Rêxistinên jinan Esma Omeyma bi bîranîn û li ser kuştina jinan alarm didin
Li Cezayîrê kuştina jina ciwan Esma Omeyma civak hejand, bi vê yekê re carek din tundiya li dijî jinan û nebûna mekanîzmayên bi bandor ên parastina jinan tîne rojevê.
NECWA RAHÊM
Cezayîr – Duh Weqfa Laha, ji bo bîranîna jina ciwan Esma Omeyma ku ji aliyê bavê xwe ve hatî kuştin, rûniştinek li dar xist. Ev cînayeta ku civak hejandî, rastiya tundiya li dijî jinan carek din anî rojevê.
Ev rûniştin ne tenê çalakiyek sembolîk a ji bo bîranîna jina hatiye qetilkirin e. Di heman demê de qadeke nîqaşê ya ji bo nîqaşkirina diyardeyên cînayetên jinan, şahedî û parvekirina analîzan û her wiha ji bo fêmkirina faktorên ku rê li ber zêdebûna diyardeyên cînayetên jinan vedike, ava kir.
Di civînê de, gelek komeleyên jinan û aktivîst amade bûn. Di rûniştina ku bi sernavên ‘Cînayetên Jinan li Cezayîrê: Qîrînek li dijî Tundiyê û Dengek ji bo Edaletê’ hatî lidarxistin de, li ser vê trajediyê sekinîn. Jinan li ser mijara ‘di aliyê hiqûqî û civakî de dikare çi bê kirin ku pêşî li dubarebûna van sûcan bê girtin?’ nîqaş kirin.
Tundî û zêdebûna sûcan
Rojnamevan û endama ‘Înîsyatîfa Femînîstên Cezayirî’ Kenza Xater, di axaftina xwe de bal kişand ser cînayetên jinan û hinek sedemên hiqûqî û civakî ku sûdê bide zêdenebûna vê diyardeyî, nirxand. Kenza xater bi taybetî bal kişand ser kêmbûna parastina civakî û nebûna ewlehiya ji bo jinan. Kenza Xater bal kişand ser pirsa, beriya Esma çend jinan dengê xwe bilind kirin? Û piştî wê çend jinên din ku heman çarenûsê bijî hene? Kenza wiha got: “Cînayetên jinan îşaret bi nakokiyek girîng dike. Ev jî bi taybetî derbarê qada di nava malê de eleqedar e. Li gorî daneyên dawî nêzî ji sedî 71’ê cînayetên jinan di qadên girtî de pêk tên. Ev rewş fikara ku piranî jin ji aliyê kesên biyanî ve tên kuştin, hildiweşîne. Kuştina Esma Omeyma di nava malê de mînaka vê ya eşkere ye. Nêzîkatiyên saziyan di bûyerên tundiya di nava malê de, kêm e. Li gorî agahiyên hatine parvekirin Esma wê tundiya ku didît, ji rayedaran re gotibû. Lê belê ev rewş ji cînayetê re nebû asteng. Ev jî lawaziya mekanîzmayên parastinê nîşan dide.”
Tirsa ji reşkirina civakî
Kenza Xater bal kişand ser normalîzekirina tundiyê di nava civakê de û çanda bêdengiya li dora vê tundiyê û got: “Gelek dozên ku aktivîstan bi hewladana ‘Ji Kuştina Jinan re Na’ belge kirin, civak qêrînên mexdûran bihîstine û tundiya lê dihat kirin dizanîn, ji ber bêdengî û reşkirina civakê mûdaxele nekirine. Cînayetên jinan bi gelemperî ne bûyerek ji nişkava ne, xeleka dawî ya zincîrek dirêj e. Ev pêvajo gelek deman bi gotin û gefan destpê dike û piştre vedigere derb û êrîşên fîzîkî. Şahidiyên derbarê doza Esma Omeyma de, nîşan didin ku bavê wê bi caran tundiya fîzîkî lê kiriye. Hinek raporên medyayê wê wek ‘mexdûra potansiyelê’ bi nav dikin, diyar dikin ku ew yek ji jinên ku mînaka aşkera ya tundiyê hildigre ye.”
‘Me serdana malbatê kir’
Hiqûqanas Yaqut Benroyqî da zanîn ku li gel hevalên xwe serdan mala Esma kirine û hûrgiliyên derbarê tiştên roja bûyerê hatî jiyîn de ji endamên malbatê rasterast guhdarî kirine. Yaqût Benroyqî wiha got: “Malbat hem di nava malê de, hem jî li taxa ku lê dijîn, rewşek giran a psîkolojîk û civakî dijî. Dayîka Esma jî her tim hewl daye ku tundiya di nava malê de ku bi salan e didome kêm bike û di encama tundiya di nava malê de ev trajedî hate jiyîn.”