Efrîniyên li Lubnanê: Bêdengî rê li ber qirkirinan vedike

Jinên Efrînî yên koçber ên li Lubnanê dijîn, diyar dikin ku li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê welatî, şervanên jin û binesazî bûne armanc û bal dikişînin ku bêdengiya navneteweyî rê li ber qirkirinên nû vedike.

Lubnan – Jinên ku ji Efrîna dagirkirî neçar mane koçberî Lubnanê bibin, bi tundî êrişên li taxên Kurdan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Helebê ya Sûriyê şermezar kirin. Jinan destnîşan kirin ku tiştên qewimîn ne pevçûnên demkî ne; ew parçeyek ji şerekî plankirî û sîstematîk in ku Kurdan û hemû pêkhateyên civakî yên li Sûriyê dike armanc.

Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê di van demên dawî de bûne şahidê yek ji êrişên herî giran ên ku qirkirinên li peravên Sûriyê yên li dijî Elewiyan tînin bîra mirov. Di van êrişan de sivîl, nexweşxane û binesazî rasterast bûne armanc, parçekirina cenazeyên şervanên jin jî asta hovîtiyê nîşan dide. Bêdengiya domdar a civaka navneteweyî jî êşê kûrtir dike.

‘Ev ne pevçûnekî demkî ye, şerekî sîstematîk e’

Samira Bakr, yek ji jinên ku piştî êrişan neçarî koçberiyê bûye, diyar kir ku tiştên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê qewimîn ne pevçûnekî demkî ye, ew şerekî plankirî û sîstematîk e ku bi sarxwebûnê li gorî berjewendiyên biyanî tê meşandin. Samira Bakr diyar kir ku hikûmeta demkî bi piştgiriya rasterast a dagirkeriya Tirkiyê radestî Colanî hatiye kirin û ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bûye amûrek.

Samira Bakr got: “Rejîma Beşar Esed ji ber ku zulm li gelê xwe kir, hate hilweşandin. Cîhadîstên Heyet Tahrir el-Şam jî hatin ku heman sûcan dubare bikin, lê vê carê her tişt li ber çavên hemû cîhanê diqewime. Sûcên berê bi dizî dihatin kirin, îro bêyî ti astengî an berpirsiyarî bi eşkereyî têne pêkanîn.” Û pirsî: “Ger armanca Tirkiyê tunekirina Kurdan nebûya, wateya têkiliyên wê yên ewqas kûr bi navçeyên hundir ên Sûriyê re çi ye?”

‘Qirkirin ‘bûyerên takekesî’ nîn in’

Jinan qirkirinên li peravên Sûriyê yên li dijî Elewiyan jî bi bîr xistin û diyar kirin ku zarok, jin û kal û pîr bi hinceta ‘şopandina bermayiyên rejîmê’ hatine qetilkirin. Jinan destnîşan kirin ku sûcên bi heman awayî paşê li dijî Dûrzîyan jî hatine dubarekirin û bi tundî li hemberî vê yekê reaksiyon nîşan dan ku rayedar van hovîtiyan weke “bûyerên takekesî” binav dikin.

Jinan diyar kirin ku unsûrên HTŞ’ê ji welatên cuda tên, ji aliyê Tirkiyê ve têne perwerdekirin û bi taybetî ji bo armanckirina sivîlan tên şandin Sûriyê. Herwiha bal kişandin ku tevî peymana 10’ê Adarê ya ku tê de vekişîna Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dihat xwestin, êriş ranewestiyan. Bi hinceta armanckirina HSD’ê êrişên li dijî sivîlan, nexweşxaneyan û binesaziyê didomin, lê şervanên armanckirî evladên bajêr in.

‘Ev ne nîşandana hêzê ye, îtîrafa tirsê ye’

Zeyneb Xelîl, yek ji jinên Efrînî yên li Lubnanê, diyar kir ku hikûmeta demkî bi paşve gav avêtina ji peymana 10’ê Adarê xwe xistiye nav benîştekê. Zainab Halil got ku ji gel re soz hatibûn dayîn ku Colanî wê aştiyê pêk bîne û binpêkirinan rawestîne, lê tiştên qewimîn berevajiyê vê nîşan didin.

Zeyneb Xelîl bi pirsê “Ji van hemûyan çi qezenc kirin?” got: “Ma wan Sûriyê ji nû ve ava kir, yan ew kirin welatekî ku otorîteyeke îslamîst a radîkal lê serdest e ku gelê wî dikuje, tecawizê li jinan dike û mafên pêkhateyan didize?” Û destnîşan kir ku êrişên bi çekên giran û bi gelek cîhadîstan re ne nîşandana hêzê ye, ew îtîrafa tirsê ya ji berxwedana gel e. Halil diyar kir ku tiştên qewimîn parçeyek ji komployeke navneteweyî ne.

‘Ev hovîtiya li dijî laşê jinê nîşana çi ye?’

Jinan destnîşan kirin ku di şertên şer de mirin dikarin çêbibin, lê parçekirina laşê şervanên jin hovîtiyeke eşkere ye. Jinan diyar kirin ku polîtîkayên Tirkiyê û çeteyên wê yên li Efrîn, Serêkaniyê (Re’sul Ayn) û Girê Spî (Tel Ebyad) îro jî dubare dibin û ev polîtîka bi dagirkirin, tecawiz û parçekirina laşê jinê tê meşandin.

Jinan piştgiriya xwe ya ji Hêzên Sûriya Demokratîk re anîn ziman û gotin: “Şervanên di refên HSD’ê de evladên me ne. Me şer winda nekir; berevajî, em hêztir û berxwedêrtir bûne.”

‘Heman senaryo dîsa tê lîstin’

Kibar Ebdo ya koçber jî di axaftina xwe de binpêkirinên li dijî şehîd Hevrîn Xelef û Barîn Kobanî bi bîr xist û destnîşan kir ku tiştên qewimîn parçeyek ji zincîra hovîtiyeke domdar in. Kibar Ebdo qala koçberiya xwe ji Efrînê bo Şehbayê û ji wir jî dîsa koçberiyê kir û got ku îro li du taxên ku bi salan di bin dorpêçê de jiyane, heman senaryo dîsa tê lîstin.

Kibar Ebdo bi pirsê “Ev xiyanet êdî bes e. Çima hêj vicdana cîhanê tevnagere?” got ku Kurd dûrî şer û pevçûnan, paşerojeke aştiyane û demokratîk dixwazin. Û diyar kir ku ev tenê bi sîstemeke demokratîk a nemerkezî ku ji bo hemû pêkhateyan edalet û wekheviyê misoger dike, pêkan e.

Jinan gotinên xwe bi biryardariya “Em teslîm nabin, em ê erdên xwe terk nekin. Em ê mafên xwe û jiyaneke bi rûmet biparêzin” bi dawî kirin.