Doza Serap Avci: Tundiya li dijî jinek hemû jinan eleqedar dike

Dadgeh di doza darizandina Serap Avci de, bi hinceta xweparastinê biryar da ku cihê ceza dayînê nîne. Hande Sakarya ya ji Femînîstên ji bo Serap, da zanîn biryar bi saya têkoşîna hevbeş a jin û femînîstên ku piştgirî dane dozê, pêkan bûye.

ELÎF AKGUL 

Stenbol – Doza ku Serap Avci ya di tevahiya zewaca xwe de ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve rastî tundiyê hat û bi rêya xweparastinê rizgar bû, bi nirxandina dadgehê ya xweparastinê bi encam bû. Dadgehê, biryar da ku ji bo cezakirina Serap Avci cih nîne û biryara berdana wê da. Ev doz, di aliyê mafê xweparastina xwe ya jinan û nêzîkatiya darazê ya li hember tundiya mêran de, di girînga emsal de bû.

Piştî doze, Ji Femînîstên ji bo Serap Hande Sakarya, pêvajo û biryar nirxand. Hande Sakarya, him tiştên di dema darizandinê de qewîmin û him jî wateya biryarê ya di aliyê têkoşîna jinan de vegot.

‘Yek ji nûçeyên baş ên kêm’

Ji Femînîstên ji bo Serap Hande Sakarya, balkişand li ser girîngiya biryarê di aliyê wan de û wiha got: "Encama doza Serap, bi taybetî di nav hemû nûçeyên xirab ên vê dawiyê de, ji bo me mîna yek ji nûçeyên baş ên kêm hat. Em pir kêfxweş in û ev yek him ji bo Serap û him jî ji bo koma Femînîstên ji bo Serap a bi Serab re hevgirtinê avadike û jin û femînîstên din ên ku doza wê dişopînin serkeftinek e."

Hande Sakarya, biryara dadgehê ya di danişîna 6’emîn de bîr xist û wiha axivî: "Di danişîna 6’emîn a Serap de, dadgehê biryar da ku ji ber derbasbûna sînorên xweparastinê, ji bo cezaya dayîne cih nîne. Rûxmê ku dozgeriyê di mutalaya xwe de ji sûcê kuştina bi kalîte, cezayê mûebetê ya girankirî xwest jî, biryarek bi vî awayî derket.” Hande Sakarya, diyar kir ku bi vê biryarê tiştên ku di pêvajoya darizandinê de hatin vegotin re encam dît û got: "Ev yek nîşanî me dide, em mîna femînîst û parêzerên femînîst ên dozê dişopînin, karin ku di tevahiya 6 danişînan de tundiya mêr a bipergalî ku Serap rastî hatiye û tevahiya bûyerên ku Serap mayê vê şevê Yasîn Avci bikuje, bînin ziman.”

'Divê sedema ku jin çima nikarin xwe bigihîjin mekanîzmayên parastinê bê axaftin’

Hande Sakarya, da zanîn serpêhatiyên Serap Avci di salano dadgehê de hatine eşkerekirin û axaftina xwe wiha domand: "Me nîşanî dadgehê da ku Serap dema vê şevê rastî lêdana Yasîn dihat û hewil dihat bê qetilkirin, hemû tundiya di 7 salên zewaca xwe de rastî hatiye hîskiriye.” Hande Sakarya, balkişand li ser pirsên ku di dema darizandinê de bi domdarî dihatin pirsîn û wiha got: “Di tevahiya dozê de, hate pirsîn ku çima Serap neçû polîsê, çima neçû nexweşxaneyê û çima ji kesî re negot. Me jî bi domdarî got ku divê tiştê were nîqaşkirin ne ew be ku çima Serap wan tiştan pêkneanî, divê zehmetiya ku jin di vê çerxa tundiyê de di xwegihandina mekanîzmayên piştgiriyê de pê re rû bi rû dimînin e."

‘Di bingeha tundiyê de tu ‘sûcekî’ jinê nîne’

Hande Sakarya, diyar kir di tevahiya şopandina dozê de balkişandiye ser aliyê polîtîk ya mijarê û wiha axivÎ: "Me hewl da ku em diyar bikin ev newekheviya avahîsaziyê, hêza ku mêr bikaranîna pozîsyonên xwe yên avantaj li ser jinan bikar tînin, dikare bibe sedema qetilkirina jinekî. Mixabin, em cînayetên jinan, ji rizgarbûna jinan zêdetir dibînin." Hande Sakarya, balkişand li ser pêkanînên li salanên dadgehê û got: “Di van salonan de, jiyana jinan bi awayekî hûrgilî tê lêkolînkirin. Ji bo kuştina mêran a jinan, hincetan digerin. Lêbelê, di bingeha tundiyê de tu ‘sûcekî’ jinê nîne.”

‘Tundiya li dijî jinek hemû jinan eleqedar dike’

Hande Sakarya, balkişand li ser şopandina dozan a ji aliyê femînîstan ve û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Lewma divê em xwedî li van dozan û danişînan derbikevin û bibîn alîgirên wan. Ji ber ku tundiya li dijî jinek, hemû jinan eleqedar dike.”