‘Eger hûn têlek porê xwe bibirin, em ê bi hezaran bihunin’
Piştî ku çeteyên radîkal ên girêdayî HTŞ'ê porê şervanek jin a Kurd birîn, jinên li Başûrê Kurdistanê dest bi kampanyaya hunandina por kirin.
HÊVÎ SELAH
Silêmanî- Ji bo jinên Kurd, por ne tenê hêmanek bedewiyê ye. Di heman demê de sembola nasname, azadî û xwerêveberiyê ye jî. Di dîroka têkoşîna jinan de, her gava ku hêzên radîkal hewl dane jinan bi şermkirin û şikandina moralê wan bitirsînin, ev hewldan bûne sedema derketina jinên din ên bihêztir.
‘Jêkirina keziya şervanek, êrîşek li ser me hemûyan e’
Di vê çarçoveyê de, birîna porê şervanên jin ji aliyê çeteyan ve, êrîşek li ser hemû jinan e û kiryarek e ku dixwaze wan bitirsîne. Bûyera birîna porê şervaneke jin a Kurd wekî êrîşek radîkal a eşkere ya li ser jinan hat hesibandin. Lê belê, berevajî armanca komên radîkal, ev kiryar, di şûna ku tirsê çêke de, veguherî pêlek bihêz a hevgirtinê. Li Başûrê Kurdistanê, jinên li bajar û navçeyên cuda bi awayekî eşkere bi girêdana porê xwe hevgirtin nîşan dan û bi yekdengî gotin: “Qutkirina porê şervanek, êrîşek li ser me hemûyan e û bersiva me ew e ku em porê xwe bêtir bi hunandin û hêza xwe nîşan bidin.”
Ne ji bo bedewiyê, wekî peyamek zelal e
Jinên ji hemû beşên jiyanê tekez kirin ku ev gav nîşan dide ku jin ne tenê qurban in, di heman demê de mijarên sereke yên têkoşîn û berxwedana civakî ne. Li gorî wan, porê jinên Kurd bûye sembola berxwedanê, bersivek li hember şermezarkirinê û peyamek zelal ji bo her kesê ku hewl dide dengê jinan bi rêya şîdetê bêdeng bike. Ev wêne eşkere dike ku jinên li Başûrê Kurdistanê porê xwe ne ji bo bedewiyê, wekî peyamek zelal a li dijî êrîşên li ser jinên Kurd û şervanên jin hunandine.