Du xwişk bi sûcdariya ‘lîdertiya protestoyê’ 5 sal ceza girtin
Xwişkên bi navê Sagar û Gazel Qudrat ên li Girtîgeha Adilabad a Şîrazê tên girtin, bi îdiaya lîdertiya xwepêşandanan her yek ji wan 5 sal mehkûmê cezayê girtîgehê hatin kirin.
Navenda Nûçeyan- Li Îranê, bi taybetî piştî xwepêşandanên meha Çileyê, zextên darazê yên li dijî parêzvanên mafên mirovan didomin.
Sagar Qudrat a 25 salî û Gazel Qudrat a 29 salî yên ji Şîrazê, li Girtîgeha Adilabad a Şîrazê tên girtin, bi sûcdariya "lîdertiya xwepêşandanan" mehkûmê 5 sal cezayê girtîgehê hatin kirin. Hat ragihandin ku herdu xwişk jî ji dîroka hatine girtin ve heta niha ji mafên xwe yên bingehîn ên mîna gihîştina parêzer bêpar in.
Sagar Qudrat û Gazel Qudrat, di xwepêşandanên giştî yên 9’ê Çileya 2026’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û piştre sewqî Girtîgeha Adilabad a Şîrazê hatibûn kirin.