Du sal cezayê girtîgehê li Ebîr Musa hat birîn
Dadgeha Îstinafê ya Tûnisê, cezayê du sal ê girtîgehê yê li lîdera Partiya Azad a Destûra Bingehîn a Muxalîf Ebîr Musa ku Lijneya Bilind a Hilbijartinê doz lê vekirbû, erê kir.
Navenda Nûçeyan- Dadgeha Îstinafê ya Tûnisê, duh roja 30’ê Kanûnê, ji doza Lijneya Bilind a
Hilbijartinê ku li lîdera Partiya azad Destûra Bingehîn a Muxalîf Ebîr Musa vekiribû, du sal cezayê girtîgehê da Ebîr Musa.
Ebîr Musa di demek ku rexneyên li dijî wan zêde bûne de weke yek ji dehan siyasetmedarên girtî derdikeve pêş. Daraza Tûnisê, di nav de sûcdariya ‘li dijî ewlehiya dewletê komplo’ bi tometên cuda der barê muxalîfên siyasî de cezayên demdirêj ê girtîgehê dide.
Li gorî agahiyên ku radyoya xwecihî ya Mosaîque, daîreya ceza ya di bin banê Dadgeha Îstinafê ya Tûnisê de ye, cezayê du salan ê girtîgehê yê li Ebîr Musa hatibû birîn erê kir.
Heta niha jî girtiye
Di meha Hezîranê de, dadgeha pileya yekem, ji doza ku Lijneya Hilbijartinê vekir, Ebîr Musa mehkumî du sal cezayê girtîgehê kiribû. Ev doz piştî sûcdariyên ku Ebîr Musa der barê hilbijartinan de agahiyên şaş belav kirin û li dijî partiyên lijneyê alîgir nêz bûye hat vekirin.
Ebîr Musa ji 3’ê Cotmeha 2023’an ve girtîye. Der barê wê de sûcdariyên weke ‘belavkirina nûçeyên şaş bi armanca ziyandayîna ewlehiya civakê’ hene. Li gorî daxuyaniya partiyê, Ebîr Musa ji bo daxwaznameya îtiraza biryarê pêşkêşî Serokomar Qeys Saîdî bike, di dema serlêdana qesra serokkomariyê de hatibû binçavkirin.
Her wiha ji ber sûcên ‘Teşebusa guherîna rêkûpêkiya dewletê, kişkişandina gel li dijî hev, bikaranîna çeke û di xaka Tûnisê de derxistina kaosê’ hat girtin. Li aliyê din dadgeha pileya yekem di 12’ê Kanûna îsal de der barê Ebîr Musa de 12 sal cezayê girtîgehê bi sûcdariya ‘ji bo guherîna rêkûpêkiya dewletê xebitiye’ dabû.