Elahe Sadr: Me bi şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’ re riya xwe dît
Ji Tevgera Jinan Elahe Sadr, diyar kir ew bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re riya xwe dîtine û daxwazên xwe diyar kirine û wiha got: “Jinên cîhanê êdî naxwazin di bin serweriya baviksalarî, nirx û normên baviksalarî de bijîn.”
ŞAHLA MOHAMMADÎ
Navenda Nûçeyan – Bi nêzbûna yekemîn salvegera serhildana gel a ku piştî Jîna Emînî ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ve li Tehranê hate qetilkirin, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpê kirin re, çalakvana Tevgera Jinan Elahe Sadr ji ajansa me re axivî. Elahe Sadr diyar kir qetilkirina Jîna Emînî di heman demê destpêka şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye jî û wiha got: “Li welatê me bi destpêkirina şoreşê re nêzî 650 ciwan hatin qetilkirin, nêzî 20 hezar kes li girtîgehan tên ragirtin.”
Elahe Sadr siyasetên vê dawiyê yên hikûmeta Îranê ya der barê dûrxistina xwendekar, mamosta û mamostayên zanîngehan bi “tirsnak” bi nav kir. Elahe Sedr bal kişand ser zext û zordariya ku ev zêdetirî 40 sal in li Îranê li gelên Îranê tê kirin û wiha got: “Serhildana Jinê veguheriye şoreşeke femînîst a bi heybet. Di van 44 salên dawî de gelek beşên civakê rastî zextan hatin. Şoreşa 'Jin, jiyan, azadî' destkeftiyeke ku têkoşîna gelên Îranê dike yek. Me dît ku çiqas pesnê wê ji dinyayê girt, bi rastî jî hêjayî pesindayînê bû. Li gorî min divê gelê Îranê careke din rabe ser piyan û ez piştrast im ku ev yek dê pêk were. Niha dê dîsa di wextê de wek agirê di bin axê de biteqe û dê gel bi wêrekiya xwe rabe ser piyan. Ev şoreş di her warî de ‘Jin, jiyan, azadî’ berdewam dike û di civakê de pêş dikeve.”
'Mirov nikarin bi vî rengê jiyanê bidomînin'
Elahe Sadr bal kişand ser siyasetên dewleta Îranê û wiha got: “Komara Îslamî ya Îranê wisa difikire ku bi siyasetên xwe yên tepeserkerî dikare xwepêşandanên gel bitepisîne. Min di gotarek xwe de diyar kir ku qeyrana aborî li Îranê niha gihîştiye ji sedî 250 û ev yek gelek ecêb e ji ber ku ez nizanim bi rastî xelk çawa dijîn û debara jiyana xwe dikin. Ez dizanim ku gel di bin zextên cidî de ye, helbet ne tenê zexta aborî, zexta siyasî jî heye. Zextên Mela û Komara Îslamî jî hene. Welatên cuda bi taybetî jin di bin zextên hikûmeta Komara Îslamî de ne. Dibe ku di demeke kurt de hikûmeta Îranê gel hinekî paş de bikişîne û xwepêşandanan bitepisîne, lê di demek dirêj de tiştek ne mimkûn e. Ji ber ku mirov nikarin bi vî rengî jiyana xwe bidomînin."
Destkeftiyên têkoşîna 44 salan
Elahe Sadr bal kişand ku bi şoreşa "Jin, jiyan, azadî" re hişyariya gelên Îranê zêde bû û wiha dewam kir: "Hikûmeta Îranê şoreşeke çandî pêk anî. Ez yek ji qurbaniyên vê şoreşa çandî me. Ez vê demê xwendekar bûm û ji dibistanê hatim avêtin. Heta zanîngeh girtin û beriya wê ez salekê ji zanîngehê hatim avêtin. Piştî ku şoreşa çandî pêk hat û zanîngeh hatin vekirin, min bi lez û bez îmtîhanên nîvsala dawî derbas kir û dersa xwe qedand, lê piraniya hevalên xwe yên xwendekar nekarîn dersa xwe biqedînin. Piştî ku xwendina xwe qedand, destûr nedan ez bixebitim. Yanî gelên Îranê wê demê zehmetiyên mezin dîtin. Komara Îslamî ya Îranê bi saya şerê Îran û Iraqê zextên xwe zêde kir. Ji ber ku dema şer li welatekî diqewime, hestên netewî di nav gel de zêde dibin û li pişt hikûmetê radiwestin, da ku destwerdanek li ser sînorên wan çênebe, lê êdî rewş ne wisa ye û êdî xelk ne ew kes in. Hişyartir û wêrektir bûn. Binêrin, li kolanan jinan digrin û li wan dixin, lê dîsa jî jin li dijî hîcabê serî radikin. Mamoste û mamosteyan ji kar derdixin, lê dîsa jî bi dengekî bilind dibêjin ku ew karê xwe dikin û pergala paşverû qebûl nakin. Ev destkeftiyên têkoşîna gelan a 44 salî ne, bi taybetî sala dawî ya şoreşa 'Jin, jiyan, azadî'."
‘Mijar ne tenê hîcab bû’
Elahe Sadr der barê destpêkirina şoreşa "Jin, jiyan, azadî" de jî wiha axivî: "Sedema destpêkirina şoreşê ne tenê hîcab bû. Têkoşîna li dijî çarşefê nabe bi kêmkirina wê bi perçeyekî tevnekî, lê yekem tiştê ku Komara Îslamî ji dema desthilatdariya xwe de kir, bêparkirina jinan ji hemû mafên xwe yên takekesî û civakî bû û armanca wan ji serjêkirinê ew bû. jinan bindest bikin û îradeya wan paşguh bikin. Komara Îslamî dixwest jineke li malê rûniştî, zarokan bîne, xizmeta mêran bike ava bike. Bi hemû hêza xwe hewl da, lê me dît ku ev yek pêk nehat û jin roj bi roj berxwedêrtir bûn û têkoşîna xwe berdewam kirin. Ev têkoşîn bi salane şêweyên cuda girtiye. Şoreşa 'Jin, jiyan, azadî' bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir. Di rastiyê de pirsgirêka hîcabê ne tenê pirsgirêka jinê bû. Pirsgirêka hîcabê bi neteweyên bindest, kêmderfet û têkoşîna jinan ve girêdayî bû. Rastiya ku şoreşê bi daxwazên hevpar hemû jinan anîn gel hev, bû sedem ku ev şoreş li hemû cîhanê were pesinandin.”
Şoreş ji Kurdistanê belav bû
Elahe Sadr bal kişand ser yekitiya jinên cîhanê di têkoşîna li dijî baviksalariyê de û şoreşa "Jin, jiyan, azadî" wekî encama vê yekîtiyê nirxand. Elahe Sadr wiha got: “Beriya vê şoreşê, femînîstên rojavayî jinên Rojhilata Navîn bi awayekî li pişt xwe didîtin. Lê bi şoreşa 'Jin, jiyan, azadî' re meyzekirina li hemberî jinên Rojhilata Navîn guherî. Vê şoreşê jî hişt ku jinên ji neteweyên cuda bi hev re ramanan biguherînin. Jinên Efgan bi lez û bez piştgirî dan şoreşa 'Jin, jiyan, azadî'. Li Tirkiyeyê jin çalakiyên cûr be cûr lidarxistin, jinên li Arjantîn, Şîlî û Îspanyayê gelek xwepêşandan li dar xistin. Jinên cîhanê êdî naxwazin di bin desthilatdariya baviksalarî û pîvan û nirxên baviksalarî de bijîn. ‘Jin, jiyan, azadî’ şoreşeke gelekî girîng bû ku ji Kurdistanê gihîştiye me."
Banga yekîtiyê
Elahe Sadr piştgiriya cîhanî ya ji bo şoreşê nirxand û herî dawî wiha got: "Gelek derdorên weke hêzên serbixwe, radîkal û gelêrî yên cîhanê, femînîst û sendîkayên karkeran piştgirî dan vê şoreşê. Ji bo hikûmetên Ewropayê û bi giştî yên Rojava, her roj em piştevaniya wan a aborî û siyasî ji bo Komara Îslamî dibînin. Em dibînin ku nêzîkê hev in, peymanên wan ên aborî hene, piştgiriya wan a siyasî heye. Bi ti awayî ji wan hez nakim. Me bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ riya xwe dît û daxwazên xwe diyar kir. Em di yekemîn salvegera şoreşê de ne. Ev şoreş li Îranê bûyerekî mezin e.”
Elahe Sadr bal kişand ku divê gel yekdeng be û wiha got: "Divê em li dibistan, zanîngeh, nexweşxane û her cure komên civakî rêxistinên biçûk û gelerî ava bikin da ku li hemberî êrîşên Komara Îslamî ya Îranê têkiliyên xwe bi hev re biparêzin. Hêvîdar im di zûtirîn dem de em bigihin encamekê û van hêzên xerab ji Îranê paqij bikin, bi awayekî demokratîk û azad, bê navendparêzî û bi pirdengî bijîn, ev hêza me ye.”