EŞÎK: Ji bo kedkarên jin newekheviyek piralî tê afirandin

EŞÎK’ê, di daxuyaniya xwe de bertek nîşanî guherîna betlaneya heftane da û destnîşan kir ku wê herî zêde kedkarên jin ji vê guherînê bandor bibin.

Navenda Nûçeyan – Bi qanûna torba ya ku vê hefte di Meclîsa Tirkiyê de hate qebûl kirin re, wê karkerên li tesîsên razanê yên belgeya pargîdanî ya tûrîzmê wergirtine dixebitin, wê 10 rojan bênavber bixebitin û di roja 11'emîn de betlana xwe ya heftane bigrin.

Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK), têkildarî guhertinê daxuyaniyek weşand û wiha got: "Mafê karkeran ya ‘di nava 7 rojan de herî kêm 24 saetan bêhnvedana bênavber’ mafek makeqanûnî û qanûnî ye." EŞÎK’ê diyar kir her çend ev biryar niha ji bo tûrîzm û sektora xizmetê hatibe dayîn jî xwediyên kar ên sektora înşeat û yên din jî vê sepanê daxwaz dikin û balkişand li ser encamên xeter ên vê biryarê.

‘Dibe ku li hemû sektoran belav bibe’

EŞÎK’ê, di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev gûhertina ku li ser sektora tûrîzê destpêkir, wê li belavî hemû sektorên din jî bibe û da zanîn ev yek ji bo Wezîrê Çand û Geştiyariyê bijatînek e û divê ev yek neyê paşguhkirin.

Ji bo muxalefetê bang

EŞÎK, diyar kir ku sistkirina mafekê ku ji aliyê Makeqanûna û peymanên navneteweyî ve hatiye mîosgerkirin, bi awayekî pergalî bêqîmetkirina ked û tenduristiya mirovan e. EŞÎK’ê, di daxuyaniya xwe de balkişand li ser nîqaşên “Makeqanûna nû” û da zanîn ên ku li gorî makeqanûnê tevnagerin, nikarin makeqanûn çêbikin. EŞÎK’ê, di dawiya daxuyaniya xwe de bi gotinan bang li CHP’ê jî kir: “Em bang dikin dema ev qanûna ku bi awayekî vekirî li dijî rêgezên dewleta hiqûqê û dewleta civakî ye, di Rojnameva Fermî de bê weşandin, bibin rojeva Dadgeha Makeqanûnî.”