Dorpêça li ser Kobanê di roja 27’an de ye: Qeyrana mirovî kûrtir dibe

Qutbûna avê, pirsgirêka dermanan û dorpêça domdar a li Kobanê, bajar bi pirsgirêkên mirovî yên mezin re rûbirû hiştiye.

Kobanê- Bajarê Kobanê 27 roj in bê av e. Ava ku bi hinek rê û rêbazan tê bidestxistin bi tendirust nîn e û vê yekê qeyrana mirovî çêkiriye.

Li Kobanê ya di bin dorpêçê de tunebûna avê û kêmbûna dermanan, bandoreke neyînî li ser tenduristiya niştecihên bajêr dike û gelek kes bi taybetî jin û zarok, ji ber ava qirêj jehrî bûn. Şaredariya Kobanê û Desteya Avê, ji bo ji nû ve destpêkirina dabînkirina avê dixebite.

 Qutbûna avê ya 27 rojan

Hevseroka Desteya Avê ya Herêma Firatê Zozan Xelîl, der barê mijarê de ji ajansa me re axivî û wiha got: "Di 18’ê Çileyê de, hemû pompeyên avê yên li Kobanê û derdora wê ji ber qutbûna elektrîkê rawestiyan û di vê demê de ji bo bajêr koçberiyek mezin çêbû. Vê yekê jî nifûsa li bajêr zêde kir."

Zozan Xelîl, da zanîn ku tunebûna avê gel neçarî lêgerîna çareseriyên alternatîf dike û wiha axivî: “Ji ber kêmbûna avê, gel hewl da avê ji bîran dabîn bike. Lê belê nebûna dezenfektekirina avê bû sedema belavbûna nexweşiyan. Ji ber ku av hêmaneke bingehîn a jiyanê ye, kêmbûn an jî bikaranîna wê ya bi rêbazên bê tendurist, bandoreke neyînî li ser tenduristiya mirovan dike."

Zozan Xelîl, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku weke Desteya Avê hewl dane ji bo dabînkirina avê bi jeneratoran pompayan bixebitînin, ev yek bi ser neketiye û got: “Ji ber daxwaza zêde ya elektrîkê ya pompeyan, em bi ser neketin neçar man ji bîrên qirêj avê ji gelê xwe re peyda bikin. Lê belê, avê têra tevahiya bajêr nekir û qeyraneke mezin a avê çêbû."

Piştî ku elektrîk çêbibe, şaredarî û rayedarên avê hêvî dikin ku pompeyên avê ji nû ve bidin xebitandin. Tê payîn ku pompeyên avê di rojên pêşiya me de ji nû ve dest bi karkirinê bike.

 Pêşkêşkirina xizmetên tibî

Hevseroka Komîteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê Ezîze Îbrahîm jî da zanîn ku Kobanê sê hefteyan di bin dorpêçeke tund de maye û qutbûna av û elektrîkê didome. Ezîze Îbrahîm wiha got: “Vê rewşê bandorek neyînî li ser tenduristiya gel kir. Navendên tenduristiyê yên ku hê vekirîne Nexweşxaneya Neteweyî, Nexweşxaneya Zayînê, du nexweşxaneyên taybet û Nexweşxaneya Miştenûr in. Lê belê ji ber êrîşên dawî yên çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê, gelek navendên tenduristiyê yên li gundewarên Kobanê nikarin xizmetê bidin. Nexweşxaneyên mîna Sirrîn, Celbiye û Kadiriye hatine girtin lê belê navenda tenduristiyê ya Qeniye, piştî navberdayîna çend rojan ji nû ve hat vekirin."

 ‘Rewşa xurekê ya nebaş dibe sedema zêdebûna nexweşiyan’

Ezîze Îbrahîm, destnîşan kir ku gelê li deverên gundewarî ber bi navenda bajarê Kobanê ve çûye û li wir li dibistan û mizgeftan bi cih dibin. Ezîze Îbrahîm, axaftina xwe wiha domand: "Ev der ji ber sermaya zêde û ji ber kêmbûna avê veguherî cihê belavbûna pirsgirêkên tenduristiyê. Rewşa xurekê ya nebaş jî bûye sedema zêdebûna nexweşiyan.”

Ezîze Îbrahîm, diyar kir ku hewl didin bi derfetên di destên xwe de xizmetên tenduristiyê yên pêwist ji gelê xwe re mîsoger bikin lê ji ber nebûna dermanan bi zehmetiyên mezin re rûbirû dimînin û wiha domand: “Li nexweşxaneya zayînê dermanên êşbir xilas bûn, dermanên laboratîfê xilas bûn û dermanên mîna însulînê yên nexweşên şekir bi kar tînin jî li bajêr nîn e.”

 ‘Kêmbûna dermanan pirsgirêkên tenduristiyê girantir dike’

Rewşa tenduristiyê ya li Kobanê, li hemberî pêdiviyên lezgîn ên gelê herêmê her diçe xirabtir dibe. Hêvîdar Şêx Mihemed jî diyar kir ku rêjeya kêmbûna avê ya di demên dawî de pir zêde bûye û wiha axivî: “Ev yek ji ber vexwarina ava bê dezenfekte çêdibe. Kêmbûna dermanan pirsgirêkên tenduristiyê girantir dike. Gelê li gundên sînor ber bi navenda bajarê Kobanê ve çûn û dest bi stargehbûna li dibistan û mizgeftan kirin. Hewaya sar a zivistanê, kêmbûna avê û xureka bi tendurist, bûye sedema belavbûna lezgîn a nexweşiyan."

Hêvîdar Şêx Mihemed, axaftina xwe wiha domand: "Em hewl didin bi çavkaniyên xwe hemû xizmetên tenduristiyê peyda bikin. Lê belê, em ji ber kêmbûna dermanan bi zehmetiyên cidî re rûbirû dimînin. Dermanên êşbir û laboratuvarê ya li nexweşxaneya zayînê xilas bûn û dermanên mîna însulînê ji bo nexweşên şekir li bajêr peyda nabin."

 ‘Domdariya rewşê ya li herêmê dibe karesateke mezin a mirovî’

Hêvîdar Şêx Mihemed, diyar kir ku pergala tenduristiyê ya bajêr di çareserkirina vê daxwaza zêde de zehmetiyan dikşîne û ev yek dibe sedema xizmetnedayîna nexweşxaneyan. Nexweşxaneya Neteweyî ya li Kobanê, rojane zêdetirî 400 nexweşan qebûl dike. Ger rewş bi vî awayî bidome wê nexweşxane b tevahî ji derveyî xizmetê bimînin.”

Hêvîdar Şêx Mihemed, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em tekez dikin ku rakirina dorpêça li ser Kobanê û mîsogerkirina dabînkirina ketina dermanan a ji bo bajêr, pêdiviyek lezgîn e. Domdariya rewşê bi vî awayî wê li herêmê bibe karesateke mezin a mirovî.”