Dr. Kerîma El-Hefnewî: Divê li dijî tundiyê toreke navdewletî bê avakirin

Dr. Kerîma El-Hefnawî destnîşan kir ku divê têkoşîna azadiya jinê û wekheviyê bidome û bang li hemû tevgerên jinan kir ku ji bo bidestxistina cîhaneke bê tundiyê torekî ava bikin.

SUZAN EBU SAID

Beyrût – Li Beyrût a payetxta Lubnanê bi pêşengiya Komeleya Jîn a Jiyanê û înisiyatîfa Nûn a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma ‘Li ser şopa Jin, Jiyan, Azadî’ di dîroka 18-19’ê Tebaxê de bi sernava ‘Ezmûnên Tevgerên Jinan a Navnetewî’ konferansek hat lidarxistin. Di serî de welatên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê ji 12 welatan 100 jin beşdarî konferansê bûn. Konferans diyarî jinên Êzidî yên di 3’ê Tebaxa 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve bi qirkirinê re rûbirû man û jinên Efganî yên di bin êriş û zextên Talîbanê ku di 15’ê Tebaxa 20121’an de rêveberiya Efganistanê desteser kir de jiyana xwe didomînin, hat kirin. Di konferansê de jinan bi biryara ku ji 7 xalan pêk tê sosa mezinkirina têkoşînê dan.

Endama Partiya Sosyalîst a Misirê û Eniya Jinên Misirê Dr. Kerîma El-Hefnewî mijarên di konferansê de hatin nîqaşkirin û girîngiya konferansê ji ajansa me re nirxand.

'Bal li ser ser jinên Afrîqayê hat kişandin'

Kerîma El-Hefnawî diyar kir ku di konferansê de gelek mijarên têkildarî jinên Îran û Afganîstanê, têkoşîna jinên Kurd û welatên din hatin nîqaşkirin û got, “Weke hemû jinên cîhanê û herêma me, rewşa jinên Afrîqa jî hat nîqaşkirin. Jinên Afrîqî tevî ku di gelek qadên jiyanê de rol dilîzin jî, ji ber çanda civakî tên rûbirûyê cihêkariyê tên. Di gelek waran de nikarin mafên xwe bi dest bixin. Li welatên Afrîqayê, em rastî gelek bûyerên wek zewaca zarokan, bazirganiya jinan û sinetkirina jinan tên. Jin hem di bin zexta fîzîkî û hem jî di bin zexta derûnî de jiyana xwe dimeşînin. Jinên Afrîqayê rastî her cure zext û tundiyê tên. Di jiyana xwe ya xebatê de jî rastî gelek neheqiyan tên. Mînak, her çendî bi mêran re heman karan bikin jî, heqê wan kêm e.”

Jinên Afrîkayê behsa serpêhatiyên xwe kirin

Kerîme El-Hefnawî destnîşan kir ku konferans wekî rûniştinan hat organîzekirin û got ku ew di beşa çaremîn a rûniştina yekemîn de bi pêşkêşvaniya bi sernavê "Rewşa jinên Afrîkayê li parzemîneke ku qurbaniya herî mezin a hemû qeyranên cîhanê ye" axiviye. Kerîma El-Hefnawî got, “Min li ser rewşa jinan li Afrîqayê, zehmetiyên ku jin pê re rû bi rû dimînin, cuhêkariya ku pê re rû bi rû dimînin, koçberbûna wan, pirsgirêkên penaberiyê, şerên ku pê re rû bi rû dimînin axivî. Li kampên ku ji ber koçberiyê lê bi cih bûne, pêwîstiyên herî hêsan ên jiyanê jî wekî ava paqij, derman û xwarinê bi dest naxin. Di germa havînê û sermaya zivistanê de hem bi problemên cidî re rû bi rû dimînin û hem jî bi nexweşiyên nexweşî û birçîbûnê re rû bi rû dimînin.”

'Jiyana jinan di bin kontrolê de ye'

Derbarê rewşa jinan li Rojavayê Afrîqa, Malî û herêma Sahelê ya Afrîqayê (Sierra Leone, Peravên Fîl, Gîne û Lîberya) Kerîma El-Hefnawî got, “Jin di warê aborî û civakî de xwedî roleke bibandor in. Li Nîjer û Nîjeryayê komên tundrew ên Îslamî rewşa jinan kontrol dikin. Li Morîtanyayê qanûnên Îslamî bi giranî herikîna jiyana jinan kontrol dike. Rola jinan bi karê malê û xwedîkirina zarokan ve sînordar e. Li Benînê, em dibînin ku adet û kevneşopî jinan biçûk dixe.”

Berpirsiyariya jiyanê li ser milê jinan e

Kerîm El-Hefnawî diyar kir ku jin jiyana xwe bi mêran re ne wekhev bi rê ve dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di nav kevneşopiyan de pirzewacî, zewaca bi darê zorê û şîdeta nav malê di nav xwe de dihewîne û li Senegalê jî hemû karên malê, ji xwedîkirina zarokan heta karê çandiniyê, ji çandiniyê, ji kargehan heta bi rêvebirina çavkaniyên gundan gelek karên li ser milên jinan tê hiştin hene. Tevî hemû newekheviyan jî jinên Senegalî yên di pêşketinê de xwedî roleke girîng in, bandoreke mezin li ser guhertina çanda civakî ya li ser jinê dikin. Li Senegalê jî jin xwedî statuyeke mezin a civakî, çandî û siyasî ne.”