Duyemîn mihrîcana Şehîd Berçem bi meşa hûnerî destpê kir

Mihrîcana şehîd Berçem ya çand û hûnerî a jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi dewreya xwe ya duyemîn, di roja xwe ya yekê de destpê kir.

Kobanê- Di bin diruşmeya “Emê bi tîrêjên rojê re hûnera jin geş bikin” Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi mihrîcana Şehîd Berçem ya 4 rojan kir. Mihrîcana ku bi naveroka xwe hûnerî, çandî û wêjeyî ye ku di 2022’an de li bajarê Helebê hatibû birêxistinkir, îsal li bajarê Kobanê ye.

Bi kombûna zêdetirî 300 hûnermendên jin yên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Turkmen, Çerkez, Ermen û Sûriyan li bajarê Kobanê yê kantona Firatê yê herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, îroj xebatên duyemîn mihrîcana şehîd Berçem destpê kir. Li gor rêxistinkirina mihrîcanê, dê di danê nîvro de pêşengeh, belgefilîm, helbest û panêl werin pêşkêş kirin. Ji bo danê êvarê jî wê konsertê mûzikê û govend werin pêşandan.

Mihrîcana ku îsal diyarî rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan yê ku ev 26 sal in di girtîgeha Îmraliyê ya Tirkiyê de ye tê kirin, wê 4 rojan bi bernameyeke dewlemend ji stran, govend, şano, helbest, pêşengeh, filîm û panêlên ku hûner, deng, reng, nasname, têkoşîn û berxwedana jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê biteysîne 4 rojan berdewam bike.

Tabloya bedewî, hûner û reseniya jinan: meşa hûnerî

 Mihrîcana ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn ve hatiye birêxistinkirin, bi meşa hûnerî destpê kir. Bi sedan ji hûnermendên ku beşdarî mihrîcanê dibin, li qada Jina Azad ku yek ji sembolên têkoşîn û berxwedana jinên Kurd a di sedsala 21’emîn de ye bi amûrên xwe yên mûzikê, cil û bergên ku bedewî û reseniya her pêkhateyekê nîşan dide kombûn. Meşa hûnerî bi berzkirina siloganên “jin, jiyan, azadî”, “Bê serok jiyan nabe” û “Gêrîla”, tilêlî û lêdana amûrên mûzikê destpê kir û ber bi navenda çand û Hûnera Baqî Xido ve weke lehiyeke ji bedewiya jinan herikî.

Pêşengehên hest, xeyal û mohra jinan

Piştî meş gihîşt navenda Baqî Xido, bernameya roja yekê bi vekirina pêşengeha wênexêziyê destpê kir. Pêşenga ku  tabloyên bi destên jinan hatine xêzkirin, di naveroka xwe de rastiya jinan ku ji aliyê pergala mêr-dewlet ve hatiye berovajî kirin pêşan dide. Bi taybet tabloyên weke ya pêşenga serhildana “jin, jiyan, azad” Jîna Emînî, her wiha tabloya ji keziyên rast ya jinan,  şervanên YPJ’ê û xemla jinan  vê yekê teqez dike.

Li aliyekî din, pêşenga karên destan ango berhemên destên jinan hatibû amedekirin. Ev pêşengeh mohr û hestên jinan ya li ser xwezayê û ji nû ve sererastkirina jiyanê dide der. Bi taybet çêkirina bazinan, çente, sedef, kûpên avê, menzerên xemilandinê û hwd hatibûn nîşandan. Di heman demê de qûncek ji bo pirtûkan jî hatibû veqetandin.

Herdû pêşengeh di nav de ked, hest û hezkirina ku bi tiliyên jinan hatine lihevanîn, nîşan didin.

Pişt re li ser jiyana şehîd Berçem ku mihrîcana xwe dispêre nav û keda wê, sînevzyon hat pêşandan. Şehîd Berçem yek ji jinên şoreşger û hûnermend yên Kurd ku bi eslê xwe ji kantona Efrînê ya ji aliyê dewleta tirk ve dagirkirî ye. Ew dikarbû bi hûner, zanebûn, têkoşîn û şoreşgeriya xwe mîrateyeke dewlemend ji hezaran hûnermendên jin re bihêle ku di roja îro de di xebat û têkoşîna xwe bingeh bigirin.

Li gor bernameya rojê yekê ku hatiye diyarkirin, wê piştî seat 1’ê nîvro ji komên cuda yên şanoyê, lîsrokên cur be cur werin pêşan.

Li gor vê yekê:

Koma şehîd Darsîn ya ji kantona Hesekê lîstoka Zend, Koma Ararat ya pêkhateyên Ermen lîstoka Ha, koma şehîd Mizgîn ya kantona Hesekê lîstoka Jinên Ji Bîr Kirî û koma şehîd Sakîne ya bajarê Kobanê lîstoka Keziyên Jînê, pêşkêş bikin.  

Her wiha wê mihrîcan di bernameya êvarê de bi konsertên mûzik û govendê yên ji Qamişlo, Minbic, Efrîn, Şehba, Heleb û Reqayê li qada şehîd Egîd birêve biçe.