Diyarî Ferîdûn: Jin di parastina jîngehê de pêşengiyê dikin

Aktîvîsta mafên jin û zarokan Diyarî Ferîdûn, diyar kir jin ji dîrokê heta îro di parastina jîngehê de bûne pêşeng, bi domdarî ji bo paqîjgirtina jîngehê gelek hewl dane û got: “Ev nîşan dide ku di navbera jin û jîngehê de pêwendiyek nayê veqetandin heye.

HÊVÎ SELAH

Silêmanî – Xweza û jin di her heyamê de bûne xwedî têkiliyek xurt. Jin, di hin çandan de mîna sembolên xwezayê hatine dîtin û pirî caran mîna "dayîk" hatine binavkirin. Jin bi jîngehê ve di nava têkiliyek nêz de ye; ji ber ku jin rasterast ji hilweşîna jîngehê bandor dibe.

Ji sedî 80’yê koçberên avhewayê jin in

Rêxistina Xurek û Çandiniyê (FAO), di rapora xwe ya têkildarî bandorên çandiniyê yên li ser guherîna avhewayê de destnîşan kir ku jin ji guherîna avhewayê zêdetir bandor dibin. Her wiha daneyên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve di sala 2018’an de hatin weşandin, eşkere dike ku ji sedî 80’yê kesên ji ber guherîna avhewayê koçber bûne, jin in.

Beşdariya jinan a di parastina jîngehê de, ji bo parastina xweza û çavkaniyên xwezayî û di heman demê de ji bo afirandina jîngehek paqij û tendurist, tevkarî pêşkêş dike. Jîngehek paqij, li ser jiyan û tenduristiya jinan jî bandorek erênî ava dike. Lewma, gelek jinên ku aktîvîstên jîngehê ne û ji bo kêmkirina bandorên neyînî yên guherîna avhewayê û baştirkirina şert û mercên jîngehê yên dijwar dixebitin hene.

‘Ji dîrokê ve hêz ji destê jinan hat girtin’

Aktîvîsta mafên jinan û zarokan Diyarî Ferîdûn, derbarê vê mijarê de axivî. Aktîvîst Diyarî bi bîr xist ku ji dîrokê heta îro jin bûne rêvebirên jiyanê û xwedî deng û rayan. Diyarî da zanîn ku hemû hewldanên jinan ji bo domandina jiyana xwe bûye û wiha pê de çû: “Heta di heyamên ku li şikeftan jiyan dikirin de jî, bi domdarî têkoşiyan, bi gefên derve re rûbirû bûn û xwarin ditîne. Di heman demê de girîngî dane jîngehê jî. Tevî ku jîngeha wê demê ne mîna îro bû jî, girîngiyek mezin ji nebat û tovan re hatiye dayîn û ev yek bi rêya çandiniyê hatine bidestxistin. Lê bi demê re, ji ber serdestiya mêran, hêz û desthilatdarî ji jinan hatiye stendin. Digel vê yekê jî em îro dibînin jin hê jî di parastina jîngehê de pêşengiyê dikin. Mînak dema ku hûn dikevin malên jinên ku girîngî didin jîngeh û kulîlkan, hûn gelek kulîlk û nebatên xweşik dibînin. Ev hemû ked û hewldana jinan e û ji bo paqîjgirtina jîngehê rasterast tevkarî mîsoger dike.”

‘Jinên me bi domdarî di her qadê de ked didin’

Diyarî Ferîdûn, da zanîn ku îro ji bo parastina jîngehê kampanya û hewldanên ji nû ve çandina daristanan tên meşandin û wiha got: “Jinan di kampanyaya Zagrosê de rolek pir girîng lîstin. Ez her tim vê yekê dibêjim; ger astengiyên li pêşiya jinan werin rakirin, jin dikarin karên baş biser bixin. Jinên me bi domdarî di her qadê de ked didin û rol dilîzin. Di demên dijwar de em dibînin ku jin her tim li şûna tundiyê, pêşengên aştiyê ne. Lewma ez ji jinan re dibêjim ku her hûn nikarin tiştek bikin jî şitlek li mal an jî baxçeyê xwe biçînin. Ger baxçeyek we tunebe, di guldankê de biçînin. Divê hemû kes li gorî derfeta xwe jîngehê biparêze.”

‘Divê em bi perwerdekirina zarokan dest bi jîngehek paqij bikin’

Diyarî Ferîdûn, di berdewama axaftina xwe de diyar kir jin hertim di parastina jîngehê de bûne pêşeng û wiha axivî: “Hinek jin baxçeyan vedikin û dixebitînin. Ev tiştekî girîng e. Her wiha gelek dikanên gulan ên ji aliyê jinan ve têne birêvebirin hene û ji bo vî karî bi hêzkirin û kedê dikin. Dema karek bêyî hêzkirin bê kirin, serkeftî nabe. Hundirê jinekî ku baxçeyek vedike, bi hêzkirina jîngehê dagirtî ye. Divê em bi perwerdekirina zarokan dest bi mîsogerkirina jîngehek paqij bikin. Perwerdehiya zarokan li malê dest pê dike û dayîk û bav di vê mijarê de rolek bingehîn dilîzin. Divê zarok fêr bibin ku mirov çawa jîngehê diparêze. Mînak biraziyê min û xizmên min dema ku yek salî bûn û dest bi meşê kirin, fêr bûn ku çopên xwe bavêjin deverên diyarkirî yên çopê. Piştre dema diçin dibistanê, mamosteyên wan ên dayîkên duyemîn, wan bi heman awayî li ser paqijiya jîngehê perwerde dikin.”

Zarok heta şeş saliya xwe her tiştî pir zû fêm dike

Diyarî Ferîdûn, destnîşan kir ku ger zarokek di temenê biçûk de fêr nebe ku çopên xwe bavêje çopê, piştre fêr nabe û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku zarok tiştî temenê yek salî û vir ve hemû tiştên di derdora xwe de fêm dike û fêr dibe. Zarok heta şeş saliya xwe her tiştî pir zû fêm dike. Ger ez zarokê xwe li malê fêrî paqijiyê bikim, ew ê di jîngeha derve de jî bi heman awayî tevbigere. Bê guman, mamosteyên me her gav ji hawîrdorê re baldar bûne. Ez dixwazim mînakek bidim; min biraziyê xwe yê du salî derxist derve, em li otobusê siwar bûn. Di otobusê de min şekir da wî û dema em daketin min dît ku çopa xwe di destê xwe de girtiye. Min pirsî ‘çi bû’ ew jî got ‘di destê min de tiştek heye divê ez bavêjim’. Divê perwerdehiya zarokan li malê bi vî rengî be ku jîngeh were parastin.”

Dixwazim bi rêxistin û kampanyayên parastina jîngehê re bixebitim’

Diyarî Ferîdûn, daxwaza xwe ya ji bo xebatek hevpar a parastina jîngê anî ziman ku bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Îro piraniya malbatan hişmend û zanebûn e. Dayîk hişyartir û wêrektir in û zarokên xwe bi têgihîştina jîngehek paqij û tendurist mezin dikin. Ez jî her tim amade me ku beşdarî her cûre kampanyayên jîngehê bibim. Her çend ez di nava sînorên mala xwe de van çalakiyan pêk tînim jî, ev yek têra min nake. Lewma, ez dixwazim bi rêxistinên jîngehê û kampanyayên parastina jîngehê re bixebitim û piştgiriyê bidim wan.”