‘Em ê bajarên bi aqlê mêran hatine avakirin veguherînin’
Hevşaredarên Sûr û Rezanê yên Amedê, diyar kirin ku bajarên bi nêrîna mêran hatine avakirin û birêvebirin, tundiya li dijî jinan zêde dikin û dan zanîn ku ew ê li bajaran ji bo jiyana ku jin tê de xwedî gotin û kirde bin têbikoşîn.
ARJÎN DÎLEK ONCEL
Amed – Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan, di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amed de, di 8’ê Mijdarê de li Navenda Kongre û Çandê ya ÇandAmed a li navçeya Yenîşehîra Amedê hevdîtina "Ber bi bajarên jinan ve” li dar xist. Jinên ji şaredariyên Bajarê Mezin û navçeyê yên Amedê, partiyên siyasî, Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên jinan, beşdarî civînê bûn.
Di hevdîtinê de li ser guhertinên pêwist ên ji bo ku bajarek bibe "Bajarê Jinan" hat axaftin û li ser sernavên rêveberiya bajaran, aborî, mekan û bîrê, nîqaş hatin meşandin.
Jinên ku ji qadên cuda beşdarî hevdîtinê bûn, ji bo pirsên xwe yên mîna "Ji bo jinan azadiya bajêr tê çi wateyê? Pirsgirêkên avahîsaziyê yên li bajêr ku jiyana jinan zehmet dike çi ne? Herî zêde li kîjan qadên bajêr jiyana jinan tengav dibe? Gelo kîjan qadên li bajêr dikarin bi riya bîra jinan ji nû ve bibin xwedî wate? Gelo di aliyê bîra, aştî û restorekirina civakî de gavên sembolîk ên bi çi awayî dikarin bên avêtin re li bersivan geriyan.
Hevşaredara Şaredariya Sûrê ya Amedê Fatma Gulan Onkol, diyar kir ku li gorî paradîgmaya partiya wan, projeya "Bajarê Jinan" yek ji mijarên bingehîn a rojeva wan e. Fatma Gulan Onkol, da zanîn ku di navbera salên 2016 û 2019’an de li şaredariyan qeyûm hatiye tayînkirin, van qeyûman bi taybetî mafên jinan, bi tevahî çanda civakê hedef girtine û got: "Beriya niha şaredarî di bin xespa qeyûman de nedihatin xebitandin. Lê belê, piştî ku şaredarî ketin destên DEM Partiyê, xebatên ji bo 'bajarê jinan' hatin destpêkirin.”
‘Divê bajar bi ferastek nû werin avakirin’
Fatma Gulan Onkol, diyar kir ku li bajarên bi aqilê mêran hatine avakirin, feraseta mêran serdest e û reseniya civakan tê paşguhkirin, wiha axivî: "Çavdêriyên me û pêvajoya avakirinê ya der barê bajar çiqas azad in û xwedî avahiyek dikare hemû kêmderfetiyên civakê bifikire de, didome. Di encama van çavdêriyan de, xebatên 'Bajarê Jinan' dest pê kirin. Di encama van xebatan de, em ê bajarên ku bi feraseta mêran hatine avakirin, veguherînin."
‘Ji bo ku bibin dengê jinan...’
Fatma Gulan Onkol, da zanînku şaredariyên DEM Partiyê, ji bo ji pirsgirêkên jinan re çareseriyan bibînin xebatên xwe didomînin û axaftina xwe wiha domand: “Pergala hevşaredariyê û îsrara me ya ji bo nûnertiya wekhev, li qadên din belav bû. 'Bajarê Jinan' nîşaneya vê yekê ye. Xebatên 'Bajarê Jinan', ji bo ku bibe dengê jinan, ji bo xurtkirina rewşa kirdebûna wan û xurtkirina hevgirtinê, hat destpêkirin. Di vê wateyê de, zêdetir xuyabûna jinan û avakirina bajaran li gorî jinan, rojave bingehîn e.”
‘Ji bo ku pêvajo bi awayekî samîmî bimeşe divê qeyûm biçe’
Fatma Gulan Onkol, bal kişand ser pêvajoya "Civaka Aştî û Demokratîk"a di 27ê Sibatê de bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, diyar kir ku vê pêvajoyê samîmiyet dixwazin. Fatma Gulan Onkol, wiha got: "Pêvajoyek tê meşandin. Ji bo ku ev pêvajo li ser bingehek samîmî bê meşandin divê qeyûm biçin. Pêwist e pergala hevserokatiyê di wateya qanûnî de bê naskirin. Divê gihîştina çavkaniyên adil û wekhev ên herêmê, bê misogerkirin. Yek ji aliyên bandorker ên pêvajoya avakirina demokratîk jî vekişîna qeyûman e. Divê hevserokên hatine hilbijartin, vegerin karê xwe. Bi taybetî hevserokên jin tên hedefgirtin. Divê ev yek bi dawî bibe û divê dev ji hedefgirtina têkoşîna jinan berdin.”
Fatma Gulan Onkol bal kişand ku qeyûm modela "Hevserokatiyê" hedef digrin, diyar kir ku hevserokatî tê wateya "azadiya zayendan" û got: "Hevserokatî modelek e ku hem ji bo bidawîanîna koletiya mêr û hem jî jinan, hatiye pêşxistin.”
Di 1’ê Mijdarê de saet 21:00’an li navçeya Sûrê ya Amedê, komekî nêzî 10-15 kesan pêk tê bi gotinên “Em we li vê taxê naxwazin” êrîşî maleke ku 3 jin lê dijîn kirin. Jin rastî gefa kuştinê hatin û jinek hae derbkirin.
‘Hewl didin jinan ji qadên jiyanê dûr bixin’
Fatma Gulan Onkol, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tundiya li dijî jinan ji tundiya dewletê serbixwe nîn e û wiha axivî: "Tundiya di nava dewletê de, di nava malbatê, taxan û di têkiliyên du kesî de jî çêdibe. Têgihîştina hiyerarşîk a tundiyê, di tevahiya civakê de dibe. Li Sûrê, 3 jin rastî tundiya komekî hatin. Hewldan jinan ji qadên jiyanê dûr bixin. Lê belê Sûr bajara me hemûyan e; ji gelek şaristanî, nasname, bawerî û çandên cihêreng re mazûvanî kiriye. Li vir hiqûqa jiyanî ya gel heye, li vir hiqûqa jiyanê heye. Îro di qonaxa dawî de, em dibînin ku civak tê bêdengkirin, parçekirin û komek ku ji ber xuyabûna jinan a li kolanan, di siyasetê û li cihên giştî de aciz dibe heye.”
Fatma Gulan Onkol, destnîşan kir ku ew ê weke rêveberiyên herêmî, destûr nedin van polîtîkayan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hevdîtin, mijûlbûn û meşandina xebata bi jinan re, ji bo me pir girîng e. Piştî 2015’an, gelek jin bi çarenûsa xwe re tenê hatin hiştin, di mal û odeyên xwe de hatin hepskirin. Di cîhaneke teng de neçarî mehkûmkirina feraseta mêraniyê man. Em ê îro bi 'Bajarên Jinan' re careke din ji bo jiyana ku jin kirde ne, têbikoşin."
‘Werin em têkoşîna jinan bilind bikin’

Hevşaredara Şaredariya Rezanê Leyla Ayaz, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku xebata "Bajarê Jinan" dê li bajaran guhertinek mezin çêbike. Leyla Ayaz, da zanîn ku di pêvajoya qeyûman de hewl dane jinan tenê bihêlin û bal kişand ku di vê pêvajoyê de tundî jî zêde bûye. Leyla Ayaz, da zanîn ku armanca xebatên jinan ên şaredariyên DEM Partiyê, zindîgirtina dîrok û bîra civakê û jinan e û diyar ku têkoşîna li dijî tundiyê berpirsyariya hemû civakê ye.
Leyla Ayaz, da zanîn ku 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî bi bilindkirina têkoşîna jinan pêşwazî dikin û got: "Em li her derê civînên taxan li dar dixin, tên cem hev û dibêjin ku jin ne bi tenê ne. Navendên jinan û torên têkoşîna li dijî tundiyê, nîşan dane ku li vî bajarî jin ne bi tenê ne. Bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê re, em dixwazin ji hemû jinan re vê yekê bibêjin: Jin ne bi tenê ne lê pêwist e em mekanîzmayan bizanbibin. Dema jinek rastî tundiyê tê, bila jina din çavên xwe negire. Divê em xwe ji bo parastina jinên li derdora xwe berpirsyar bibînin. Ez jinan vedixwînim, dibêjim bila li qadan bin û hişmendiya jinan bilind bikin."