‘Divê li dijî tundiyê têkoşîn bê bilindkirin’

Jinên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku divê li dijî tundiyê têbikoşin û gotin: “Aqilê mêrsalarî sedema qetilkirina jinan e. Lewra divê li dijî vê hişmendiyê û li dijî tundiyê têkoşîn bê bilindkirin”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Li cîhanê rojane di nava 24 saetan de 7 jin tên qetilkirin. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî li seranserê cîhanê her 10 deqeyan jinek tê qetilkirin. Jinên Başûrê Kurdistan û Iraqê rastî aqilê mêrsalarî û mezhebgeriyê tên, her dem bi riya êrişên li ser jinan, guherîna Zagona Rewşa Kesane, desthilatdariya sermayedar û tundiya dîjîtal, tundiya fizîkî û derûnî tên. Sekretera Rêxistina Giştî ya Jinên Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Sewsen Ebubekir Mecîdtundiya ku jin pê re rûbirû tên axivî.

‘Zewaca di temenê biçûk de pirsgirêkên jinan zêde dike’

Sewsen Ebubekir Mecîd diyar kir ku tundiya li dijî jinan rojane zêde dibe û got: “Zêdebûna tundiya li ser jinên ji ber aqilê mêrsalarî ye, zewaca di temenê biçûk de sedemek din a zêdebûna tundiyê ye. Zewaca di temenê biçûk de dibe sedemê zêdebûna pirsgirêkên civakê. Tevî mezinbûna civakê û belavbûna hişyariyên erk û mafan, pirsgirêkên jinan her ku diçe zêde dibe. Ev jî xwe dispêre nehişyariya civakê û çavneqandina li mafên jinan. Di nava hevjînan de mêr bi riya aqilê mêrsalarî tundiyê li hemberî malbatê dike.

Hebûna vê aqilê, rê li ber qetilkirina jinan û întihara jinan vedike. Her wiha qetilkirina jinan bi navê namûsê pirsgirêkek din a civakê ye û sûcdar nayên girtin û bê ceza tên hiştin. Dema jinek ji aliyê malbatê ve tê qetilkirin ser bûyerê girtin û ya ku hatiye qetilkirin tê sûcdarkirin da ku bikuj bê ceza bimîne. Çareseriya bi silha eşîrê ji qetilkirina jinan re nabe çareserî, berovajî rê ji bo zêdebûna qetilkirina jinan vedike. Hişyarkirina civakê erkê her kesê ye. Divê bi riya civîn, semîner û perwerdeyan hewl ji bo hişyarkirina civakê bê dayîn. Her wiha tewanbar werin darizandin.”

‘Nivîskar bi riya nivîsan dikarin jin û civakê şiyar bikin’

Nîvîskar Tara Emîn da zanîn ku li tevahî cîhanê jin rastî tundiyê tên, jinên herêma Kurdistanê jî ji vê îşkenceyê para xwe digrin û her wiha jin ji ber sedemên siyasî û civakî her dem rastî qetilkirinê tên. Nîvîskar Tara Emîn wiha got: “Qetilkirina jinan çend sedemên wê yên weke siyasî, civakî heye. Jin her dem li welatên rojhilat rastî tundiya derûnî tên û gelek caran jî tên qetilkirin. Em nivîskar divê bi riya nivîsên xwe her dem hewldana bidestxistina mafên jinan bidin. Bi riya nivîsên xwe bikarin civakê ji mafên jinan agahdar bikin. Qetilkirina jinan bi navê namûsê gelek zêde bûye. Divê bi riya perwerdekirina jin û civakê, tundiya li dijî jinan were kêmkirin. Dadgeh ne bi riya zagonê ji bo qetilkirina jinan kar bike, yan di bin navê namûsê de dozên qetilkirina jinan bigrin. Divê em jin bi riya panel û semîneran xwe zana bikin da ku bikaribin jinên din jî der barê mafên jinan de hişyar bikin.”