Doza çalakvana Mexribî Zeynep Hroubî hate taloqkirin
Dadgeha Asliyeya Yekem a Casablancayê darizandina çalakvan Zeynep Hroubiyê ku bi tohmeta "tehrîkkirin û heqaretê" bê girtinê tê darizandin, heta 9’ê Adarê taloq kir. Çalakvan ji ber piştgiriya xwe ya ji bo xwepêşandanên Nifşê Z tê darizandin.
Mexrib – Dadgeha Destpêkê ya Casablancayê rûniştina doza çalakvana Mexribî Zeynep Hroubi ji bo 9’ê Adarê taloq kir. Zeynep Hroubi bêyî ku were girtin tê darizandin.
Li gorî zanyariyên berdest, piştî ku Zeynep Hroubî çend meh berê piştgirî da xwepêşandanên ciwanan ên li welêt ku wekî "xwepêşandanên nifşê Z" têne zanîn, doz li dijî wê bi tohmeta "tehrîkkirin û heqaretkirinê" bi rêya înternetê hate vekirin.
Desthilatdarên Mexribî Zeynep Hroubi di 12’ê Sibatê de, piştî ku ew ji Fransayê hatibû û li Balafirgeha Menara ya li Marakeşê daketibû, desteser kirin.
Li gorî agahiyan, piştî ku rapora destpêkê ji aliyê yekîneyên ewlehiyê yên li balafirgehê ve hat amadekirin, Zeynep Hroubî ji bo lêpirsîna edlî bo Casablancayê hat veguhastin.
Zeynep Hroubî ku ji aliyê Yekîneya Polîsên Dadwerî ya Neteweyî ve dihat girtin, piştre birin ber dozgeriya pêwendîdar. Dozgeriyê biryar da ku heta darizandinê wê berde û doz sewqî Dadgeha Asliyeya Yekem a Casablancayê bike.
Tê gotin ku tohmet bi parvekirinên li ser medyaya civakî ve girêdayî ne.
Tê payîn ku danişînên dozê di 9’ê Adarê de ji nû ve dest pê bikin. Biryara dadgehê ya li ser dozê dê di demên pêş de eşkere bibe.