‘Divê li Xezayê ji bo domandina jiyanê tedbîrên lezgîn werin girtin’

Li Zîvala Xezayê ji ber bandora şer û dorpêçê, di warê aborî de tiştek nemaye. Ekonomîst Samar Harun, got ku ji ber krîzên heyî gel neçar maye bi tiştên heyî bijî da zanîn ku ji bo pergalek domdar tedbîrên lezgîn werin girtin.

REFÎF ISLÎM 

Xeza – Zîvala Xezayê di nava tevliheviyên ku ji ber şerê li ser bajarê dorpêçkirî û niştecihên wê hatiye ferzkirin, di nava pêvajoyek aborî û mirovî ya pir dijwar de derbas dibe.

Bandorên hilweşîna berfireh, bi qeyranên kronîk ên beriya êrîşan re bûne yek û cureyek nû ya aboriyê ku mîna "aboriya kavilan" tê binavkirin, derket holê. Ev têgeh, negengaziya avakirina pergaleke aborî ya nû, bi tevahî ku dikare pê were bawerkirin, îfade dike.

‘Rêjeya hejariyê bûye ji sedî 98’

Analîst, akademîsyen û lêkolînera aboriyê Samar Harun, ji bo baştir fêmkirina rewşa aborî ya li Zîvala Xezayê axivî û diyar kir rewşa aborî ya beriya êrîşe ne pir cuda bû û roj bi roj xirabtir dibe û got: "Rewş qels bû û niha rewşekî felc bûyî ye. Rêjeya bêkariyê gihîşt ji sedî 90-95, ewlehiya xurekê daket nêzî ji sedî 90’ê nifûsê û rêjeya hejariyê jî gihîşt ji sedî 98.”

Samar Harun, da zanîn ku beriya êrîşê jî gelê Xezayê hewceyê alîkariya mirovî bû, wiha axivî: “Lê belê, piştî êrîşê ev girêdayîn, bi tevahî veguherî alîkariyê. Di nava sedemên vê yekê de windakirina derfetên kar, derengketin an jî kêmkirina mûçeyan, ferzkirina krîzeke lîkîdîteyê, kêmbûna cidî ya pereyan, dabînkirina qels, enflasyon û zêdebûna bihayên tund û kêmbûna hêza kirîna welatiyan ji ber nebûna çavdêriyê heye.”

‘Bazarên hilberînê bi tevahî hilweşiyan’

Samar Harun, diyar kir ku sedemên hilweşîna aboriya ya li Xezayê, hilweşandina tevahî ya bazarên hilberînê, rawestandina piraniya çalakiyên aborî, astengiyên di dabînkirinê de, hilweşîna sermayeya madî û zirara berfireh a li ser binesaziyê ye. Ev yek bûn sedema felcbûna tevahî ya çerxa aborî û şêwazê jiyana pir dijwar ferz dike. Samar Harun got: “Di roja me ya îro de gel rojane di peydakirina hewcedariyên bingehîn ên mîna xanî, xurek, kar û xizmeta tenduristiyê de bi zehmetiyan re rû bi rû dimîne û di heman demê de xerckirin bi hewcedariyên bingehîn ve sînordar e.”

Samar Harun, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hilweşîna aboriyê ya li Xezayê û diyar kir ku hilweşîna mezin a ji ber operasyonên leşkerî ya li bajer tê jiyîn, zoriyan kiriye da qat û got: “Ya ewil, nîşaneya hilweşandina sermayeya sabît e û ya duyemîn jî cemidandina bikaranîna ax û derengketina ji nû ve destpêkirina xebatên aborî ye. Mesrefa rakirina kavilan bi xwe barekî darayî ye û ev yek veberhênan û ji nû ve avakirinê asteng dike, bandorek neyînî li tenduristiya giştî û jîngehê dike, di demek kurt de rêjeyên bêkariyê zêde dike.”

‘Ji bo ku Xeza ji nû ve were avakirin pêdivî bi 50 heta 70 milyar dolar heye’

Samar Harun, axaftina xwe wiha domand: “Ne mimkûn e ku tiştên vê dawiyê hatine vekirin mîna projeyê bên binavkirin. Ev însiyatîfên başbûna qismî û demkurt in ku ne li ser pêşketinê ne, bi piranî li ser alîkariyê ne. Serkeftina wan a ji ber nebûna hawirdorek veberhênanê ya aram û sînorkirinên li ser tevgera takekesan sînordar e. kombûnek rast, hewceyê veguheztinek bilez a ji projeyên awarte ya ji bo bernameyên ji nû ve avakirina aboriya domdar e.”

Samar Harun, da zanîn hebûna aboriyek wêranbûyî, dê welatiyan bikişîne ku li ser ji nû ve avakirina binesaziyê yên mîna perwerde, xizmetên tenduristiyê û navendên din bigerin. Lewma, projeyên biçûk û bi taybetî jî ji alitê jinan ve tên rêvebirin, dê bandorê li ser hilberîna aborî nekin û tenê mîna amûrek teşwîqê ku malbatan bikaribin hewcedariyên xwe yên bingehîn bicîhbînin xizmet bikin. Ji bo ku Xeza ji aboriya xwe ya hilweşiyayî rizgar bibe û ji nû ve were avakirin, pêdivî 50 heta 70 milyar dolar heye.”

‘Pêwist e saziyên navneteweyî balê bikşînin ser piştgiriya çandiniyê’

Samar Harun, wiha axivî: “Civaka navneteweyî di nûjenkirina Xezayê de roleke girîng dilîze û ev rol dikare bi riya dabînkirina fînansmana navneteweyî, rakirina sînorkirinên li ser bazirganiyê û piştgiriya projeyên hilberîner ên demdirêj bê bidestxistin. Pêwist e saziyên navneteweyî balê bikişînin ser piştgiriya çandiniyê, pîşesaziyên biçûk û bazarên xizmetê yên bingehîn. Ji ber ku ev rasterast îstîhdam çêdikin û ji bo teşwîqkirina çerxa aborî bidin alîkar.”

Samar Harun, destnîşan dike ku bazar bi lezgînî hewceyê rakirina bermahiyan, ji nû ve avakirina binesaziyê, piştgiriya ji bo bazarên çêkirinê, afirandina kar û vekirina deriyên sînor e û diyar kir ku ev ji bo veguherandina Xezayê ya ji aboriyek li ser bingeha alîkariyê ya ji bo  aboriyek domdar û hilberîner şert e û wiha domand: "Ger tedbîr neyên girtin, wê rêjeya hejariyê zêdetir bibe, bi tevahî girêdanna alîkariya mirovî çêbibe, wê aborî ji bo demek dirêj teng bibe û kapasîteya wê ya ji bo nûjenbûna pêşerojê kêm bibe."

‘Ger bi stratejiyek baş plankirî û xurt bê vegerandin wê kavil bibin çavkaniyek’

Samar Harun, der barê kûrbûna qeyrana lîkîdîteya giran û kêmbûna pereyan de jî hişyariyan da û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ev yek dê danûstandinên bazirganî yên rojane bêhtir tevlihev bike û ji bo welatiyan dijwar bike ku ji moda li mayîna jiyanê derbikevin û ber bi fikirîna li ser vejîna aborî û plansaziya pêşerojê ve biçin. Ger bi stratejiyek baş plankirî û xurt were vegerandin, wê kavil bikaribin bibin çavkaniyek. Ji ber ku ji sedî 50 bajêr, bi kavilan hatiye nixumandin."