'Em bi ruhê berxwedanê 8'ê Adarê pêşwazî dikin'
Endama Koordînasiyona Kongra Star a bajarê Kobanê Peyman Elûş got ku bi ruhê berxwedana jinan, ji bo pêkanîna serkeftin û azadiyê ew ê 8'ê Adara îsal pêşwazî bikin.

NÛRŞAN EBDÎ
Kobanê – 8'ê Adarê, bi navê roja jinên kekdar, têkoşer û jinên lêgerîna demokrasî, aştî û azadiyê ya cîhanê tê pênasekirin. Ji ber vê yekê her sal jin bi çalakî û şahiyên xwe vê cejnê pîroz dikin. Lê jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber zêdebûna êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê, roja xwe ya cîhanî di bin siya binpêkirin û êrîşan de pêşwazî û pîroz dikin.
Endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Kobanê ya kantona Firatê Peyman Elûş diyar kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsal 8'ê Adarê bi ruhê berxwedanê ji bo pêkanîna serkeftin û azadiyê, pêşwazî dikin.
'Felsefeya Rêber Apo wateyek cuda da 8'ê Adarê'
Peyman Elûş di destpêka gotinên xwe de got ku Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê roja serkeftinê û daxwaza pêkanîna azadî, wekhevî û demokrasiyê ya ji hemû jinên cîhanê re ye û wiha axivî: "Jin ji bo azadiya xwe û civakeke demokratîk û adil ava bikin, têkoşiyan û li ber xwe dan. Fikir û felsefeya Rêber Apo wateyek cuda da 8'ê Adarê û tekez kir ku divê hemû roj bibin rojên azadiya jinan. Her wiha bi saya fikrên xwe nexşeriya azadiyê ji me re pêşkêş kir. Bi riya analîzên Rêber Apo yên li ser vê rojê, me wate û cewhera 8'ê Adarê nas kir. Rêber Apo bi felsefeya xwe rê li pêşiya azadiya jinan vekir û di qadên leşkerî, siyasî û civakî de roleke mezin lîst. Ji ber vê yekê sedsala 21'an wê bibe sedsala azadiya jinan."
'Bi ruhê berxwedana jinan a li Bendava Tişrînê em 8'ê Adarê pêşwazî dikin'
Peyman Elûş bal kişand ser pîrozbahiyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo 8'ê Adarê û wiha domand: "Jinên herêmê bi bilindkirina dirûşmên berxwedanê, roja xwe ya cîhanî pîroz dikin. Di van demên dawî de em di pêvajoyên hesas re derbas dibin. Jinan careke din li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê berxwedaneke dîrokî meşandin. Em îsal 8'ê Adarê bi ruhê vê berxwedan û serkeftinê pêşwazî û pîroz dikin. Bi dirûşma 'Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî ber bi Sûriyeya demokratîk ve' wê 8'ê Adarê bê pîrozkirin. Em ê vê dirûşmê li tevahiya Sûriyeyê û cîhanê belav bikin."
'Bi pêşengiya jinên Kurd wê jinên Sûriyeyê bên birêxistinkirin'
Peyman Elûş destnîşan kir ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ji feraseta rejîma Beasê ya berê ne dûr e, ji ber ku ew jî rola jinan di nava civakê de paşguh dike û wan ji qada siyasî dûr dixe. Peyman Elûş wiha got: “Jinên li tevahî deverên Sûriyeyê pêwîstiya wan bi zanebûn û rêxistinbûyînê heye ew jî bi pêşengiya jinên Kurd û şoreşa jinan gengaz e. Weke Kongra Star erka me parastina jinan û mafên wan e. Her wiha divê em berxwedanê li dijî feraseta mêr-dewletê bilind bikin, da ku bikaribin bi hev re Sûriyeya azad, demokratîk piralî û ne navendî ava bikin."
'Bi dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' wê 8'ê Adarê bê pîrozkirin'
Peyman Elûş da zanîn ku bi şîara 'Jin Jiyan Azadî' û bi ruhê têkoşîna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8'ê Adarê pêşwazî dikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Em bi ruhê 8'ê Adarê berê xwe didin Bendava Tişrînê û beşdarî berxwedana dîrokî ya ku bi têkoşîna jinan û gelan tê meşandin, dibin. Jinan ji bo parastina destkeftiyên şoreşa xwe û di oxira têkoşînê de bedelên giran dan. Li dijî feraseta baviksalarî ya ku dixwaze rola jinan tune bike, serî hildan. Bi pêşengiya jinan ewê aştî û demokrasî çêbibe."