‘Divê mafên jinan di Sûriyeya nû de bên misogerkirin’
Îlham Ehmed û Fesla Yûsif derbarê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de gotin ku pêwîst e hebûna mafên jinan di destûr û pêşeroja jinan a di Sûriyeya nû de, bên misogerkirin.

ZEYNEB ÎSA
Qamişlo – Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi tevlîbûna zêdetirî 400 kesên ji Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê hatibûn, pêk hat. Kesayetên ji deverên cuda yên Sûriyeyê roja 26’ê Nîsanê li Parka Azadî ya li bajarê Qamişloyê bi tevî gelek jinên ji tevger û rêxistinên cuda beşdarî vê konferansa dîrokî bûn. Di vê konferansa ku ji aliyê Kurdên li çar aliyê dinyayê ve bi baldarî û heyecanek mezin hat şopandin de li ser girîngiya hevserokatiyê gelek nîqaş hatin kirin. Di konferansê de li ser wekheviya jin û mêr nîqaş hatin meşandin û gelek nêrînên ku jin di sîstema Suriyeyê de bi nêrîn û deng û nasnameya xwe werin nasîn derketin holê.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û endama Desteya Serokatiya Encumena Niştîmanî Kurdî ya Sûriyeyê Fesla Yûsif derbarê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de ji ajansa me re axivîn.
‘Yekbûn beşdarî û dengê jinan di konferansê de gaveke dîrokî ye’
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed derbarê Konferansa Yekrêzî û yekhelwesta Kurdî û amadebûna jinan a di konferansê de ji ajansa me re axivî. Îlham Ehmed balkişand ser zêdebûna hejmara jinan a di konferansê de û wiha got: “Di konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de zêdetirî 400 kes ji hemû rêxistin, kesayetên serbixwe, jin û ciwanan amade bûn. Xalên ku ji bo jinan hatin nîqaşkirin, berê di belgeyê de hebûn. Di belgeyê de hat gotin ku ji bo pêşeroja Sûriyeyê jî gavên ji bo beşdarbûna jinan a li komîteya diyalogê divê hebin û di daxwazan de mafên jinan hebin. Ev gav di Sûriyeyê de dibe tecrubeyeke nû. Ji ber ku ewqas jin li Sûriyeyê hene, lê heta niha di çareseriyên siyasî de hem jî di rêveberiyê û destûrê de bêpar in. Ji ber vê yekê yekbûn, beşdarbûn û dengê ku jinan di vê konferansê de dan, ji bo pêşeroja Sûriyeyê gaveke dîrokî ye.”
‘Cihê kêfxweşiyê bû ku hemû alî amade bûn’
Îlham Ehmed bal kişand ser beşdariya gelek rêxistin û tevgerên ku di konferansê de amade bûn û wiha berdewam kir: “Cihê kêfxweşiyê bû ku hemû alî di vê konferansê de amade bûn. Herkesî peyam, nêrîn û heviyên xwe ji bo piştgiriya gelê Kurd nîşan da. Ev bi serê xwe gaveke nû ye di dîroka Kurdan de. Rojava di pêşerojê de roleke dîrokî dilîze. Gavê yekem ji bo yekitiya Kurdan û çar perçeyên Kurdistanê bingeha wê ava kir.”
‘Divê Kurd ji bo qezenckirina mafên xwe bibin yek’
Endama Desteya Serokatiya Encumena Niştîmanî Kurdî ya Sûriyeyê Fesla Yûsif jî vî gavê dîrokî pîroz kir û got: “ Îro rojeke dîrokî ye, roja yekhelwesta Kurdî ye. Gelek kar û xebat ji bo vê rojê hatin kirin. Em spasiya hemû kesên ku piştgiriya vê konferansê kirine dikin, em bi wê heviyê ne ku konferans wê bi encamên pir xweş bi dawî bibe. Encamên ku bikevin xizmeta gelê me, girîng in. Bêguman pêdivî hebû, di vê qonaxê de ev konferans were lidarxistin. Ji ber ku Sûriye di qonaxeke nû re derbas bû. Her wiha li Rojhilata Navîn jî gelek guhertin çêdibin. Em ê jî weke gelê Kurd xwe bikin yek, ji bo ku mafên xwe qezenc bikin.”
‘Di destûra nû ya Sûriyeyê de divê mafên jinan hebin’
Fesla Yûsif bal kişand ser rola jinan a di Sûriyeyê de, daxwaza avakirina pêşeroja mafên jinan li Sûriyeya nû kir û wiha bidawî kir: “Rola jinan gelek girîng e. Di vê konferansê de bi dehan jin amade bûn. Nêrînên wan jî gelekî berbiçav û zelal bûn. Şoreşa ku hat lidarxistin, bi pêşengiya jinên Kurd bû. Ji destpêka şoreşê heta îro, jin pêşengên civakê ne. Bi saya destkeftiyên jinan, em ê bighîjin azadiya hemû jinên cîhanê. Em serkeftinê ji doza jinên Kurd re dixwazin û daxwaza mafên jinan a di destûra Sûriyeya nû de dikin.”