Efganiyên ji Îranê hatin dersînorkirin ji sifrê dest bi jiyanê dikin
Li Îranê di demên dawî de dersînorkirina Efganan, careke din ket rojevê. Efganiyên ku bi salan e li Îranê bûn û ji welat hatin derxistin, neçar man ji serî ve dest bi jiyana xwe bikin.

BAHARAN LEHÎB
Pervan – Koçberên Efganistanî ku bi dehan salan e li Îranê dijîn, bi dersînorkirinên bi komî, neçar man careke din vegerin welatên xwe. Li Îranê gelek malbatên ku ji bo xwe kar, mal û derfetên jiyanê ava kirine, niha li Efganistanê ku di bin rêveberiya Talîbanê de ye û li hemberî jinan qedexeyan didomîne, ji sifrê dest bi jiyanê dikin.
Mînaya 55 salî, piştî 13 salan bi malbata xwe re vegeriyan Efganistanê. Mîna da zanîn ku li Îranê jiyana wan hebû, got: “Li Îranê em hemû dixebitîn. Keçên min dibistana xwe xilas kirin, kar dîtibûn. Ji nişkava ji me re gotin hûn ê welat biterikînin. Em neçar man bi zextên xwediyê malê, ji xanî derbikevin. 15 rojan em li parkê man û piştre 25 rojan li ber deriyê sînor di nava şertên gelek zehmet de man. Em mezin fêr bûne lê belê ji bo keçên min gelek zor e. Êdî li Efganistanê ne mafê perwerdeyê ne jî yê xebatê heye.”
Malbat ji hev belav dibin
Sidîqa Wahîd a dayîka çar zarokan e, xwedî heman serpêhatiyê ye. Hevjînê wê yê ku li Îranê bi salan di şîrketeke hiberînê de dixebitî, piştî şer û geşedanên siyasî bê kar ma û bi hemû karkerên Efganî re hat dersînorkirin. Hinek kesên kar didin bi lezgînî ji hinekan re mal peyda kirin û mesrefa gihîştina Efganistanê girtin ser xwe û destek dan wan. Sidîqa diyar kir ku kêfxweş e ji bo vegeriyaye welatê xwe lê belê ji pêşeroja jinan bi fikar e, wiha behsa tiştên jiyan e kir û wiha bi dawî kir: “Ez naxwazim careke din koç bikim lê belê hevjînê min ji bo kar bibîne û jiyanê bidomîne neçar ma biçe. Ez, zarok û xessûya xwe em ê li vê derê bimînin.”