‘Divê li Suweydayê hişyariya li dijî tundiya dijîtal zêde bibe’

Parêzer Salam Obaid bal kişand ser zêdebûna tundiya dîjîtal a li bajarê Suweydayê û diyar kir ku gelek jin û zarokên keç bi tirsa ji civakê werin dûrxistin tiştên jiyane vedişêrin, anî ziman ku divê hişyariya civakê were avakirin.

ROCHELLE JUNÎOR

Suweyda- Bi bandora şerê taybet, bikaranîna înternetê li her cihê cîhanê zêde bûye. Li gel qutkirina têkiliyên di navbera mirovan de, hedef ew e ku nirxên civakî werin têkbirin. Li gel belavbûna bikaranîna înternetê, tundiya dîjîtal jî zêdetir bûye û ketiye rojevê. Jin û zarokên keç ên ku rastî tundiya dîjîtal tên, bi taybetî ji ber ji malbatên xwe ditirsin bêdengiyê tercîh dikin. Ev bêdengî metirsiyên mezin li ser jiyana wan ava dike.

Der barê mijarê de parêzer Salam Obaid ji ajansa me re nirxandin kir û anî ziman ku bi belavbûna bikaranîna medyaya dîjîtal re têgînek sûc a nû derketiye holê û wiha got: “Rojane em ziyanên vê yekê bi taybetî di nava zarokên keç û jinan de dibînin. Bandorê li jiyan û têkiliyên wan ên hestiyar dike, di warê jixwebawerbûn û rewşa derûnî de xirabûnê ava dike. Ên ku rastî şantaja dijîtal tên, bi giştî bi tirsa ku wê ji aliyê civakê ve werin dûrxistin neçarî bêdengiyê dibin.”

‘Zêdebûna tundiya dîjîtal berdewam dike’

Salam Obaid diyar kir ku divê der barê mijarê de xebatên hişyarkirinê werin meşandin û wiha got: “Zarokên keç, dema rastî tundiya dijîtal tên ji ber tirsê tiştên jiyane ji malbatên xwe re nabêjin. Der barê vê de avakirina hişyariya civakê gelek girîng e. Divê ji bo gilîkirina failên ku tundiyê dikin, civak were hişyarkirin. Zagonên li dijî tundiyê hene lê belê ne têrker in. Di vê wateyê de divê zagon werin pêkanîn. Li welat ji ber rewşa giştî ya xirab, sedemên ku ev ceza werin astengkirin hene. Ji ber fail wekî tê xwestin ceza nagirin zêdebûna tundiya dijîtal berdewam dike.”

 ‘Qada tevgera jinan tê sînordarkirin’

Salam Obaid destnîşan kir ku tundiya dîjîtal qada tevgera mirovan sînordar kiriye û wiha domand: “Li gorî zagonên heyî, der barê failên tundiya dîjîtal dikin de zêdeyî du salan, cezayê girtîgehê tê dayîn. Di heman demê de cezayê pere jî heye. Yek ji riyên herî girîng ku jin xwe ji tundiya dîjîtal biparêzin ew e  destpêkê divê têkiliya xwe bi şantajkaran re qut bikin, nivîsên ku fail şandine jê nebin û gilî bikin. Li aliyê din li cihên ji gel re vekirî di bikaranîna înternetê de baldar bin. Di heman demê de dema ku telefonên xwe bidin ji bo tamîrê divê hemû wêne û axaftinên xwe ji wan bibin.”

‘Ji bo hişyariyê divê xebat bên meşandin’

Salam Obaid bal kişand ku şantaja dîjîtal di salên dawî de zêde bûye û bang kir ku divê civak were ba hev û li dijî vê hişmendiyê bi hev re rawestin û wiha got: “Li dijî tundiya dîjîtal divê ji bo belavkirina hişyariyê li welatê me xebat werin meşandin.”