Dorpêça li Kobanê di roja 21’an de ye: Bêdengiya navneteweyî qeyranê kûrtir dike

Bajarê Kobanê ya li Rojava 21 roj in di bin dorpêçê de û ji ber astengkirina ketina alîkariyên mirovî him gelê herêmê û him jî koçberan di bin şert û mercên trajîk de têkoşîna jiyanê didin. Bêdengiya navneteweyî ya heyî jî, qeyrana mirovî kûrtir dike.

Navenda Nûçeyan- Di 20’ê Çileyê de bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê HTŞ, DAIŞ û çeteyên dewleta Tirk ve hate dorpêçkirin. Dorpêça Kobanê di roja 21’an de ye û qeyrana mirovî ya li bajêr roj bi roj kûrtir dibe. Ji ber dorpêça hêyî, bi sed hezaran sivîl û kesên koçber bi kêmbûna xurek û dermanan û astengiya xizmetên bingehîn re rû bi rû ne. Nebûna tu hewildanek navneteweyî ya ji bo bidawîkirina qeyranê, rewşê girantir dike.

Di encamê de derman, şîrên zarokan, xurek û pêdiviyên din ên jiyanî pir kêm bûne. Rewşa mirovî û debarê ya nêzî 600 hezar kesên li vir dimînin her ku diçe giran dibe.

Tevî dorpêça giran Kobanê zêdetirî 200 hezar kesên ji ber êrişên demên dawîn reviyane pêşwazî kirine û li nêzî 70 navendan bi cih kiriye.

Qutbûna bi temamî ya înternêtê û ceyranê zehmetiyên şêniyan zêdetir kirine. Kêmbûna sotemeniyê bandoreke neyinî li qada xizmetguzariyê kiriye.

Bi armanca nîqaşkirina mekanîzmeya pêkanîna peymana 29’ê Çileyê ya di navbera QSD û rêveberiya demkî de hatibû îmzekirin ku rakirina dorpêça li ser Kobanê yek ji bendên wê ye, duh (8 Çile 2026)  şandeyeke Asayîşa Kobanê û hêzên ewlehiyê yên rêveberiya demkî li Helebê hevdîtin kirin.

Tevî ku gelek hevdîtin hatin kirin, lê dorpêça li ser Kobanê ranebûye.