Du sal û mehek ceza li belavkara rojnameyê hate birîn
Li belavkara rojnameya Yenî Yaşamê Zîlan Gul bi îdiaya “firotin û belvakariya weşanên qedexe” 2 sal û mehek ceza lê hate birîn.

Navenda Nûçeyan – Belavkara rojnameya Yenî Yaşamê Zîlan Gul, ji ber belavkirina rojnameyê bi îdiaya “belavkirina weşanên biryara qedexeyê jê re hatiye dayin" û “propagandaya rêxistinê” doz lê hatibû vekirin. Danişîna 2’yemîn a dozê li Dadgeha 4’mîn a Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Zîlan Gul, beşdarî danişînê nebû, parêzerê wê Resûl Tamûr di danişînê de amade bû.
Dozgerî der barê Zîlan Gul de xwest ji sûcê “propagandaya rêxistinê” bê cezakirin.
Parêzer Rasûl Tamûr, li dijî îdiayê parastin kir û bal kişand ser Xala 11’yemîn a Qanûna Çapemeniyê û diyar kir ku belvakar û firoşkarên rojnameyê ji naveroka rojname û weşanan ne berpirsyar in.
Tamûr, destnîşan kir ku roja rojname hatiye belavkirin tu biryareke qedexeyê ji bo weşanê nîne û ji ber naveroka rojnameyê cezakirina belavkar ne rast e. Resûl Tamûr, daxwaza beraeta muwekîla xwe kir.
Dadgehê, der barê Zîlan Gul de bi hinceta “firotin û belavkariya weşanên qedexe” 2 sal û mehek ceza da.
Parêzer Resûl Tamûr, destnîşan kir ku dê li dijî biryarê serî li Dadgeha Îstînafê bidin.