Edaleta pêknehatî: Zehmetiyên jinên Êzidî yên rizgarbûyî û rola hiqûqê – GOTAR
FARAH SABIR
Aliyê herî hovane yê vê trajediyê, bi taybetî hedefgirtina sîstematîk a jinên Êzidî bû. Ew bi koletiya zayendî, bazirganiya mirovan û îstîsmara psîkolojîk re rûbirû man. Ev yek binpêkirina hemû nirxên mirovî, zagonên mirovî yên navneteweyî û Statuya Romayê ya Dadgeha Cezayê Navneteweyî ye.
Ezmûnan nîşan dane ku êşa kesên rizgarbûyî bi berdana wan a ji dîlgirtinê bi dawî nabe; berevajî vê, ew destpêka qonaxeke tevlihevtir nîşan dide. Travmaya psîkolojîk a dirêj, windakirina endamên malbatê, koçberî, zehmetiya entegrasyona civakî û dijwariyên dermankirin û ji nû ve avakirina jiyanê hemû bandorên qirkirinê kirine rastiyek domdar.
Pêdiviya kesên rizgarbûyî bi piştevaniyê heye
Bi sedan kesên rizgarbûyî hê jî hewceyê xizmetên piştgiriya psîkososyal a taybetî û bernameyên rehabîlîtasyon û xurtkirina aborî ya domdar in. Ji ber ku edalet ne tenê bi rizgarkirina dîlgirtina tê bidestxistin, bi rêdana wê ji bo vegerandina jiyan, rûmet û serxwebûna xwe. Pirsgirêka zarokên ku di encama tecawizê de çêdibin yek ji dijwariyên herî tevlihev e, pirsgirêkên zagonî, civakî û mirovî derdixin holê ku çareseriyên mafên hemû aliyan diparêzin û rêzê li rûmeta kuştiyan digrin, hewce dike.
Derxistina zagonan riyek ber bi edaleta berfireh e
Iraq bi derxistina Zagona Êzidiyên Rizgarbûyî ya Hejmar (8) a sala 2021'ê gaveke girîng avêt ku hovîtiyên li dijî jinên Êzidî û jinên din ên hedefgirtî weke jenosîd û sûcên li dijî mirovahiyê nas kir. Her wiha çarçoveyek zagonî ji bo tezmînat, lênêrîn û rehabîlîtasyonê ava kir. Daneyên fermî nîşan didin ku heta dawiya sala 2024'an zêdetirî 2 hezar û 200 daxwazên tezmînatê hatine pejirandin, ev pêşketinek girîng e lê tenê destpêka riyeke dirêj ber bi edaleta berfireh ve ye.
Hê jî Êzidî bi pirsgirêk û zehmetiyan re rûbirû ne
Tevî hewldanên li Iraqê û navneteweyî jî pirsgirêk weke xwe dimînin. Bi hezaran Êzidî hê jî di kampên koçberiyê de dijîn, di heman demê de gelek ji wan ji ber pirsgirêkên ewlehiyê û nebûna xizmet û binesaziyê nikarin vegerin Şengalê. Hebûna berdewam a kesên winda jî tê vê wateyê ku bi hezaran malbat hê jî di navbera hêvî û bendewariyê de dijîn.
Rewşa jinên Êzidî ne tenê pirsgirêkek civaka herêmî yan kêmneteweyên olî ye; ew ceribandinek rastîn a şiyana civaka navneteweyî ya parastina jinan li deverên pevçûnên çekdarî temsîl dike. Biryarnameyên Konseya Ewlekariyê yên li ser jin, aştî û ewlehiyê, bi taybetî Biryara 1325'an piştrast kirine ku parastina jinan ji şîdeta zayendî di dema pevçûnan de ne tenê fermanek exlaqî ye, mecbûriyetek qanûnî û siyasî ye ku li ser dewletan û civaka navneteweyî ye.
Her wiha ev mijar tîne bîra me ku bikaranîna şîdeta zayendî di şer de êdî ne tenê encamek alîgir a pevçûnê ye. Di gelek pevçûnan de, ew bûye amûrek bi zanebûn ji bo terorîzekirin, hilweşandin û koçberkirina civakan ku têkoşîna li dijî bêcezatiyê ji bo pêşîgirtina li dubarebûna sûcên wiha girîng dike.
Bîranîna jenosîdê divê ne tenê bûyerek salane be
Di vê salvegerê de, bîranîna jenosîda Êzidiyan divê ne tenê bûyereke salane ji bo bîranînê be lê derfetek ji bo nûkirina pabendbûna me ya parastina jinan li deverên pevçûnê, xurtkirina bernameyên piştgiriya psîkososyal, berfirehkirina derfetên perwerde û kar ji bo rizgarbûyiyan, lezandina lêgerîna kesên winda û darizandina sûcdaran li her deverê ku ew lê bin.