‘Em dixwazin Rêber Apo di nav me de be’
Di derbarê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jinên Êzidî dan zanîn ku Şengal bi fikrê wî aram û bi ewle ye, dan zanîn ku dixwazin wî di nav xwe de bibînin û ji bo vê jî çi pêwîst bike wê bikin.
Şengal - Her ku diçe nerazîbûnên li dijî nepêkanîna mafê hêviyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde dibin û dengê daxwaza azadiya wî bilind dibin. Dayîkên Şengalî ku niha jî bi awayek çalak di nav kar û xebatan de ne, hest û nêrînên yên derbarê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, bi me re parve kirin.
‘Ji fermanê û vir ve fikrên Serokatî Êzidiyan dimeşîne’
Hevberdevka Komîna Serdeştê Dayê Kinê Xidir bicîhanîna mafê hêviyê yê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji ajansa me re nirxand. Kinê Xidir tiştên ku hatine serê wan bi bîr xist û wiha got: “Di 3’yê Tebaxa 2014’an de fikrê Serokatî bi me ve hat. Dema ferman bi serê me de hat, hêzên heyî yê li vê derê li me xwedî derneketin, me firotin. Di demeke wisa de Serokatî bi hawara me ve hat û ji wê demê heta niha fikrê Serokatî di nav Êzidiyên li Çiyayê Şengalê berdewam e. Me bi fikrê Serokatî xwe zana kir, rêxistin kir, hêzên me yên parastinê çêbûn, meclîs û saziyên me yên din çêbûn.”
‘Serokatî her alîgirê aştiyê bû’
Dayîke Kinê anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şer naxwaze û çalakiya çek şewitandina gerîlayan bibîr xist. Dayîka Kinê wiha berdewam kir: “Serokatî dibêje ti pirsgirêk bi şer û kuştinê çareser nabe. Li gor Serokatî divê mirov bi fikrên xwe, bi zanebûna xwe, bi siyaseta xwe bikaribe ji pirsgirêkan re bibe çareserî. Ger îro du eşîr her tim ji hev bikujin heta dinya hebe wê ji hev safî nebin. Dema li hev hatin wê demê wê dawî li wan kuştinan jî bê. Ji bo wê jî divê Êzidî jî xwe nas bikin, zana bikin, rêxistin bikin. Û bikaribin bi hemû netew, ol û hwd. re kar bikin û xwe ji fermanan biparêzin. Tişta ku me ji fikrê Serokatî fêm kiriye jî ev e.”
‘Serokatî ji ber fikrên xwe di zîndanê de tê girtin’
Dayîka Kinê diyar kir ku ew wek jinek, Êzidî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek azadiya civak û jina Êzidî dibîne û balkişand ser rola wî ya di aştiya mirovahiyê de û wiha domand: “Îro ne tenê ji bo Kurd û Êzidiyan, ji bo hemû mirovahiyê wisa ye. Mirovayetî li ba wî heye, aştî û wekhevî li ba wî heye. Bi niheqî û bêedalet ev 27 sal in di zîndanê de ye. Em bang li dewletên navnetewî, mirovên azadîxwaz dikin da ku xwedî li Serokatî derkevin, biparêzin. Bi zanebûn ev ewqas sal di zindanê de dihêlin, ji ber ku Serokatî xwedî fikrekî cuda ye. Ji fikrên wî ditirsin. Ger ne feylesofek bûya evqas însan li pey wî li ber xwe nedida. Çi Êzidî, çi Elewî, Kurd, Ereb û hwd. fikrê wî girtiye û li ser wî fikrî xwe perwerde dike. Îro ger Serokatî azad bibe wê mirovahî azad bibe. Mirovahî di zîndana Îmralî de ye.”
‘Ger îro di Şengalê de şer nebe ev bi saya Serokatî ye’
Nesrîn Zoravayî ku Berdevka Komîna Zorava ye, da zanîn ku di sala 2014’an de fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kirine û li ser wî fikrî xwe rêxistin kirine, sazî û dezgehên xwe çêkirine û wisa berdewam kir: “Serokatî ji bo jinê gelek tişt kir. Jixwe dibêje, jineke azad welatekî azad e. Heke jin ne azad be, civak jî ne azad e. Em jî wek jinên Êzidî azadiya wî dixwazin. Tevî ku di fermanê de ji jina Êzidî gelek tişt hatin windakirin, bi saya fikrê Serokatî carek din rabû ser piyên xwe, li ber xwe da, di her qadekê de şer kir. Ger dinya bi fikrê Serokatî rabûba ewqas şer dernediketin, ewqas kuştin çênedibûn. Serokatî her tim dibêje em azadî û wekheviya gelan dixwazin. Niha li gelek ciyên cîhanê de şer tên meşandin, lê belê Şengal aram e, xweş e, şerek tê de nîne. Ev jî bi saya fikrê Serokatî çêbû. Em jî wek jinên Êzidî dixwazin rizgar bibe û em jî li vî baxçeyî pêşwaziya wî bikin. Ji aliyê Serokatî ve gav hatin avêtin lê dewleta Tirk gav navêje.”
‘Em qenciya Serokatî jibîr nakin û ji bo azadiya wî çi pêwîst be em ê bikin’
Dayê Tewrê Xelef ku Berdevka Komîna Borik e, hestên xwe yên derbarê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha anî ziman: “Di 3’yê Tebaxa 2014’an de ger Rêber Apo bi me ve nehatiba kesek ji me nedima. Em jî qenciya wî jibîr nakin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî çi ji destê me hat em ê bikin. Bi fikrê Serokatî îro em dikarin pêşiya fermanan rakin. Em şer naxwazin. Em dixwazin pirsgirêkên xwe bi siyaset û diyalogan çareser bikin. Serokatî jî ji me dixwaze ku em bi xwe, xwe birêve bibin, biparêzin. Niha Serokatî bê sûc di zîndanê de ye. Em bi hêvî ne rojekê bê çiyayê Şengalê û em bi hev re kar bikin.”