DYE’yê endamtiya Filistînê ya NY’ê veto kir

DYE’yê pêşnûmeya biryarê ya li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) endamtiya tam a NY’ê ya Filistînê tê xwestin, veto kir.

Navenda Nûçeyan- Pêşnûmeya biryarê ya endamtiya tam a NY’ê ya Filistînê ku ji aliyê Cezayîrê ve li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) hat xwestin, pêşkêşî dengdanê hat kirin. Pêşnûmeya ku DYE’yê dengê "na" bi kar anî, 12 dengên "erê" û 2 jî "bêalî" girt.

Îngîltere û Îsvîçre "bêalî" man, Rûsya, Çîn, Fransa, Cezayîr, Malta, Ekvator, Guyana, Slovenya, Sîerra Leone, Mozambîk, Koreya Başûr û Japonya dengê "erê" bi kar anîn.

Di pêşnûmeya biryarê de wiha hat gotin: "Ji Lijneya Giştî ya NY’ê re qebûlkirina endamtiya tam a Filistînê tê pêşniyarkirin.” Ji bo di KENY’a 15 endamtî de pêşnûname bihata qebûlkirin diviyabû ji 5 endamên daîmî kes dengê "na" bi kar neyne û bi giştî 9 dengên "erê" bigirbianiya.