Ebîr Esaf: Pêwîstiya Sûriyê bi kongreyek niştimanî ya berfireh heye
Endama Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Esaf destnîşan kir ku li Sûriyê pêwîstî bi kongreyek niştimanî heye ku mafên gelan bi wekheviya jin û mêr pêk were û got: “Di Sûriya nû de çareserkirina pirsgirêka jinan esas e.”
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Di encama berxwedana 13 salan a li Sûriyê de, sîstema netewperest a rejîma Baasê hat hilweşandin. Heyet Tehrîr El Şam a cîhadîst ku rêveberiya demkî ava kir, li gorî biryarên ku dide, nîşan dide ku Sûriye ber bi sîstemek olperest ve diçe. Di heman demê de li Sûriya nû bi bêdengiya rêveberiya demkî êrîş, dagirkerî, koçberî û qetilkirin berdewam dikin. Li gelek herêmên Sûriyê QSD ji bo parastinê bang dike. Têkildarî vê mijarê endama Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Esaf ji ajansa me re axivî.
‘Civaka Sûriyê ji qonaxa nû bi fikar e’
Ebîr Esaf da zanîn ku sîstema Rêveberiya Xweser hewl dide Sûriyê ji çûyîna ber bi yekalîbûnê ve biparêze û wiha got: “Piştî hilweşandina rejîma Beasê, em dikevin qonaxeke nû. Careke din gelên Sûriyê rastî metirsiyê tên. Di dema rejîmê de sîstema netewperest dihat meşandin, îro jî dixwazin rejîmeke olperest bidin avakirin û bi yek rengî Sûriye were birêvebirin. Bi hincetên bi vî rengî li ser neteweyan tiştên ku dixwazin bikin ev e.”
‘Divê pîvanên ku bi şoreşê ava bûne werin pêkanîn’
Ebîr Esaf diyar kir ku qonaxa Sûriye tê de derbas dibe pêwîstiya wê bi kongreyek niştîmanî ya bi tevlîbûna hemû netewan û wekheviya jin û mêr heye. Ebîr Esaf axaftina xwe wiha domand: “Şoreşa li Sûriyê pêk hat, ji bo gelek nirxan bû, nirxên demokrasî, jiyana bi rûmet, mafên pêkhateyan û pirsgirêka jinan di hundirê Sûriyê de. Piştî 13 salên bi têkoşîn û berxwedanê, di encamê de rejîma netewperest hat hilweşandin. Di vê qonaxa ku Sûriye tê de derbas dibe de, hinek pîvan hene ku pêwîst e pêk werin ji bo ku hevjiyana di hundirê Sûriyê de pêk were û bibe Sûriyeya demokratîk. Di destpêkê de pêwîst e kongreyek berfireh ku hemû pêkhateyên li Sûriyê dijîn bi wekheviya jin û mêr li ser asta erdnîgariya Sûriyê bi navê kongreyeke niştimanî pêk were. Bi kongreya niştimanî wê lihevkirina jiyanê çêbe û bibe mînaka hevpeymana civakî ku piştî wê neteweyên Sûriyê dest bi nivîsandina Destûra Sûriya ku parastina pîvanên li ser hatine lihevkirin bike.”
‘Li Sûriyê hêz û hebûna jinan dê parastina destûrê bike’
Ebîr Esaf destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka jinan li Sûriyê esasê avakirina Sûriya nû ye û wiha got: “Pîvanên ku esas werin girtin, pirsgirêka jinan ên li Sûriyê ne. Pirsgirêka demokrasiyê ye. Pêwîst e ku Sûriye ne navendî be, parastina maf û taybetmendiyên dîrokî, olî û neteweyî yên pêkhateyên li Sûriyê dijîn bike û bi rengekî azad xwe bide pênasekirin. Di nava civaka Sûriyê de pirsgirêka jinan heye û çareserkirina vê yekê esas e ji bo avakirina Sûriya demokratîk.”
‘Mafên koçberên Efrîn Serêkaniyê û Girê Spî jî heye vegerin ser axa xwe’
Ebîr Esaf bal kişand ser bêdengiya hikûmeta demkî ya ji ber êrîş, dagirkerî û koçberiya di hundirê Sûriyê û wiha got: “Di dema avakirina hikûmeta demkî de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrîşî Şehba, Minbicê kirin û niha jî êrîşî bendava Tişrînê dike. Heya niha hikûmeta demkî helwestên xwe li hemberî dagirkerî û êrîşan nîşan nedaye, ev jî metirsiyek dide avakirin. Bi vê yekê xuya dibe ku Hikûmeta demkî bi heman pîvanî li Sûriyê nanhêre. Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê perçeyek ji xaka Sûriyê ye. Gelo em ê çawa di Sûriya nû de bijîn? Ev herêm rastî êrîş, dagirkerî, koçberî û qirkirinê tê. Di heman demê de têkiliya hikûmeta nû bi dewleta Tirk re çêdibe û çûyîn û hatin jî heye.”
‘Piştgiriyê bidin QSD’ê û bibin xeleka li derdora Bendava Tişrînê’
Ebîr Esaf bang li tevahiya jinan kir ku ji bo jiyana bi rûmet bibin xeleka li Bendava Tişrînê û piştgiriyê bidin QSD’ê. Ebîr Esaf axaftina xwe wiha bidawî kir: “Banga min ji tevahî jinên li Sûriyê re ye; eger em bixwazin jiyana azad û bi rûmet bijîn, divê li ser van xalan were sekinandin û helwesta Sûriyê bi giştî were ziman. Em dibînin îro ji herêmên Sûriyeyê bang dikin, dixwazin QSD parastina wan bike, ji bo wê ev qonax qonaxa piştgiriya berxwedana QSD û Bendava Tişrînê ye. Bendava Tişrînê bingeha parastina herêm û hebûna me ye û QSD me diparêze, pêşeroja me xêz dike.”