DYA navendên bernameyên atomî yên Îranê bombebaran kirin

Di roja dehem a şerê Îran-Îsraîlê de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê tevlî şer bû û tevahiya şevê êrîşî navendên bernameya nukleerî ya Îranê kir.

Navenda Nûçeyan – Di roja dehemîn a şerê Îran û Îsraîlê de, DYA’yê bi şev êrîşek li ser navendên bernameya nukleerî ya Îranê da destpêkirin. Piştî DYAyê, Îsraîlê jî êrîşên nû ragihand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Hêza Hewayî "dest bi lêdana hedefên leşkerî yên li rojavayê Îranê kir." 

Artêşa Îsraîlê jî got: "Îro sibê, wê her wiha li hedefên avêjkerên mûşekan û leşkerên hêzên çekdar ên Îranê xist ku amade bûn li ser axa Îsraîlê gulebaran bikin û zû avêjkerên ku vê dawiyê mûşek avêtine Îsraîlê bêbandor kirin."

23 birîndar

Îranê serê sibê bi dehan mûşek avêtin Îsraîlê. Li gorî medyaya Îsraîlê, du êrîş hatine tomarkirin: ya yekem piştî saet 7:00’ê sibê û ya duyem jî li bakurê welêt. Êrîşan 10 tesîs hedef girtin. Bi kêmanî 35 mûşek hatin avêtin ku tê gotin piraniya wan hatine desteserkirin. Lêbelê, hin dever zirarên girîng dîtin. Li Tel Avîvê jî du avahî hatin wêrankirin. Rayedaran ragihandin ku bi kêmanî 23 kes, di nav de sê zarok, birîndar bûne.

Sivîl hedef hatine girtin

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê di 21’ê Hezîranê de ragihand ku hejmara giştî ya kesên jiyana xwe ji dest dane 430 e û hejmara birîndaran jî ji 3 hezar û 500’î zêdetir e.

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku di êrîşên artêşa Îranê de 24 kes mirine û hezar û 272 kes jî birîndar bûne.