Dorpêça Eşrefiye û Şêx Meqsûd jiyana nexweşan dixe xeterê
Dorpêçên li taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd a Helebê didome, bû sedem ku beşên jiyanê yên nexweşxaneyên ku pitik tê de ne, bisekinin û jiyana bi dehan nexweşan xist xeterê.
SERÎN MIHEMED
Heleb – Rêya diçe taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên bajarê Helebê ji aliyê cîhadîstên girêdayî Heyet Tahrir el- Şam ve hat girtin. Ev yek, ferzkirina pêkanînên lêgerîna tund, sotemeniyên wek benzîn û mazotê, gaz û derman jî di nav de ketina madeyên bingehîn asteng dike. Qutbûna ceyranê jî di demsala zivistanê de pirsgirêkên gel zêdetir dike.
Ev dorpêç, rasterast bandorê li jiyana sivîlan dike û bi taybetî belavbûna nexweşînan a di nav extiyar û zarokan de zêde kir. Gel ji bo ku xwe germ bike, neçar maye serî li rêbazên bi xeter û alternatîf bide. Ev rewş şertên tenduristî û mirovî girantir dike. Di heman demê de nebûna mazota pêwîst a ji bo germkirinê û ji ber zorbûna gihîştina dibistanan, bi hezaran xwendekar ji qadek guncaw a perwerdê bêpar mane.
Tekane nexweşxaneya li herêmê ‘Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecr’ e, ew jî ji ber kêmaniya mazot û ceyranê windahiyek cidî ya kapasîteyê dijî. Ev rewş, dibe sedem ku beşa pitikên nû hatine dinê jî di nav de gelek beşên jiyanî bisekine, jiyana wan bikeve xeterê û kûrbûna kêmaniya malzemeyên tibî û dermanan derkeve holê.
Nexweş di rewşa dijwar de ne
Nazliye Hac Osman a 85 salî ya li taxa Şêxmeqsûd dijî, li nexweşxaneya Şehîd Halid Fecr radizê. Li gel temenê xwe yê mezin, nexweşînên kronîk ên wek diyabet, tansiyon, xetimîna demaran, di gurçîkan de kêmbûna potasyûmê, nexweşîna troîd, windahiya bihîstinê, di pişikê de gelek nexweşîn hene. Ev nexweşîn pêwîst e daîmî bên dermankirin. Lê belê ji ber ku cîhadîstên girêdayî Heyet Tahrir el- Şam hatina dermanan asteng dike, êşên wê zêde dibin. Nazliye Hac Osman wiha dibêje: “Ji ber sermayê keça min ez birim nexweşxaneyê. Di mala me de germahî tune û dermanê min jî nemane.”
‘Em dixwazin bijîn’
Nazliye Hac Osman, diyar kir ku sivîl dibin qurbanên pêkanînên siyasî û bedêla pevçûnan bi awayê herî giran didin. Nazliye bang li saziyên eleqeder û rêxistinên mafên mirovan kir ku dorpêçê rakin û destûr bide daketina derman û sotemeniyê û wiha got: “Zarok, extiyar, jin û mêr, em hemû ji ber sermayê nexweşin. Em dixwazin vegerin malên xwe û di nava ewlehî û aramiyê de bijîn. Dorpêç êdî bes e, em dixwazin bijîn.”

Xeteriya sekinîna nexweşxaneyê
Erkdara îdarî ya naxweşxaneya Şehîd Halid Fecr Îlham Osman, da zanîn ku dermanên li nexweşxaneyê kêm in û ger dorpêç bidome wê bi temamî xilas bibe. Îlham Osman destnîşan kir ku wê nexweşxane were halê ku êdî nexweşan tedawî neke û ger dopêç bidome, rêveberiyên bazirganî yên li taxê û beşên xwarinê jî, dê xilas bibin.
Îlham Osman da zanîn ku rewşa Nazliya Hac Osman yek ji gelek bûyerên ku ji ber kêmaniya malzemeyên tibî û germkirinê pirsgirêk dijî ye. Îlham ragihand ku nexweşxaneya Şehîd Halid Fecr tekane nexweşxaneya bê beramber a herdu taxan e û anî ziman ku ger dorpêç neyê rakirin, wê neçar bibin êdî nexweşxan negrin. Îlham bang li saziyên eleqeder û rêxistinên mafên mirovan kir ku dorpêçê rakin û bi taybetî ji bo germkirinê di serî de mazot û derman, destûr bidin ketina hemû malzemeyên bingehîn.
Ji meclîsa tenduristiyê daxuyanî
Meclîsa tenduristiyê ya taxa Eşrefiye û Şêxmeqsudê, di daxuyaniya 4’ê Çileyê de, saziyên girêdayî hikûmeta demkî û waliyê Helebê ji domandina dorpêçê berpirs dîtin. Meclîsê tiştên tê jiyîn wek cezakirina girseyî ya dijî sivîlan û sûcê li dijî mirovahiyê binav kir. Meclîsê bang kir ku tavilê dorpêç were rakirin, madeyên bingehîn bêyî tu qedexeyan were pêkanîn û rêz li peymanên hiqûqî yên navnetewî were girtin.