Divê jin tavilê bikevin nav tevgerê - ANALÎZ

Destkeftiyên jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di xeteriyê de ye. Ji ber vê yekê ev luksa me nîne ku em li hêvî bimînin. Divê jin tavîlî têkeve tevgerê û ji bo ku destkeftiyê bi dest xistine bi tevgerê jinan re hevkariyê bike.

MEDÎHA ABDULLAH MUHAMMED KHIR*

Xeza, Sûdan, Lubnan û Sûriye dibe şahidê bûyerên tund û xwînî yên siyasî û civakîku li dijî gelên ji bo demokrasî û aramiyê têdikoşin in. Ev bûyer di serî de di encama nakokiyên navxweyî yên di navbera hêzên siyasî yên li ser bingeha serdestiya mêr a olî û bîrdozî û hêzên sivîl ên ku daxwaza demokrasî û mafên sîvîl dikin derketin holê. Di hedefa van hêzan de jin hene.

Hêzên desthilatdar ji bo serhildana gel bitepisîne yekane rêbaza şer û tundiyê bikar tîne. Ev rewş welatan di aliyê di aliyê aborî û civakî de lewaz kiriye û bingeha mudexaleya biyanî amade kir. Hêzên biyanî berjewendiyên xwe bi saya hebûna dîkdatoran daye avakirin. Ji ber ku ev dîktadoran gelan diin zextê de dihêle.

Îro em rû bi rûyê welatan ku ji ber sedemên şer perçebûye ne. Gelan; bi taybetî jin, zarok, kal û pîr bi xeteriyên mîna mirin, koçberî, nexweşî, birçîbûnç re rû bi rû ne. Aborî hilweşiya ye, krîz kûrtir bûye û mûdexale hzêzn biyanî bi şeklekî eşkere berdewam dikin. Di heman wextê de desthilatdariya hêzên dagirker berfireh dibe, ev reş aniha di Xeza û Sûriyê de tê dîtin.

Divê hêzên demokrat hêza xwe bikin yek

Di van şertan de dîkdatoran di nav xwe de hilweşiyan, mînak rewşa ku wekî li Sûriyê rû da. Hinek ji wan jî wekî li Sûdanê ber bi hilweşînê ne. Lê li pêşiya demokrasî û îstîqrarê rêyek dirêj heye. Divê hêzên demokrat lewaztiyên xwe derbas bikin û hêza xwe bikin yek. Divê kesên zane bi taybet jinên di wan welatan de ji bo guhertinê tekoşîn bikin û rûxmê hemû zehmetiyan werin cem hev.

Rûxandina rejîma Sûriyê mînaka herî dawî ya cîhanê ye. Dîktatoriyên bi avahiyeke navxweyî ya qels li hemberî gelê xwe xurt xuya dikin û bi hêzên derve re tifaqan çêdikin. Dîkdator hertim ji bîr dikin ku ji dîrokê dersan bigrin û ji ber çav derbas dikin ku dê rojek dîkdatoriya wan hilweşe. Lê ketina Esed a li dijî Tehrîr El Şam, ku Tirkiye bi eşkere piştgiriya wê dike, fikar û pêwîstiya hişyariyê nîşan dide. Ez bawer nakim ku li Sûriyê guhertinek demokratîk bê avakirin. Ji ber ku Tehrîr El-Şam, bi dîroka xwe ya tundrewiya olî û pêkhateya xwe ya pir-serî, hîn jî nêrîneke demokratîk ji bo guhertinê pêşkêş nekiriye. Tevî ku bi giştî behsa rêzgirtina ji cihêrengî û mezhebên Sûriyê tê kirin, gelo ev rêzgirtin dê li ser bingehên olî be yan li ser bingeha mafên welatî be? Ev pirsek girîng e ku îro were pirsîn.

Divê destûr neyê dayîn ku destwerdana olî, kevneşopî û mezhebî were

Ger der barê mafê jinan de tê axaftin, divê destpêkê de hebûna jinan bi şekleke bi bandor were xuyakirin. Li Sûriyê beriya ku behsa mafê jinan bê kirin, divê destpkê de jin di asta siyasî û civakî de cîhê xwe bigre. Ev netenê girêdayî mafê jinan e, di heman demê de li ser cewherê dewlet, şêwazê rêveberiyê û saziyên sivîl ên demokratîk ên ku dê li Sûriyeyê werin avakirine jî. Divê ev avahî bi tevahî li ser mafên sîvîl bin û destûr nedin destwerdana olî, kevneşopî û mezhebî.

Mafê welatîbûnê qebûlkirin, dê bibe temînata mafê jinan. Ji bo vê jî hêzên demokratîk ên sivîl ên di bin pêşengiya jinan de pêwîste raya giştî der barê mafên sivîl de cudahî bidin avakirin. Bi vî awayî bingeheke civakî ya ku di wê baweriyê de ye di berjewendiya gel de ye bê avakirin û rê li ber her dîktatoriyeke olî û mezhebî bê girtin ku destwerdana van mafan bike.

Destkeftiyên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber zêdebûna kontrola komên olî yên ku li dijî mafên mirovan û bi taybet mafên jinan in, dikeve xeteriyê. Ji ber vê yekê ev luksa me nîne ku em li hêvî bimînin û bibejin “em ê vê bibîbin” divê jin tavîlî têkeve tevgerê û ji bo destkeftiyên ku bi dest xistine biparêzin bi hêzên demokrat ên sîvîl re hevkariyê bikin. Li Sûriyê divê hewl bê dayîn ku dewleteke hemwelatîbûna demokratîk li ser esasê wekheviya jin û mêr û ji bo her Sûriyeyî bê avakirin.

*Rojnamegara Sûdanî