El-Faşêr di bin bombebaran nexweşîn û dopêçê de ye

Bi hezaran malbat li El-Faşêr ji ber dorpêçkirin û redkirina alîkariya mirovî ku rêjeya mirinê ji ber birçîbûn û nexweşiyan zêde kiriye, tengav bûne.

MÊRVET EBD EL-QADÊR

Sûdan – Şerê li Sûdanê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de ku ji du salan zêdetir e berdewam dike, bûye sedema krîza birçîbûnê ya herî mezin a cîhanê. Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî û Bernameya Xwarinê ya Cîhanê bi qasî 25 milyon kes ku nîvê nifûsa Sûdanê temsîl dikin, bi birçîbûnê re rûbirû ne.

Xela li El-Faşêr her kesî dikuje

Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Koordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA) zêdetirî salek berê li eyaleta Darfûra Bakur birçîbûnek belge kir û diyar kir ku tê payîn ku ew belavî deverên din jî bibe. Di heman demê de hejmareke mezin ji mirinan ji ber birçîbûn û kêmbûna xurekê li El-Faşêr çêbûne. Ev yek bû sedem ku Tora Bijîşkên Sûdanî gelek bangwazî ji bo bidawîanîna dorpêça li ser bajêr bike, ji ber ku birçîbûn gihîştiye qonaxa sêyemîn û şert û mercên jiyan û tenduristiyê xirabtir bûne.

Rêgiriya El-Faşêr a Bakurê Darfûra rojavayê Sûdanê, piştî ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn riyên ku kelûpelan ji sivîlan re dibirin girtin, ket sala xwe ya duyemîn. Hewldanên rêxistinên navneteweyî yên ji bo destwerdana çareserkirina krîzê, bi anîna xwarin û dermanan û danîna agirbestekê jî, bi ser neketin.

Rewşa wargehên koçberiyê li El-Faşêr

Li kampa Ebû Şûk a koçberan beşên trajediyê hene: zarokên ku nikarin bimeşin an jî tevbigerin û jinên ducanî û yên ku şîr didin zarokên ku ji ber birçîbûn û nexweşiyê westiyane. Ew ji bo zarokên xwe li hember jiyana dijwar, li berxwe didin.

Ajansa me li vê dera ku ji bilî çend konên hilweşiyayî û bermahiyên xwarina lawiran bi tevahî ji pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê bêpar xuya dike, geriya û bi hinek jin û zarokan re civiya da ku balê bikşîne ser rewşa li nav kampên koçberan ên li El-Faşêr.

Xwarina lawiran a 'Ambaaz' tekane xwarina li El-Faşêr e

Suad Silêman ku ji birçîna westiyaye û laşê wê xera bûye ku êdî nikare bi awayekî normal tevbigere, dibêje ku hejmareke mezin ji zarok, kal û pîran di kampan de ji kêmbûna xurekê zehmetiyan dibînin. Wargeh tijî kêzik e û dermanên wan jî tunene. Her wiha gelê li kampan ji ber ku derman an çareseriyên bijîşkî di hundirê bajêr de tunene, ji kêmbûna xwînê astengiyan dikşînin û rewşa jinan taybet jinên ducanî û yên şîr didin zarokan, di xirabtirîn rewşê de ne.

Zêdetirî mehekê ye tenê xwarina ku niştecihên El-Faşêr ji bo xwarina xwe pê ve girêdayî ne, ambaz e, an xwarina lawiran e. Ew wê bi destan dihêrin û xwarinên ku bi zorê hewcedariyên wan pêk tînin çêdikin. Ev yek jî bûye sedema mirina tevahiya malbateke ji 6 kesan.

Zarok bi birçîbûn û xelayê re rûbirû ne

Di nav kampê de, zarok bi awayek çemberî rûdinin û dua dikin ku rewşa wan baştir bibe û laşên wan ên zirav ku ji ber birçîna û nexweşiyan westiyane, baş bibin. Ew li rast û çepê dinhêrin, bi hêviya ku mirovên xêrxwaz û xwediyên metbexên dilxwaz, ku pereyên wan ji gelê Sûdanê berhev dikin, xwarinek bidin wan ku birçîbûna wan têr bike.

Hanî, zarokek e ku di kampê de bi birçîna giran re dimîne wiha dibêje: "Carinan em li benda xwarina metbexa xêrxwaziyê ne ku rojê carekê tê dayîn, carinan jî her du rojan carekê. Ger xwarin peyda nebe, em ambazê hûr dikin û jê xwarinek çêdikin."

Elaa El-Nezîr got ku welatî hê jî di nav El-Faşêr de asê mane, ji ber ku xwarin û pereyên wan tunene ku ji bajêr derkevin. Gelek bûyerên kêmasiya xwarinê û kêmbûna xwînê hene taybet di nav zarok, jinên ducanî û dayikên şîrdêr de. Em banga mudaxeleyê dikin da ku ji gefa birçîna û kêmasiya xwarinê werin rizgarkirin. Zarokên li kampê bi emel û nexweşiyan re dimînin û dermankirinek wan tuneye.

Her wiha Ewatif Hamêd ku hêvî dike aştî pêk were da ku êşa wan a demdirêj bi dawî bibe. Ew dibêje: "Piştî ku şer her tiştê me ji me stand, em pir hewcedarî xwarin, derman, stargeh û cil û bergan in."

Jin û zarok herî zêde bandortir in

Jin û zarok herî zêde ji dorpêça El-Faşêr bandor bûne û bi birçîbûnê re rûbirû dimînin. Li gor Neteweyên Yekbûyî, 3 milyon û 500 jin û zarok ji kêmbûna xurekê astengiyan dibînin û 18 hezar jinên ducanî û şîr didin jî bi lezgînî hewcedarê xwarina zêde ne.

UNICEF'ê balkişand ser karesateke mirovî ya li El-Faşêrê û diyar kir ku nêzî 600 hezar kes ku nîvê wan zarok in, ji bajar û kampên wê koçber bûne, di heman demê de 260 hezar kes di nav de 130 hezar zarok jî di şert û mercên "bêhêvî" de asê mane. UNICEF'ê her wiha ji Nîsana 2024'an vir ve zêdetirî hezar û 100 binpêkirin belge kiriye, di nav de kuştin û birîndarkirina zêdetirî hezar zarokan, di nav bûyerên tecawiz, revandin û leşkerkirina bi zorê de.

Şewba kolerayê û tayê rewşê aloztir dike

Sadiyê El-Nûr got ku xelkê El-Faşêr heta di nav civakên dewletê de jî bi zilm û zordariyên giran re rûbirû dimînin. Sadiye wiha got: “Piştî ku rewşa me xirab bû û ji bo alîkarî û piştgiriyê li kampan geriyan, di belavkirina alîkariyan de zilm û cudakariya giran re man. Ji birçîna û kêmbûna xwarinê ya giran em astengiyan dikşînin. Em bang li rêxistinan dikin ku xelkê ji vê felaketê rizgar bikin.”

Welatî ji nexweşiyên giran, nebûna dermanan, kêmbûna avê û pêdiviyên paqijiyê êşê dikişînin. Mêş û kêzik ji ber kombûna çopan zêde dibin. Li gor raporên NY’yê ji 21'ê Hezîranê ve 5 hezar û 300 bûyerên gumanbar û 84 mirinên piştrastkirî yên bi nexweşiyê ve girêdayî hene, piraniya wan li devera Tewîlayê ne ku 330 hezar kesên koçber ji kampa Zemzem û bajarê El-Faşêr lê dijîn.

Zêdetirî 640 hezar zarok di nav xeteriyê de dijîn

Di 3'yê Tebaxê de, Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) hişyarî da ku ji ber şewba kolerayê li Darfura Bakur, zêdetirî 640 hezar zarokên di bin 5 salî de di bin xetereya tundiyê, birçîbûn û nexweşiyê de ne.

Di salekê de 100 hezar bûyerên kolêra hatine tomarkirin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku ji Tîrmeha 2024'an vir ve li Sûdanê nêzî 100 hezar bûyerên kolêra hatine tomarkirin. Rêxisitnê hişyarî li ser xirabûna kêmbûna xurekê û belavbûna nexweşiyan da.