‘Divê sivîl nebin hedefên pevçûna DYE û Îranê’

Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Mafên Mirovan a li Îranê, Maya Sato daxuyaniyek da û bal kişand ser encamên giran ên êrîşên di navbera DYE û Îranê de û ragihand ku di êrîşan de sivîl dibin hedef.

Navenda Nûçeyan – Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya mafên mirovan a li Îranê, Maya Sato di 23’ê Tîrmehê de li ser hesabê xwe yê X daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de balê dikşîne ser êrîşên di navbera Îran û DYE’yê de. Dibêje ku ji nû ve destpêkirina şer di navbera Emerîka û Îranê de tenê çend hefte piştî îmzekirina peymanê têgihîştinê ya 14 xalî ku armanca wê bidawîanîna şer e, şermezar kir.

Maya Sato, îşaret bi daneyên ku ji hêla Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ve hatine weşandin kir, ragihand ku di êrîşên dawî de 50 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 500 kes jî birîndar bûne. Wê her wiha destnîşan kir ku tesîseke bêxwêkirinê hatiye hedefgirtin, di encamê de nêzî 10 hezar kes bê av mane.

Sato behsa êrîşên ku li nêzîkî nexweşxaneya penceşêrê ya zarokan li Ahvazê pêk hatin kir û ragihand ku nexweşên li navendê hatine valakirin û tekez kir ku êşa ku beşên herî bêparastin ên civakê dikişînin - çi di dema şer de be çi jî di bin şert û mercên tepeseriya navxweyî de - pir caran nayê dîtin.

Beşên bêparastin û kêmnetew di bin xeterê de ne

Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku masîgir, xebatkarên şevê yên ku di êrîşan de hatine girtin û niştecihên wargehên ne fermî jî di nav kuştiyên van êrîşan de ne. Wî destnîşan kir ku ev kes ji komên ku jixwe li derveyî civakê dijîn û bi salan e ji gihîştina xizmetên bingehîn bêpar in, pêk tên.

Sato diyar kir ku jin, zarok, penaber, kesên kêmendam û kesên ku di nav xizaniyê de dijîn, ew komên ku ji encamên herî giran ên tundiyê dikşînin in lê gihîştina wan a herî kêm ji piştgirî û parastinê re heye.

Sato bal kişand ser rewşa civakên kêmneteweyan - bi taybetî Belûc- û her wiha destnîşan kir ku herêmên ku ev kom lê dijîn dibin hedef û tekez kir ku divê mirin û êşa ku van kesan dikşînin neyê paşguh kirin.

Zextên navxweyî û biryarên darvekirinê

Sato diyar kir ku gelê Îranê careke din di navbera êrîşên nû yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û zextên navxweyî yên hikûmeta xwe de asê maye û got ku ew hê jî raporên der barê darvekirin, girtinên girseyî, îşkence û windakirinên bi zorê digre.

Sato destnîşan kir ku cezayên darvekirinê yên ku li 12 kesan hatine birîn - ku di xwepêşandanên seranserî yên 5’ê Tîrmehê 2026’an de hatine girtin - hatine piştrastkirin, û diyar kir ku du ji wan hatine darvekirin û 10 yên mayî hîn jî di bin xetereya darvekirinê de ne. Wî destnîşan kir ku piraniya van kesan di xortaniya xwe yan jî di destpêka bîstsaliya xwe de bûn û li Îsfahanê hatibûn girtin.

Banga parastina sivîlan

Di dawiya daxuyaniyê de, Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê mafên mirovan li Îranê tekez kir ku divê sivîl bedela vê pevçûnê nedin û bang li hemû aliyan kir ku sivîlan biparêzin û vegerin ser maseya danûstandinan.