Rûyê din a Xezaya di dorpêçê de: Xela û birçîbûn
Jinên Xezayê diyar kirin ku bi berdewamkirina dorpêçê re vê carê bi birçîbûnê re têdikoşin û anîn ziman ku dibe li herêmê bi dehan kes ji ber tunebûna xwarinê jiyana xwe ji dest bidin.

RAFÎF ÎSLÎM
Xeza – Li Xezaya ku piştî êrîşên Îsraîlê wêran bûye, bi taybetî ji bo jin û zarokan jiyan tenê bûye têkoşîn. Li Zîvala Xezayê krîza mirovî ya heyî her diçe kûrtir dibe. Dorpêça Îsraîlê û astengkirina alîkariyan, li herêmê xeterên cidî bi xwe re tîne.
Pêwîstiyên herî bingehîn nagirin
Yek ji kesên ku weke jinên din ên li Xezayê hewl dide ji bo malbata xwe xwarinê peyda bike Sahar Jamal e. Sahra Jamal a li bajarê di bin dorpêç de ji ber bihayê zêde pêwîstiyên herî bingehîn nikare bigre, diyar kir ku ji 5’ê Adarê ve ji ber dorpêçê nikarin xwe bigihîjînin xwarinên bingehîn.
Sahar Jamal da zanîn ku yên têgihîştî fêrî birçîbûn û bêavbûnê bûne lê belê zarok xwe li ber vê nagirin, kêmbûna xwarinê dibe sedema nexweşiyan.
‘Bi astengbûnê re kar zêdetir tevlihev bûye’
Sahar Jamal ku li nava erdan giya kom dike û bi vê yekê hewl dide ji heqê şertên zor derbikeve wiha got: “Di meha Remezanê de tişta ji bo malbata xwe peyda bikim ev e.”
Sahar Jamal destnîşan kir ku bi astengkirina alîkariyên mirovî yên saziyan, karê wan zehmetir bûye û got: “Di daxuyaniyên ji aliyê Îsraîl ve tên dayîn de, gotinên ku li Zîvala Xezayê xwarinên têra 5 mehan bike heye, derew in. Li vê derê her kesê ku bi aqil biçe bazarê dê vê rewşa bi xeter a mirovahî di nav de ye bibîne û heta çend rojên din wê rastî xelaya mirinê werin. Rayedar ji bo bûyerên zarok, jin û extiyarên ji birçîbûnê mirine qeyd bikin wê dîsa vegerin vê derê.”
‘Bikevin tevgerê’
Sahar Jamal da zanîn ku ji bo rakirina dorpêça li ser Xezayê û rizgarkirina gel ji xeteriya mirina ji ber birçîbûn û bêaviyê divê li ser medyaya dîjîtal kampanya werin destpêkirin û banga ‘bikevin tevgerê’ kir û wiha got: “Nebêjin qey bi agirbestê jiyan normal bûye, rastî bi temamî gelek cuda ye.”
Banga piştevaniyê
Yasmîn Saleha jî got: “Nebêjin qey agirbest dê we li bajarên di bin dorpêçê de vegerîne jiyana normal, ji ber ku rastî gelek cuda ye. Ji bo dinya dorpêça li ser Xezayê rake û mirovahiyê ji xeteriya mirina mirovan a ji ber birçîbûn û bêavbûnê rizgar bike divê hemû kes bikevin nava tevgerê û bi riya xwepêşandan, kampanyayên zextê, malperên medyaya dîjîtal yan jî bi riyên din ên guncaw parastinê bikin.”
Yasmîn Saleha bertek nîşanî zêdebûna bihayê tiştan li Xezayê da û got: “Hemû tişt li Zîvala Xezayê hene lê çima bihayê wan ewqas zêde ye. Rola kontrolkirina biha û yên ku zagonan binpê dikin li ku derê ye? Malbatên mezin pêwîstiyên xwe pêk naynin, bi taybetî di meha Remezanê de pêwîstî li gorî mehên din zêdetir e. Ji ber xwarinên bê tendurist nexweşiya mîde bi me re çêbûye.”
Yasmîn Saleh got ku fikara wê ew e dê şertên jiyanê û xizaniyê zêdetir zehmet bibin.