Dosyaya kesên di Bahoza Danîel de mirin hê nû di rojeva hiqûqî de ye
Parêzer Ferîha Huseyîn el-Ceylanî diyar kir ku “Bahoza Danîel” tenê karesateke xwezayî nîn e, valahiya hiqûqî ya li Libyayê nîşan dide û bal kişand ku dosyaya kesên di bahozê de mirine, ketiye bin siya mercên şer.
ÎBTÎSAM AXFÎR
Bingazî – Êşa ku qet bi dawî nabe û windabûnek mezin. Felaketa ku ji ber bahoza Danîel li bajarê Derne ma, tenê mirov û keviran bi xwe re nebir, di heman demê de hiqûqa ku li hemberî felaketên mezin qels e jî nîşan dide.
Dema ku di Îlona 2023’yan de li bajarê Derne yê Libyayê Bahoza Danîel rabû, tenê bi mirina bi hezaran mirovan û hilweşînê nema; valahiya hiqûqî ya li Libyayê eşkere kir. Malbat dema ku di bin xirbeyan de li binê avê li xizmên xwe digeriyan; pir vekirî hat dîtin ku pergala heyî nikare di krîzan de çareseriyan bibîne, çarçoveyek hiqûqî ya ku berpirsyariyên saziyên têkildar diyar dike yan jî proseduran xêz dike tune ye û di nava geremoliyê de hereket tê kirin.
Dema ku hewldanên ji bo pêçandina birînan didomiyan, 21’ê Kanûnê Saziya Giştî ya ji Tesbîtkirina Nasnameyan Berpirsyar a Lêkolîna li ser Kesen Winda, diyar kir ku bi mînakên DNA’yê yên bi malbatan re nasmeyên 19 kesên mirî tesbît bûye. Parêzer Ferîha Huseyîn el-Ceylanî, diyar kir ku Libya ji aliyê hiqûqî ve di Bahoza Danîel de pir qels maye û got ku bi taybetî kesên di karesatên xwezayî de winda dibin tên îhmalkirin. Her wiha da zanîn ku zagonên li ser rewşên windabûnê hene lê ji bo mercên cuda hatine amadekirin û wiha domand: “Ger em behsa mijara windayan bikin, zagonên ku ve rewşê sererast dikin û diyar dikin ka dê çawa werin destgirtin hene lê dema ku em tên ser kesên di karesatên xwezayî de winda bûne, bi valahiyeke hiqûqî re em rûbirû dimînin.”
Zagon ji bo rewşên wiha nîn e
Parêzer Ferîha Huseyîn el-Ceyalanî bi bîr xist ku zagona bi hejmar 1 a sala 2014’an ji bo ji malbatên kesên di Şoreşa Cotmehê de şehîd bûne û winda bûne re xizmetê bike bingeha “Saziya Lêkolînkirina Kesên Winda û ji Tesîtkirina Nasnameyan Berpirsyar” amade kiriye, bal kişand ku saziyê di dema tesbîtkirina nasnameyên kesên di Bahoza Danîel de roleke girîng lîstiye lê ji bo karesatên ewqas mezin nehatiye avakirin.
Ferîha Huseyîn el-Ceylanî li ser tunebûna zagonên li ser rewşa lezgîn jî nirxandin kir û got ku li Libyayê li ser bûyerên wiha yên qewimîne yan neqewimîne tu tişt nehatiye gotin lê aliyê hiqûqî bi qasî pêwist girîngî jê re nehatiye nîşandan. Ferîha Heseyîn el-Ceylanî wiha got: “Ya herî şênber jî tevlîheviyên ku di destgirtina dosyaya kesên winda yên di dema Bahoza Danîel de li Derneyê çêbûn e. Hinek biryarên ku di mijarên cuda de hatine girtin hene.”
‘Cudahiya di navbera windabûnên asayî û windahiyên karesatê de’
Ferîha Huseyin el-Ceylanî, cudahiyên tengasiyên hiqûqî ku malbatên mexdûrên bahozê de dikşînin kir û got: “Di rewşên asayî de bûyerên windayan; gilî, pêvajoyên darazê û hinek caran jî pêvajoyên weke serlêdana şerîeta îslamê hene. Mînak zagona bi hejmar 17 a sala 1992’yan, kesên winda weke yên nikarin hebûna xwe ya malî birêve bibin dinirxîne û heta ku mirin an jî saxbûna wan îsbat bibe, pêşniyar dike ku wasiyên bikaribin karê wan bidomînin hebin.”
Rêwîtiya ji bo lêgerîna nasnameya winda
Di rewşên asayî de malbat bi giştî têkildarî mercên windabûna kesan de, bi ragihandina saziyên têkildar dest pê dikin. El-Ceylanî, diyar kir ku bi taybetî ji sala 2011’an ve heta niha gelek bûyerên windabûnê nehatine çareserkirin, aqubeta gelek kesan hê jî nayê zanîn. Her wiha da zanîn ku gelek malbat tenê bi giliyê bi sînor mane, nizanin ka mirî yan sax in û got: “Di şeran an jî mercên derasayî ku îhtîmala mirinê zêde ye de, ji bo kesên winda mirî werin pejirandin divê çar sal li bendê bin û dûre biryara darazê were derxistin.”
Piştî bahozê tevlîheviya mudaxeleyê
Ferîha Huseyîn el-Ceylanî diyar kir ku rewşa li Derneyê pir girantir e, malbatan agahiyên nasnameyên xwe û malên xwe winda kirine, ji ber vê yekê ji bo dayîna mînaka DNA’yê, ji bo îsbatkirina xizimtiyê jî pêvajoyeke zor a ku divê şahid hebin û belgeyên qetiyayî yên fermî werin derxistin û got: “Vê rewşa ku asayî nîn e, ji aliyê metnên hiqûqî ve çareseriyek jê re nayê dîtin. Saziya Giştî ya Lêkolîna Kesên Winda û ji Tesbîtkirina Nasnameyê Berpirsyar dûre dest bi xebatên xwe kir, ji cenazeyên nasnameya wan nediyar mînak hatin girtin û ji ji malbatan hat xwestin ku mînakan bidin. Bi saya vê nasnameya hinek miriyan tesbît bû lê ev hemû bêyî stratejiyeke zelal û saziyeke pispor a ji bo rewşa lezgîn hatin meşandin.”
‘Gava yekem sûdgirtina ji pisporiyên navneteweyî ye’
Ferîha Huseyîn el-Ceylanî, diyar kir ku tiştên li Derneyê hatin jiyîn dersek pir giran bûn û wiha got: “Tenê derxistina zagonan têr nake, perwerde û planên amadekariyê heta dibistan jî ji bo rewşa lezgîn divê werin amadekirin. Divê zarok jî bizanibin li hemberî rewşa karesatê çawa tevbigerin. Gava yekem sûdgirtina ji pisporiyên navneteweyî ye. Welatên ku vê tiştê jiyane xwedî prosedur in û di mijara mekanîzmayan de xwedî tecrubeyên girîng in. Divê ji bo Libyayê jî ev yek were kirin. Îro ji bo rewşa kesên di karesatên xwezayî de winda bûne, zagon werin amadekirin, civîn û nîqaş tên kirin. Ev zagon dikare di nava zagona rewşa lezgîn de yan jî weke mewzûateke taybet were destgirtin. Armanc ew e ku saziyên pêwendîdar, peywirên xwe zelal bikin û amadekariya ji berê ve bigre bin temînatê. Her wiha hewldanên ji bo avakirina saziyên daîmî yên ku di qadên cuda de ji kadroyên perwerdekar pêk tên, hene.”
Parêzer Ferîha Huseyîn el-Ceylanî, balê dikşîne ku rê hê jî dûr e û ji bo dosyaya windayan hewldanên daîmî pêwist in da ku wan rojên tarî yên li Derneyê hatin jiyîn careke din dubare nebin.