Du girtî bi efûyê û kefaletê hatin berdan
Girtiya siyasî Gelareh Abbasî ku li girtîgeha Evînê tê ragirtin, li gor biryarnameyek bi navê ‘efûya giştî’ hate berdan. Her wiha blognivîsa 23 salî Saba Talebî ku li Meşhedê dijî, bi kefalet hate berdan.
Navenda Nûçeyan- Duh du girtiyên jin, ji dozên cûda yên ji ewlehiyê dihatin darizandin, ji girtîgehê hatin berdan. Girtiya siyasî Gelareh Abbasî piştî ku bi mehan li girtîgeha Evînê ma, piştî pêkanîna biryarnameyak bi navê ‘efûya giştî’ hate berdan. Blognivîsa ciwan a ji Meşhedê Saba Talebî, bi kefaletê ji girtîgeha Wakilabadê ya bajêr hate berdan.
Gelareh Abbasî bi tehliyeya piştî hikûm hate berdan
Gelareh Abbasî berê ji aliyê Şaxa 23’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi sûcê ‘civîn û hevkariya li dijî ewlehiya neteweyî’ û ‘propagandaya dijî pergalê’ bi 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hat cezakirin. Ev ceza ji aliyê Şaxa 36’emîn a Dadgeha Temyîzê ya Parêzgeha Tehranê ve hate erêkirin û xala 134’emîn a Qanûna Cezayê ya Îslamê hate pêkanîn, cezayê wê wek 33 meh cezayê girtîgehê hatibû nirxandin.
Gelareh Abbasî di meha Hezîrana borî de ji bo ku cezayê xwe bikşîne, sewqî girtîgeha Evînê hatibû kirin. Berî ku cezayê xwe bikşîne, di 18’ê Sibata 2025’an de ji aliyê hêzên Wezareta Îstixbaratê ve li Tehranê hatibû girtin û piştî ku nêzîkî 40 rojan di bin çavdêriyê de ma, bi kefaleta milyarek tûmenê demkî hatibû berdan, lê piştî ku cezayê wê diyar bû, ew dîsa vegeriyabû girtîgehê.
Gelareh Abbasî ya 49 salî, dayîka zarokek keç e û serwera malbatê ye û berê ji ber çalakiyên xwe yên sivîl û siyasî rastî girtin û pirsgirêkên qanûnî hatiye.
Saba Talebî bi kefaletê ji girtîgeha Vakilabadê hate berdan
Di heman demê de, blognivîsa 23 salî û nişteciha Meşhedê Saba Talebi duh bi kefalet ji girtîgeha Wakilabadê ya li Meşhedê hate berdan.
Saba Talebî ku di 25’ê Hezîrana îsal de li Meşhedê hatibû girtin, sewqî girtîgeha Wakilabadê hatibû kirin. Li gorî nûçeyan, bi sûcên wek ‘heqaretkirina rêbertiyê’, ‘heqareta dijî cihên pîroz’ û ‘propagandaya li dijî pergalê’ tê tawanbarkirin.
Saba Talebî di dema girtina xwe de li beşa ‘Arameş’ a Girtîgeha Vakilabadê ku berê nûçeyên derbarê şert û mercên girtiyên jin li wir hatibûn weşandin dihat girtin.