê pêk tên’

Çîgdem Oren, diyar kir ku armanca van êrişan tunekirina nasname, çand û hunera Kurdî ye û wiha got: “Li Bakurê Kurdistanê jî bi salan e li dijî jinan, zimanê Kurdî, çand, huner û nasnameya gelê Kurd êrişên mezin hene. Kesên ku xebatên çand û hunerê dimeşînin, tên binçavkirin, girtin û qetilkirin. Armanca wan, tunekirina nasname, çand û hunera Kurdî ye. Dixwazin zimanê Kurdî tune bikin. Êrişên li dijî sazî û rêxistinen jinan bi destên Hikûmeta Herêmê pêk tên. Ev yek mirov gelek diêşîne.”

Çigdem Oren, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Divê gelê Kurd û ciwanên Kurd li seranserê Kurdistanê tu car dev ji berxwedan û têkoşîna xwe bernedin û ji bo pûçkirina hemû êrişan xwedî li çand û hunera xwe derkevin.”

‘Dixwazin cîhanê li gor berjewendiyên xwe birêve bibin’

Endama Stêra Zêrîn Zerda Benek jî da zanîn ku hêzên desthilatdar pêşketina jinan ji bo xwe mîna xeteriyek dibînin û wiha axivî: “Em girtina sazî û rêxistinên li Silêmaniyê ya ji aliyê Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ve, şermezar dikin. Bi van êrişan re dixwazin jinan ji kar û xebatên civakê dûr bixin û di nav malê de dîl bikin. Jin afrînerên jiyanê ne. Lewma pêşketina jinan ji bo xwe mîna xeteriyek mezin dibînin. Hêzên desthilatdar dixwazin cîhanê li gorî berjewendiyên xwe birêve bibin.”

‘Em ê bi nasname, çand û hunera xwe li dijî tevahî êrişan têbikoşîn’

Zerda Benek, banga xwedîderketina li çand û hunera Kurdî kir û got: “Divê em jinên ciwan ji bo pêşxistina çand û hunera xwe têbikoşîn û bi nasname, muzîk, çand û hunera xwe, li dijî tevahiya êrişan têbikoşin.”