Du xwişkên Ereb jinan diparêzin û dozên wan çareser dikin
Du xwişkên Ereb ku bi hev re li Mala Jinan a Til Temirê dixebitin, dibêjin ku Zagona Malbatê ji jinan re dibe mertalê parastî ku nahêle mafê jinan winda bibe û bi tundiyek demdirêj bêyî çareserî re rû bi rû were.
SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Mala Jinan destkeftiyek girîng a Şoreşa Rojava ye. Zagona Malbatê jî bêyî ku mafê yek ji wan winda bike, jin, mêr û malbat bi tevahî parast.
Li Rojava jinan, pirsgirêka xwe bê tirs ji hev re gotin. Jinên ku tundiyê dibînin li mal, kolan an jî li kuderê dibe bila bibe, doza xwe dighînin Mala Jinan û zagon ji wan dibe mertala parastinê. Êrîşên çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê ku li herêmê çêdibin, di asta yekem de jiyana jinan dike xeteriyê û senaryoyên firotina jinan, tundiya fîzîkî û derûnî heta tendrustî, dûrxistina wê ya ji navendên biryarê, careke din bibîr dixe.
Li Rojava YPJ di warê leşkerî de jinan diparêze û mafên wan bi zagona malbatê mîsoger dike. Yên ku vê xebatê dimeşînin, hêja ye ku mirov wan bide nasîn û balê bikşîne ser armanca wan a têkoşînê.
Du xwişk û têkoşîna ji bo dozek
Seeda El-Wecrî û Meha El-Wercî endamên Mala Jinan a bajarê Til Temira Kantona Cizîrê ne. Seeda ya 40 salî dayîka 3 keç û lawekî ye, li ber deriyê Mala Jinan çek û rext li bejna xwe kiriye û erka xwe ya parastina jinan bicih tîne. Jin û kesên ku serdana Mala Jinan dikin kontrol dike, piştre derbasî hundir dike. Seeda ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser gundê wê, neçar ma koçber bibe û li Til Temir bijî. Hevjînê wê dema pez diçêrîne, mayînek ku bermahiya şer bûye pê de diteqe û wî birîndar dike.
Di jiyana xwe de cara yekê ye çek hildigre
Seeda dibêje ku ev du sal e li ber deriyê Mala Jinan parastinê dike û pêvajoya rakirina çekê wiha vegot: “Yekem car e ku di jiyana xwe de ez çekê radikim. Jin xwe biçek bike û fêrî rêbazên parastinê bibe, ev ji bo min dibe tiştek pir girîng.” Seeda got ku wê xeyal nedikir ku rojekê ewê çekê rake û parastinê bike û malbata xwe jî biparêze. Seeda sedema rakirina çekê wiha bilêv kir: “Ji ber ku herêma me her tim di nav şer de ye em neçar in mafê parastina xwe ya rewa bikar bînin û çekê rakin.”
Jinên bi çek ji yên bêçek zêdetir parastî ne
Seeda ferqa di navbera biçekbûn û bêçekbûna jinan de jî bi van gotinan anî ziman: “Jina bi çek mîna jina bê çek dimeşe nîne. Yên bi çek bêtir parastî ne û dikarin xwe ji her cûre êrîşan jî biparêzin. Yên li mal bê çek çawa dikarin li hember diz û êrîşkaran xwe biparêzin? Gava ku ez hîs dikim ku ez dikarim parastina xwe dikim, bêtir bihêz û serbilind dibim.”
‘Parastina jinên ku Zagona Malbatê bicih tînin berpirsyariya ehlaqî ye’
Seeda hestê xwe yê parastina hevalên xwe yên jin ku li hundir dozên jinan çareser dikin û bi pêkanîna edaletê re mijûl dibin, bilêv kir û got: “Bi berpirsiyartiyek mezin û hevaltiyek kûr ez hevalên xwe diparêzim û jinan kontrol dikim da ku ti zirar neghêje jinên zagonan pêk tînin. Çimkî gelek kes li dijî Zagona Malbatê êrîşên derûnî dikin û gefan li endaman dixwin.” Seeda got ku rewşa ewlehî niha xirab e, ew bêtir çav vekirî ye û ji tevgerên bi guman baldar e.
Seeda gelek şanaz e gava ku dibîne xwişka wê li hundir doza jinek mafê wê ji hêla mêrek serdest ve hatiye binpêkirin çareser dike û ew jin bi kêfxweşî ji Mala Jinan derdikeve. Her wiha Seeda bang li jinan kir ku ji cîhana malê derkevin cîhana derve û wiha got: “Cîhana derve xweştir e. Bila zana û têghiştî bin. Min çekê wek emanetek pîroz hilgirt. Ez piştî îro jî nikarim dev jê berdim.”
Êrîş û desthilata nû li ser hebûna jinan xeterî ye
Meha El-Wecrî ya bi dozên jinan re mijûl dibe, dibêje ku jin di nav vî şerî de di nav xeteriyek mezin de dijîn û wan bi tundiyek demdirêj re rûbirû dihêle. Meha wiha pêl da gotina xwe: “Li herêmên di bin serweriya QSD’ê de me dikarîbû ku xwe bighînin jinên rastî tundiyê hatine û doza wê çareser bikin, gava ku wê nediwêrî û nikaribû were û gilî bike. Lê niha rewş cûda ye, em nikarin xwe bighînin wan jinên ku di nav vî şerî de HTŞ’ê li wan tundî kiriye û mafên wan binpê kiriye.”
‘Em li vir in û ji bo yek armanc û dozê têdikoşin’
Meha sedema ku jin dê ji berê zêdetir bi tundiya mêrê desthilatdar û hikûmetê veguhêz a demkî re rû bi rû were, spart hikûmeta ku heta niha hebûna jinan nas nake û zagonek mafê wê biparêze dernexistiye. Meha bi berdewamî wiha got: “Pirzewacî û zewaca zarokên keç wê li herêmên di bin desthilata hikûmetê de zêde bibin û wê nikaribin rê li ber bigrin. Ji ber wê xwe bispêrin pêkanîna Şerîta Îslamê. Wê jin werin paşguhkirin û bê rol bimînin.” Meha hebûna xwişka xwe wiha pênase dike: “Bi hebûn û ketina nav tevgera jinê re em bêtir û bi hevre bihêztir bûn. Em li vir in û ji bo yek armanc û dozê têdikoşin.”