Efaq El-Meraa di hejmara xwe ya nû de berhevokek ji gotar û lêkolînan dihewîne

Kovara ‘Efaq El-Meraa’, di bin sernavê ‘Jin di Destûra Sûriyê de û Pêşeroja Welat de’, hejmara xwe ya 17’emîn ku rewşa jinên Sûrî di navbera metna destûr û veguherînên siyasî û civakî de nîqaş dike, derxist.

Qamişlo – Hejmara 17’emîn a kovara "Efaq El-Meraa" dosyayek kûr a rewşenbîrî û siyasî li ser rewşa jinên Sûrî di destûrê de û pêşeroja welêt pêşkêş dike. Kovar, valahiya di navbera nivîsên îlankirî û rastiya jiyanî di qonaxa veguhêz a pir aloz a Sûriyeyê de destnîşan dike.

Mijar û gotarên hatine nirxandin

Ev hejmar berhevokek ji gotar û lêkolînan vedihewîne ku gelek mijarên têkildarî jinên Sûriyeyê û rola wan a di civak û siyasetê de vedibêjin. Kovar mijarek sereke ya bi sernavê "Civaka Ehlaqî û Siyasî Civakek Demokratîk e", girîngiya mîsogerkirina mafên jinên Sûriyeyê bi destûrî nîqaş dike.

Her wiha yek ji mijaran, "Jinên Sûrî di bin dewleta neteweyî de di navbera dirûşmeyan û rastiyê de" ye û nakokiya di navbera gotara siyasî ya ragihandî ya li ser mafên jinan û pratîkên rastîn de destnîşan dike.

Di beşeke din de, behsa "Rastiya jinên Sûrî di navbera dijwariyên qonaxa veguhêz û perspektîfên ji bo hêzdarkirinê" dike û bandora pêşketinên siyasî û ewlehiyê yên li welêt diqewimin, destnîşan dike.