Doza Şerîfe Muhamedî ji nû ve hat dîtin
Doza Şerîfe Muhamedî ya ku cezayê darvekirinê lê hatibû betalkirin, hat dîtin. Serokê dadgehê danişînê taloqî dîrokeke nediyar kir.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2024/12/20241220-20241220-20241218-20241218-zman-brgzary-dadgah-shryfh-mhmdy-bdwn-hdwr-wy2024-12-18-jpg3e7530-image-1-jpga22784-image-jpga6ffb6-image-jpg313961-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Piştî ku cezayê îdamê ya çalakvana mafên karkeran Şerîfe Muhamedî ku di 12’ê Cotmehê de li Girtîgeha Lakan a Reştê girtî bû, hat betalkirin, danişîna wê roja 19’ê Kanûnê li 2’yemîn Dadgeha Şoreşê ya Tehranê hat dîtin. Şerîfe Muhamedî û parêzerê xwe bi rêya Sîstema Agahdariya Deng û Vîdyoyê beşdarî dadgehê bûn.
Daxwaza parêzeran a ji bo Şerîfe Muhamedî li dadgehê amade bû hat redkirin. Serokê dadgehê danişîn taloqî dîrokeke nediyar kir.