‘Divê Komîsyona rûbirûbûnê bê avakirin’
33 rewşenbîr û hunermendên ku di 2'ê Tîrmeha 1993'an de tevlî Şahiyên Pîr Sûltan Abdal bûbûn, li Otela Madimak a Sêwasê hatibûn şewitandin û qetilkirin. Di salvegera komkujiyê de li bajêr bîranînek hat lidarxistin.
Sêwas – 33 rewşenbîr û hunermendên ku di 2'ê Tîrmeha 1993'an de li Otela Madimak a Sêwasê hatibûn qetilkirin, di salvegera komkujiyê de hatin bibîranîn. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di bîranînê de axivî û destnîşan kir ku civaka Elewî li benda rûbirûbûneke heqîqî û lêborîneke fermî ye û got: “Di wijdanê canên me de ev der muzeyeke şermê ye.”
Ji bilî xizmên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş û gelek nûnerên partiyên siyasî, civakên Elewiyan û rêxistinên civaka sivîl beşdarî bîranînê bûn.
‘Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin’
Girseya ku li ber Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal li hev kom bûn, bi rengê kortejan ber bi Otela Madimakê ya berê ve meşiyan. Di meşê de pankartên bi nivîsa "Ronahiya Sêwasê wê ti carî venemire" û "33 sal derbas bûn me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin" hatin hildan. Girseya gel dirûşmên "Rizgarî bi tenê nabe, ya bi hev re ya jî ne yek ji me", "Sêwasî ji bîr neke, nede jibîrkirin" û "Kujer wê hesab bide gel" qîriya. Malbatan afîşên bi nivîsa "Madimak Muzeya Şermê" daliqandin.
Di bîranînê de destpêkê xizma Seher Gulateş axivî ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da. Xizma Seher Gulateş got, "Komkujiya Madimakê sûcê li dijî mirovahiyê ye û em ti carî qebûl nakin ku dem di ser re derbas bibe. Ji ber ku dem di ser sûcê li dijî mirovahiyê re derbas nabe. Ev der wê bibe muzeya şermê."
Hatîmogûllari: Ji bo sûcên li dijî mirovahiyê lêborîna fermî pêwîst e
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî bi bîr xist ku bi îdîaya 'dem di ser re derbas bûye' dosya dozê hatiye girtin û got, "Nepêkan e ku ev bê qebûlkirin. Ne tenê ji bo Komkujiya Sêwasê her wiha ji bo komkujiyên li Koçgirî, Dersim, Çorûm û Gaziyê jî canên Elewî li benda rûbirûbûneek heqîqî ne, li benda lêborîna fermî ne. Ev lêborîn divê bê xwestin. Me gelek caran gotin, em careke din ji vir destnîşan dikin. Divê li Meclîsê Komîsyona Rûbirûbûna bi Heqîqetê bê avakirin, di serî de Komkujiya Sêwasê ji ber sûcên li hemberî canên me yên Elewî û sûcên li hemberî mirovahiyê rûbirûbûn çêbihere û lêborîna fermî bê xwestin."
Di wijdanê gel de 'Muzeya Şermê' hat avakirin
Hatîmogûllari axaftina xwe wiha domand: "Em li ber Otela Madimakê ne. Canên me yên Elewî 33 sal in dixwazin ev der weke muzeya şermê bê ragihandin. Lê belê ev pêk nehat. Ji ber ku nehate xwestin ku rûbirûbûn bi vê heqîqetê re bê kirin. Me îro ji canên xwe yên Elewî, ji saziyên xwe yên Elewî agahî wergirt. Ew bi xwe îro li vir in, li pişt me ne, bi pratîkî tabeleya xwe daliqandin. Tabelaya 'Muzeya Şermê Madimak' li vir e, bi cam û dîwarê Otela Madimakê hatiye daliqandin. Ya ku divê bê kirin ew e ku ev yek bi rêyên fermî pêk bihata. Lê belê di wijdanê canên me yên Elewî de ev der muzeyeke şermê ye, hîn jî li benda lêborînekê ne."
‘Kujer bi efûyê hatin berdan, girtiyên nexweş di girtîgehê de tên hiştin’
Wekî din em dixwazin destnîşan bikin ku ti carî dem di ser sûcên li dijî mirovahiyê naçe. Doza têkildarî canên me yên li Sêwasê jiyana xwe ji dest dan jî dozeke bi vî rengî ye. Li girtîgehan gelek girtiyên siyasî hene, extiyar in, nexweş in, rojek beriya jiyana xwe ji dest bidin têne berdan an jî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dikin. Lê belê yên ku ki ber komkujiya Sêwasê girtî bûn, bi efûya taybet a Serokkomar hatin berdan. Nepêkan e ku ev yek bê qebûlkirin."
Beştaş: polîtîkaya bêcezatiyê rê li ber komkujiyên nû vedike
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş jî, balkişand li ser polîtîkayên bêcezatiyê û got: "Li Tirkiyeyê, rûbirûbûn, eşkerebûna heqîqet û rastiyan, ji bo aştî, edalet û demokrasiyê xwedî girîngiyek jiyanî ye. Madimak jî yek ji wan e. Sedema ku ev komkujî berdewam dikin, redkirina rûbirûbûna desthilatdariya siyasî ye.”
Piştî axaftinan, qerenfîl danîn li ber Otela Madimakê.