‘Divê kanton bi hêza yekitiyê werin parastin’

Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç geşedanên li Sûriyeyê nirxand û bal kişand ku hewldanên cîhadî yên nîşandana ku hemû zimanan digre nava xwe seknek demkî ye, got ku divê pergala Rojava ya gel ava kiriye bi hêza yekitiyê were parastin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Li Sûriyeyê desthilatdariya 61 salan ya Baas, ji aliyê rêxistina cîhadîst Heyet Tehrîr El-Şam(HTŞ) di 27’ê Mijdarê de destpêkê Helebê piştre Hema û Humusê, herî dawî jî di 8’ê Kanûnê de bi destxistina peytext Şamê hat rûxandin. 

Êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê Artêşa Milî ya Sûriyeyê (SMO) li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Rêveberiya Xweser jî ji bo aştî û aramiya herêmê dem bi dem banga diyalogê dike.

Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk (SAMER) Yuksel Genç tiştên li Sûriye û Rojhilata Navîn diqewimin nirxand.

Yuksel Genç bal kişand ser pratîkên HTŞ’ê li welat û da zanîn ku yên Sûriye radestî HTŞ’ê kirin, dixwazin îradeya mezin a Kurdên li herêmê, lawaz bikin.  

‘Kirdeyên avaker ên demokratîk li welat wê tune werin hesibandin’

Yuksel Genç ev nirxandin kir: “Li Sûriyeyê hêz parçe bûn û tê xwestin hevsengiyeke ku îrade nemîne ava bikin. Îradeya hevpar û serbixwe, di nava hevsengiyeke ku girîngî didin avakirina serdestiyekê, îradeya esas tê dîtin ku li welatên ji derve de be. Rewşeke din jî ew e ku hêz û pêkhateyên bandora wan a herêmî heye yan jî li deverên cuda yên Sûriyeyê çalak bûne, xwedî xeyalên dinyayê, yên bi tevahî cuda ne. Wisa tê dîtin ku çêkerên li Sûriyeyê derketiye holê, ji derveyî hakimiyeta wan, hem wê bikaribin hev îzole bikin hem jî wê vê bêhêziya xwezayî ya bi vê îzoleyê re hatiye bijîn. Berjenga wan a bibin kirdeyên avakirina demokratîk a welat yan wê tune were hesibandin yan jî wê were sînordarkirin. Herî kêm rewşa niha dide hizîrîn ku ev îhtîmal li holê ye.”

Yuksel Genç da zanîn ku ji bo li Sûriyeyê careke din avakirin çêbibe, pêwîstî bi qadeke demokratîk heye û wiha got: “Ji bo Sûriye ji nû ve ava bibe, pêwîstî bi pergalek ku neteweyên cuda yên li welat hene, bawerî û nasnameyên mezhebî û hem jî di qada jiyanê de xwe bi rê ve bibin, temsîl bikin heye. Hem jî di Sûriyeyê de pêwîstî bi avakirina mekanîzmayên demokratîk heye.”

‘Bi îdia ne ku biryarên der barê pêşeroja Sûriyeyê de nehêlin ji Sûryeyiyan re’

Yuksel Genç destnîşan kir ku ji bo pêşeroja Sûriyeyê, ji derveyî gelê Sûriyeyê, hevsengiyên cuda xwedî biryardayînê ne û wiha got: “Dîtina niha, ji fikrê Sûriyeyek ku gelên ji baweriyên cuda bîne ba hev dûr e. Di serî de welatên Kendavê û welatên cîran, di wê hewesê de ne ku li ser Sûriyeyê bi bandor bin û qezenc bikin, parve bikin. Li aliyekî welatên Kendavê, li aliyê din jî Tirkiye û Îsraîl, tê dîtin der barê pêşeroja Sûriyeyê de beriya Sûryeyiyan biryar dane. Biryara der barê pêşeroja Sûriyeyê de bi biryar in nehêlin ji Sûryeyiyan re.”

‘Dewletên ku hêza herêmî hêvî dikin dixwazin ji vê tevliheviyê sûd bigrin’

Yuksel Genç wiha got: “Ji tevgera ‘Tofana Aksayê’ ku Hamasê nav lê kiriye heta niha, stratejiya ku Îsraîlê xêz kiriye, têkiliya Rojava ya bi vê stratejiyê re daniye, di asteke mezin a Rojhilata Navîn de li gorî ewlehî û pêşketina Îsraîlê teşe digre. Dixwazin li gorî pêwîstiyên Îsraîlê0 dizaynekê çêbikin.”

Yuksel Genç ev tişt got: “Ji vê tevlihevî û bêhêziya ku piştî pardîgmaya berê û parvekirina li ser hêzan, derket holê, helbet dewletên din ên ku dixwazin li herêmê bibin hêza sereke wê bixwazin jê sûdê bigrin. Yek ji van welatên ku xwedî vê daxwazê ye Tirkiye ye û bi sekn û gotinên wê tê famkirin.” 

 ‘Tirkiye wek parêzvanek tevli pêvajoyê dibe’

Yuksel Genç bal kişand ser hebûna koçberan li Tirkiyeyê û diyar kir ku Tirkiye ji ber vê, mafê gotinê di pêşeroja Sûriyeyê de di xwe de dibîne û wiha got: “Welatên weke Tirkiyeyê, SMO û HTŞ di pêvajoyên dîzayna Sûriyeyê de û avakirina hakimyeta li Sûriyeyê wek ‘bira’ û ‘parêzvan’ tevli dibe, ji ber hebûna zêdeyî 4 milyon koçberên Sûriyeyê li Tirkiyeyê, xwe di pêşeroja Sûriyeyê de xwedî gotin dibîne, wek welatê bingehîn dinirxîne. Yanî li ser maseyên Sûriyeyê, weke welatek bi hêz rûniştiye, li aliyekê jî dibêje di Rojhilata Navîn de ‘ez jî heme’, li aliyê din jî hewl dide nirxê jeopolîtîk di mezinbûna Kurdan di nava pradîgmaya nû de asteng bike digere.”

‘HTŞ formeke nû ya DAIŞ’ê ye’

Yuksel Genç bi gotinên; “Hevkariya HTŞ’ê bi rêxistinên bîrdozê yên şerîet û selefî re heye” bal kişand ku hewldana zimanê nerm a çeteyan mijara gotinê, helwesteke demborî ye. Yuksel Genc diyar kir ku her ku pêvajoyên ber bi desthilatdariyê ve ji bo HTŞ’ê bi hêz bibin dê li gorî kodên xwe yên bîrdozî bixwaze formeke dewletê ava bike û got: “HTŞ, weke formeke nû ya DAIŞ’ê ku nihek guherînan derbas kiriye, xwe nû kiriye, bingeha wî ya bîrdozê, hewl dide dewleteke îslamî ava bike. Divê ji bîr nebe ku Baasî bixwazin ji otorîtîzma sekuler, ber bi otortîteya îslamîst ve biçin. Di rastiya îslama siyasî ya ku kiras guherandiye, dema ku bi hêz bibe dê kirasê xwe yê demokrasiyê ji xwe bike jixwe tecrubeyên vê yekê hene.” 

‘Ger HTŞ bibe desthilatdarî…’

Yuksel Genc bal kişand ser îhtîmalên ku li Sûriyeyê HTŞ desthilatdariya xwe ava bike û wiha domand: “Em ji niha ve dibînin ku HTŞ çawa derfet bibîne dê hewl bide li gorî şerîetê xeyala xwe ya welatek nû pêk bîne. Vîzyona demokrasiyê ya rêxistinên wiha tune ye. Sûriye diyarî van rêxistinan hat kirin. Ên diyarî kirin, bêguman bi şertê rêbazên li gorî berjewendiyên xwe diyarî kirin. Hêzên wiha nikarin dînamîkên xwe yên demokratîk bi kar bînin, derfetên demokrasiyê bi hêz bikin. Ji ber wê divê were dîtin ku kapasîteya wan tune ye ji bo gelê Sûriyeyê jiyana azad a ji dema Esed baştir pêşkêş bikin û bi guman li vê rewşê were nihêrîn.”

‘Li Sûriyeyê siyaseta parvekirinê’

Yuksel Genç diyar kir ku li Sûriyeyê ji aliyê dewletên berjewendîperest ve “siyaseta parvekirinê” tê meşandin, Îsraîl û Tirkiye jî di nav vê yekê de ne û got ku Tirkiye Bakur Rojhilatê Sûriyeyê hedef digre. Yuksel Genc da zanîn ku Tirkiye vê armanca xwe hem bi pratîk, hem jî bi gotinan vekirî nîşan dide û wiha berdewam kir: “Tiştên li Sûriyeyê diqewimin, di rastiyê de lêgerîna modeleke li herêmê ye. Sûriye ji bo welatên Kendavê, welatên cîran ên weke Tirkiyeyê, derfeta parvekirina ji bo rizgarkiya ji krîzan e. Mirov dibîne ku wiha nêzî vê pêvajoyê dibin. Mijareke girîng a din jî ew e ku çend meh in Îsraîl, bi bêhêzkirina Hemas û Hîzbullahê, weke ku hewl dida Îranê dorpêç bike xuya dikir. Şere ku li Lubnanê dimeşîne jî weke ku ji bo hewldana qelskirina Îranê be xuya dikin lê îro dema em dinêrin, dibînin ku hedefa hewldanên Îsraîlê Sûriye ye. Em dibînin ku ji bo li ser maseya parvekirina Sûriyeyê rûnên, welatên herêmê hewl didin hinek mercan biafirînin.”

‘Pergala ku ava bibe dê aliyê çareseriya meseleya Kurd jî diyar bike’

Yuksel Genç diyar kir ku yek ji wan welatên xwedî vê daxwazê jî Tirkiye ye û li ser polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê jî wiha got: “Tirkiye asta bandora xwe ya li Sûriyeyê weke mifteya rizgariya ji meseleya Kurd dibîne. Hewldanên wê yên ji bo hedefgirtina kantonên bakur rojhilatê Sûriyeyê û rêveberên wê ku li Sûriyeyê hêza herî mezin e nîşaneyên vê ne. Ji ber ku pergala li Sûriyeyê were avakirin, bandora Tirkiyeyê ya di vê pergalê de dê aliyê çareseriya meseleya Kurd jî tayîn bike.”

‘Modela demokratîk divê bi hêza yekbûyî û piştgiriyê were parastin’

Yuksel Genç diyar kir ku Rojavaya ku bi yekbûna hevgirtinê hat avakirin divê îro bi heman hêzan were parastin û di nava hesabên ji bo hezê de neyê hiştin û wiha got: “Îro Sûriye, bi xetera parvekirina di navbera desthilatdariyên li herêmê û cîhanê de rûbirû ye. Ji bo ku vê modela li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê were parastin, pêdivî bi piştgiriya Kurd, çepgir û hêzên demokratîk heye. Vê yekîtiyê, bûbû sedema avakirina kantonan û wê hêza hevgirtî wan kantonên ku di navbera hêzên hewesa emperyalên biçûk û mezin de mabû parast.”

Yuksel Genç diyar kir ku avakirina “Sûriyeya nû” dê bi beşdariya gelan pêkan be û wiha got: “Ji bo parastina kantonên ku li Sûriyeyê modela herî bi îstîqrar û demokratîk e; divê were bibîrxistin ku ji bo Sûriyeya bi îstîqrar û aştiya Rojhihata Navîn mînak e. Ji bo ku rewşa Sûriyeyê ber bi çareseriyan ve biçe, ne dewlet divê gel bikevin tevgerê.”

‘Divê ji bo çareseriyê berpirsyarî were girtin’

Yuksel Genç bi gotinen; “Li Sûriyeyê ne bêçareserî divê berpirsyariya çareseriyê were girtin” bang li hêzên herêmê kir ku di vê pêvajoyê de bêdeng nemînin.Yüksel Genç wiha domand: “Li Sûriyeyê di rewşa heyî de Elewî, Durzî û Kurd di bin gefan de ne. Ji bo ku ev xeter rabe, pêşî li trajediyên mirovî were girtin, navbeynkarên herî bi bandor hêzên demokratîk ên li welatên cîran in û gel û bêguman Kurd in. Ji ber wê, Sûriye ne tevî gelên Sûriyeyê jî; ji bo ji aliyê Sûriyeyiyan ve ji nû ve hewldana avakirina wê hebe, peywir dikeve ser hêzên demokratîk.”