Narîn û Tala: Du zarokên ku dewleta Tirk malbatên wan qetil kirin
Dagirkeriya dewleta Tirk du keçikên bi navê Narîn û Tala, bê malbat hiştin. Yek ji wan hê li nexweşxaneyê ye û ji ber birînên giran ên laşê xwe, hê tê dermankirin. Yek jî, hê nebûye yek salî û nizane ku tofanek çawa bi ser wan de hatiye.

NÛRŞAN EBDÎ
Kobanê – Cîhan jî çawa ku zarokên Xezayê têk bir, zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî têk dibe. Li hember birîn, êş û windahiyên ku dijîn, bêdeng dimîne. Hin ji wan ling û destên xwe wenda kirin, hin ji wan jî dê, bav û malbatên xwe.
"Sêwî" peyveke tund e ku tenê kesên wê dijîn hîs dikin. Ew birînên xwe, heta dawiya jiyana mirov dihêle. Ji zarokan re dibe sedema pirsgirêkên derûnî. Ne ku dê û bav bi awayek bi êş jiyana xwe ji dest bidin û zarokên xwe tenê li vê jiyana reş bihêlin. Du zarokên Kobanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di bûyer û êrîşên cuda yên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser herêmê de ji germahiya malbatên xwe bê par dimînin.
Narîn û Ronîda ji komkujiyê rizgar bûn
Narîn Abdo ya 9 salî ye, ji komkujiya dewleta Tirk a di 17’ê Adarê de rizgar bû. Komkujiya li dijî malbata wê, di encama hedefgirtina balafirên keşfê ya li gundê Berxbotanê de pêk hat. Narîna biçûk, tevî malbata xwe rastî êrîşa hovane hat. Ji ber nexweşiya fizîkî û derûnî, li nexweşxaneya Kobanî dimîne. Birînên wê baş nebûne, di lingên wê û destê çepê de gelek hestî şikestine, li ser destê rast û sîngê wê jî birîn hene. Piştî ameliyata ku derbas kir, rewşa wê hinekî aram bû.
Ronîda jî rojek piştî êrîşê jiyana xwe ji dest da
Piştî komkujiya hovane ya ji aliyê dagirkeriya dewleta Tirk ve hat kirin, ji malbata Narîn Ahîn, Dijla, Dilovan, Yasêr, Salîha, Fewaz, Avsîta û dê û bavê wê Osman Berkel Abdo û Xezalê Osman Abdo jiyana xwe ji dest dan. Ji malbatê tenê Narîn û xwîşka wê Ronîda birîndar rizgar bûn. Lê ji ber birînên Ronîda gelek giran bûn, rojek piştî komkujiyê wê jî jiyana xwe ji dest da.
Zarokek di temenê wê de ku bedena wê di nav êşê de ye, wê nikaribe vê rastiyê ragire ku ew ê carek din kesekî ji malbata xwe nebîne. Ji ber vê yekê ji wê re nehat gotin ku çi hatiye serê malbata wê. Narîn ji roja komkujiyê ve bi çavên hêsir li benda dîtina dê, bav û xwîşk û birayên xwe ye.
'Dixwazim vegerim jiyana xwe ya berê'
Narîna ku ji komkujiya 17'ê Adarê rizgar bûye wiha dibêje: "Li ser laşê min gelek şikestin û birîn hene. Dest û piyên min diêşin. Bijîşkên nexweşxaneyê hewl didin alîkariya min bikin. Ez li benda başbûna xwe me û vegerim jiyana xwe ya berê. Bi xwîşk û birayên xwe re carek din biçim dibistanê. Ez di xwendina xwe de serkeftî bûm, ji ber vê dema ez mezin bûm dixwazim bibim bijîşk û weke ku niha bijîşk alîkariya min dikin ez ê jî alîkariya gel û zarokan bikim."
Tala pitika ku dê û bavê xwe wenda kiriye
Di encama êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser bendava Tişrînê de, pitika bi navê Tala Elî Mustafa ku hê nebûye yek salî, dê û bavê xwe wenda kir. Tala di demên herî dijwar ên jiyana xwe de derbas dibe û diviyabû niha di hembêza dayîka xwe de mezin be.
Êrîşên dewleta Tirk ên li derdora Bendava Tişrîn û Pira Qerqozaqê, di 8’ê Kanûna 2024'an de destpê kiribûn. Ji bo beşdarbûna di parastina av, elektrîk û destkeftiyên şoreşê de Edhem û hevjîna xwe Hêza ber bi bendava berxwedanê ya bendava Tişrînê ve ketin rê. Di dema êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser şêniyên li bendavê nobetê digirtin, Edhem û Hêza dê û bavê Tala jiyana xwe ji dest dan.
Edhem Elî Mustafa di sala 1987'an de li gundê Hilincê yê girêdayî bajarê Kobanê ya kantona Firatê ji dayîk bûye. Dibistana seratayî û amadeyî li Kobanê xwend û piştre ji bo temamkirina xwendina xwe çû Cezayîrê û fakulteya Mîmarî qedand. Dayîka wê Hêza Muhemed Mustafa di sala 2002'an de li gundê Hilincê ji dayîk bûye û di nav malbata xwe de tenê ew heye.
Em ê çi ji Tala bibêjin?
Dotmama Edhem û Hêza, Xam Elî da zanîn ku Tala zaroka malbata xwe ya yekem bû û wiha got: "Çavên Tala yên biçûk dema ku li rûyê her kesî li dê û bavê xwe digeriya bi hêsir û xemgîniyê tije bûn. Çi gunehê vê zarokê hebû ku ev hemû êş û jan kişand? Tala nizane ku ew ê careke din dê û bavê xwe nebîne, lê giriyê wê yê berdewamî, hewcedariya wê ya bi wan diyar dike. Ew bi meta xwe re li mala xwe dijî. Dema ku dê û bavê Tala şehîd ketin, ew 7 mehî bû. Dema ku ew mezin bibe û li malbat û dê û bavê xwe bipirse, em ê çi jê re bibêjin? Ma em ê bêjin ku bêgunehiya wê ji bo polîtîkaya dagirkeriya dewleta Tirk re gef e, ji ber vê yekê dê û bavê wê hatin kuştin da ku bi tenê bijî? Tala Elî Mustefa û Narîn Ebdo ne tenê zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne ku di encama êrîş û binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser herêma xwe de malbatên xwe ji dest dane. Ji ber hovîtiya dewleta Tirk, bi sedan zarok rastî trajediyeke mezin tên.”