‘Divê Kurdî li E - Reçete were zêdekirin’
Bertekên li dijî tunebûna Kurdî di nav 5 zimanên ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê ve li sîstema e-reçeteyê hatine zêdekirin berdewam dikin. Di bangewaziyên hatin kirin de hat xwestin ku demildest zimanê Kurdî jî li lîsteyê bê zêdekirin.
Navenda Nûçeyan - Ji ber ku zimanê Kurdî di nav 5 zimanên Îngilîzî, Almanî, Erebî, Fransî û Rûsî de ku Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca ji sîstema e-reçetê ragihandiye de nîn e bertek têne nîşandan. Ligel parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedaran, xebatkarên tenduristiyê û gelek kesan bertek nîşanî Wezîrê Tenduristiyê li ser medyaya dîjîtal dan.
‘Rêzê ji mafê xizmetên tenduristiyê yên bi Kurdî re bigrin’
Li ser hesabê medyaya dîjîtal a Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) wiha hat gotin: “Bi zimanê dayikê girtina xizmetên gel û tenduristiyê ji bo welatiyan mafek e û ji bo dewletê jî erkek e. Banga me ji Wezareta Tenduristiyê re ye; Rêzê ji mafê bi milyonan welatiyên Kurd ên ji bo girtina xizmetên tenduristiyê bi zimanê Kurdî re bigre.”
Parlamenterê Partiya Çepa Keskan Alî Bozan got: “Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daxuyanî da. Wan 5 ziman li pergala xwe ya e-reçete zêde kirin. Nikaribûn zimanê Kurdî ku zimanê bi hezaran doktor, personelên tenduristiyê û bi milyonan mirovan e, bixin nava vê sîstemê û pêwîstî pê dîtin ku vê yekê weke serkeftinekê rave bikin.”
Siyasetmedar Sezaî Temellî jî wiha got:
“Wezîrê Tenduristiyê zimanên nû li sîstema E-reçeteyê zêde kir lê Kurdî li ku ye? Divê hûn rêzê li mafên zimanê gelê Kurd bigrin û Kurdî jî demildest bixin lîsteyê! Dijminatiyê biqedînin û sonda xwe bi bîr bînin. Em ê bir rik Kurdî binivîsînin, bi Kurdî bixwînin û bi Kurdî biaxivin.”
‘Em hêvî dikin ev pêkanînên cihêkariyê bi dawî bibin’
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî got: “Helwesta li dijî zimanê Kurdî ku nahêle di xizmetên giştî de cih bigre, bi vê yekê bi fiîlî dest pê kir. Em ji Wezareta Tenduristiyê hêvî dikin ku di zûtirîn demê de dawî li vê pêkanîna cihêkar bîne û bi zimanê Kurdî xizmetê bide.” Parlamentera Partiya Çepa Kesk Meral Daniş Beştaş jî got:
“Helbet em piştgiriyê didin pirzimaniyê. Pirsa ku çima Kurdiya ku zimanê nêzî çaryeka nifûsa welat e di biryara e-reçeteyê de cih nagire, ji duh ve gelek caran hat pirsîn. Bersiva kesên eleqedar tune ye! Em careke din bipirsin: Sedema ku bi milyonan Kurd ji vê pêşketinê bêpar mane çi ye?”
Profesor Doktor Esîn Şenol jî ev tişt parve kir: “Eger me bigota Kurdî dê qiyamet rabûya, Huuuu… Çi dibe? Rêz ji zimanên qedîm ên li vî welatî dijîn re nîn e.”